Pêncşem, 10 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gerîlayên HPG/YJA Star ên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Erdogan ê ÎHD’î: Girtîgehên bi tîpa nû tecrîdê di nava tecrîdê de pêk tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin: ‘Bila agahiyên qirêj nekeve şûna heqîqetê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di roja me ya dilşewat de zilm li me kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihçi: Di vê demê de girîng e em bibin hemalê aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zagros dibû Mizgîniya serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Arjîn Dersîm: Gelê Kurdistanê divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet hişyar be
Kurdistan

Arjîn Dersîm: Gelê Kurdistanê divê li hemberî polîtîkayên şerê taybet hişyar be

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm diyar kir ku divê gelê Kurdistanê li hemberî şerê taybet hişyar be û got, "Ji bo têkbirina polîtîkayên şerê taybet, divê jin û ciwan xwe zane bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Fermandariyê ya YJA Starê Arjîn Dersîm beşdarî Bernameya Taybet a Stêrk TV bû û bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk.

 

Arjîn Dersîm anî ziman ku polîtîkaya şerê taybet a dewleta Tirk a li ser tevgera azadiyê ya Kurd, civak û gelan dewam dike û got, “Polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk ji aliyê hikumeta AKP-MHP’ê û Erdogan ve tê meşandin. Dewleta Tirk ji dîrokê û vir ve hewl dide îradeya gelan hemûyan ên li hemberî xwe radibe, bişikîne. Dewleta Tirk ku bi milyonan mirov qetil kir, bi esasî rêbaza şerê taybet bi kar tîne. Di polîtîkayên şerê taybet de bi taybetî êrîş li civakê tê kirin. Qirkirina çandî dike, ji jiyana exlaqî, civakî dûr dixîne. Dîroka dewleta Tirk bi darbeyan dagirtî ye. Heta vê rojê bi vî rengî hatiye.

Li dijî gelên Ermen, Asûrî, gelên Anatoliyê komkujiyên mezin kiriye. Mînak, Seyîd Riza bi rêbaza şerê taybet dîl hate girtin. Dewleta Tirk tevî hemû êrîşan nikarîbû Dersîmê dagir bike, ji ber vê yekê jî serî li rêbazên qirêj da û li Dersîmê komkujî kir. Yên ku nikare wan bi rêbazên şerê taybet qetil bike, asîmîle dike, ji cewhera wan dûr dixîne. Piştî darbeya 12’ê Îlonê ji bo tasfiyeikrina tevgera me rêxistinên JÎTEM, Kontrgerîlla, Hîzbûlkontra bi destê dewletê hatin avakirin û di çarçoveya şerê taybet de hatin bikaranîn. Piştî sala 2002’an desthilatdariya AKP’ê û Erdogan bi berpirsyariya polîtîkayên şerê taybet rabû. Niha jî AKP-MHP li hemberî Rêbertî, tevgera me û gelê me rêbazên şerê taybet bi kar tîne.

Yê ku niha şerê taybet dimeşîne Erdogan bi xwe ye. Di sala 2002’an de bi hewldanên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) AKP û Erdogan bûn desthilatdar. AKP ji bo projeya mezin a Rojhilata Navîn a Emerîkayê pêk bîne, li desthilatdariyê hate bicihkirin. Polîtîkayên Emerîkayê bi destê Erdogan li Rojhilata Navîn bi cih têne anîn. Erdogan zane ku heta rola jê re hatiye dayin bi cih bîne wê ji aliyê Emerîkayê ve li ser desthilatdariyê bê hiştin. Di dîroka dewleta Tirk de li ser mijara şerê taybet yekî weke Erdogan bûye pispor nîne. Ji medyayê heta artêşê, qadên çand û hunerê li her derê ji aliyê AKP-MHP’ê ve rêbazên şerê taybet têne bikaranîn. Erdogan li dijî civakê, gelê Kurd, tevgera me hemû derfetên xwe bi kar tîne û şerê taybet dimeşîne.

Di bin serweriya Erdogan de medya Tirk şer sor dike. Medya ku di çarçoveya şerê taybet de tê bikaranîn, serxwebûna xwe bi temamî ji dest daye. Yên ku hewl didin rojnamevaniya serbixwe bikin ya têne girtin, yan bi rengekî kiryar nediyar ji aliyê rejîma şerê taybet ve têne kuştin. Îro dema Erdogan diaxive, ti qenal weşaneke cuda nikare bike, ji ber ku bi serê xwe nîne. Lewma Erdogan çiqasî biaxive, çi propagandayê bike, çiqasî reklaman bike neçar in biweşînin. Di hemû qenalan de AKP-MHP û Erdogan hene.”

Arjîn Dersîm anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêbazên şerê taybet ên dewleta Tirk bi şênberî raxist pêş çavan û got, “Yê ku herî zêde li dijî vê dewletê û vê rejîma AKP’ê şer dike Rêbertî ye; ji ber vê yekê bi rêbazên wan ên şerê taybet baş zane. Rêbazên şerê taybet ji aliyê Rêbertî, tevgera me û gelê me ve heta astekê hatin têkbirin. Polîtîkayên şerê taybet herî zêde li dijî jin û ciwanan têne meşandin. Ji bikaranîna madeyan heta bi fûhûş, kuştina jinan, polîtîkayên dejenerekirinê herî zêde şerê taybet li dijî jin û ciwanan têne bikaranîn. Ji bo polîtîkayên şerê taybet bi temamî bêne têkbirin, bi taybetî ciwan divê xwe perwerde û zane bikin. Di nava civakê de divê kesekî bêrêxistin nemîne, her kes xwe nas bike û nebe hevparê polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk. Li ser vê bingehê divê zarok, ciwan xwe perwerde bikin, bi rêxistin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cezayê girtîgehê li rojnamevan Aygul hate birîn
Nûçeya Pişt re Li Îzmîrê mêrekî keça xwe û xesûya xwe qetil kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandara YPJ: Em ê ji bo azadiya tevahî jinên Sûriyeyê têbikoşin

Ji fermandarên YPJ'ê Emîra Mihemed destnîşan kir ku ew ê li Sûriyeyê feraseta ku rola…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tanzanyayê ji ber baranê û lehiyê 58 kes mirin

Hikumeta Tanzanyayê ragihand ku ji ber baranê û lehiyê li welêt di nava 2 hefteyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ciwanên Êzidî di salvegera fermana 3’ê Tebaxê de dest bi meşa dirêj kirin

Bi boneya salvegera 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê, komek ciwanên Êzidî yên formayên wêneyên şehîdên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji partî û rêxistinên Başûrê Kurdistanê banga ‘mafê hêviyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zagros dibû Mizgîniya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?