Çetîn Arkaş ê ku li Girtîgeha Îmraliyê piştî bi Rêber Apo re ma hate tahliyekirin, di Newroza Stenbolê de axivî û got,
“Merhaba Stenbol
Merhaba bajarê kesên ku bi zorê ji cihên xwe hatine kirin û hatine koçberkirin û bi gotina deriyê nan mecbûr mane heya van deran werin.
Merhaba bajarên gelên Tirkiyeyê.
Merhaba bajarê bedew ê ku biryardariya hilweşandina saltanata haramiyan carekê jî ji bîr nake.
Bajarê salên min ên zanîngehê, têkoşîna ciwantiyê, cihê ku min hevrêyên xwe yên herî bedew ên min ji dest dane nas kirî û îro dîsa li qadê ez bi wan re têm ba hev,
Hûn bi xêr hatin dayik, bav, xwişk û hevrêyên min.
Dostên min ên hêja yên ji gelên din, hevrêyên min, hevalên min ên têkoşînê û şopdarên hêja yên Rêber Apo hûn hemû bi xêr hatin. Li ser navê Rêber Apo û hevrêyên min ên li zindanan li ber xwe didin, ez we bi hezkirin silav dikim û cejna we ya Newrozê pîroz dikim.
Newroza we pîroz be.
Hûn hemû bi xêr hatine, ser seran ser çavan hatine.
Gelên me yên hêja,
Rojhilata Navîn cihê şewatê ye. Her roj dema ev şewat hîn mezintir dibe, em şahidî dikin ku belavî erdnîgariyên nû dibe. Em nikarin çavê xwe bigirin. Em nikarin bêjin me eleqeder nake. Na, ev şewat tam jî me eleqeder dike, gelên erdnîgariya me pir ji nêz ve eleqeder dike. Statukoya 100 salî kêm maye bi erdê re bibe yek. Gelo em ê çi bikin? Mîna ku ti tişt çênebûye em ê temaşekirinê dewam bikin, heta ku ev şewat tê ber deriyê me em ê ji nedîtî ve werin? Welatên ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser nekirine û di nava xwe de gelek cudakarî ava kirine, vê pêvajoyê pir ji kûr ve hîs dikin, dijîn û dibînin. Iraq, Sûriye, Îran! Tenê bi rexnekirina mudaxileyên derve em nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Yên ku agirê nava xwe nevemirandine, bi bandora mudaxileyên derve bûn şahidê gurbûna agirê xwe.
Carna şert û merc, nahêlin pirsgirêkên navxweyî yên van welatan bên dîtin. Lê ev nayê vemirandin. Eger li cihekê pirsgirêkek nehatî çareserkirin hebe, ew ê di beşekî demê de û bi rengekî teqez xwe nîşan bide. Dema em li tiştên li cem cîranan qewimîne dinêrin, ma em vê nabînin? Ma em hîn zêdetir çiqasê durûtiyê bikin? Bi polîtîkayên palyatîf û demkî, siberojeke bi ewle nîne.
Rêber Apo tam li navîna şewateke wiha mezin tenê li ser navê gelê Kurd na, li ser navê gelên Rojhilata Navîn berpirsyariyek mezin girt û îradeya aştî û çareseriya demokratîk nîşan da. Li dijî konsepta şer a ku armanc dike gelên me li dijî hev rake û di 100 sala pêşiya me de pevçûnekî mezin çêbike, perspektîfa çareseriyê ya ku aştiya gelan û bihara rast dixwaze, nîşan da. Vê yekê cesaretek mezin dixwest. Encex yên di şert û mercên herî bêeman û newekhev de cesaretê şerê rûmet û hebûnê bikin, dikarîn cesaretî aştiyeke wiha bikin. Silav ji bo yên destê aştiyê dirêj dikin û yên îradeya girtina wî destî nîşan didin. Ji vir li ser navê gelan em spasiyên xwe yên bêdawî radigihînin. Di van demên wiha dîrokî de dem hem nazik e, hem jî pir krîtîk e. Li dora tiştên divê bên kirin xwe mijûl kirin û ti tişt nekirin, çareseriyê nayîne. Berevajî fikaran zêde dike, pirsgirêkan kûr dike. Her cihê ku em diçinê, ji me pirs dikin; dewlet çima gav naavêje? Em jî van pirs û fikarên ji me re tên gotin, ji vê qadê radihînin muxataban. Gelo hûn li benda çi ne, hûn ê kengê bikevin nava liv û tevgerê? Hûn ê heya kengê van fikarên rewa yên vî gelî, ji nedîtî ve werin?
Em dizanin ku li mitbexa dewletê her tim tiştek tê pijandin, ew mitbex tu carî vala namîne. Her çi tê pijandin jî gel bêhna wê digire û hîs dike. Ger aştî û demokrasî bipije, tê hîskirin. Ger şer û mijûlkirin jî bê pijandin, gel xwedî wê qabîliyetê ye ku bibîne û hîs bike. Em êdî dixwazin bêhna aştî, aramî û demokrasiyê bigirin. Di vê mijarê de em wêrekî û rastiyê dixwazin. Êdî em dev ji mijûlkirinê berdin.
Em bibîr dixin ku, bêyî nîqaş divê ezmûna yekem a dilsoziyê li Îmraliyê pêk were. Nêzîkatiya li hember Rêberê gel, nîşana herî girîng a dilsoziyê ye. Divê niha deriyên Îmraliyê werin vekirin. Divê statuya Rêber Apo bi zelalî wekî mirovekî azad û sermuzakerevan were destnîşankirin. Ji bo ku ji vê krîza mezin a li Rojhilata Navîn bandor nebe û çareseriyek were peyda kirin, ev gava herî maqûl e. Her çend ev rastî bê piştguhkirin jî, her kes di ferqa vê rastiyê de ye. Eşkere ye ku Rêber Apo êdî bê statû namîne; ew bêyî nîqaş rêberê 60 mîlyon gelê Kurd e. Divê êdî Kurd wekî gef li her derê neyên dîtin. Divê destê dostaniyê û xwişk-biratiyê ji wan re were dirêj kirin. Rêveberên li Rojava divê karibin werin Enqere, Amed û Îmraliyê, çawa ku ew dikarin biçin paytextên din. Ev yek ji bo Tirkiyeyê ne gefeke, berevajî misogeriyek e. Rêbertiya pêşbînî û wêrekî vê yekê dixwaze. Niha, statuya Rojhilat û Kurdên li wir jî tê nîqaş kirin. Gelek kes li ser vê mijarê nêrînên xwe tînin ziman. Her wiha em ji rayedarên Tirkiyeyê ku nifûsa Kurdan li wir 25-30 milyon e dipirsin: Gelo nêzîkatiyeke we ya nû ji bilî polîtîkayên kevin ên ku destkeftiyên Kurdan wekî gef dibînin heye? Hûn difikirin ku berpirsên PJAK’ê, rêxistina bihêz a Rojhilatê Kurdistanê ku cîhan qala wê dike, vexwînin Enqere, Amed û Îmraliyê? Hûn amade ne ku di vê mijarê de siyasetek bi qasî welatên Rojavayî maqûl pêş bixin? Her çend di demên berê de pirsgirêk hebûn jî, girêdana xwişk-biratiyê ya hezar salî vê yekê dixwaze. Her çend sed salên dawî li derveyî rasyonalîzmê pirsgirêk bûne, ma qanûna xwişk-biratiyê ya hezar salî vê yekê hewce nake?Divê polîtîkayên ku pirsgirêkan bê çareserî dihêlin bi dawî bibin. Divê em bi nêzîkatiyên neteweperest gelan li dijî hev nexin. Divê kes vê aloziyê zêde neke. Bi hev re, divê em têgihîştineke serdema aştiyê biafirînin. Divê em zimanekî guncaw ji bo vê yekê pêş bixin. Divê em ji îfadeyên cudakar, provokatîf û redker dûr bisekinin. Divê em vê biharê veguherînin serdema aştiyeke rastîn ku tê de gel rêzê li hev digirin.
Êdî dem dema aştiyê ye. Wêrekiya ku di şer de hatiye nîşandan, divê di aştiyê de jî were nîşandan. Ev meydan îradeya xurt a gelê Kurd nîşan dide, ku doza hebûna xwe û jiyana azad dike. Ev îrade li seranserê Kurdistanê bi eşkereyî tê îfadekirin. Kurd bi hebûn û welatê xwe êdî weke rastiyeke nayê înkarkirin. Ev rastî nayê vegerandin. Kurd niha hişyar in û li her derê bi vê hişmendiyê tevdigerin. Ew li ser axa xwe, li bajarên mezin û li dîasporayê xwedî hebûnek xurt in. Di heman demê de, ew bûne hêzek siyasî ku bandorê li çarenûsa xwe dike. Kesên ku dixwazin li Tirkiye û Rojhilata Navîn xwedî gotin bin, nikarin vê rastiyê paşguh bikin. Tiştên qewimîne û yên biqewimin, îspata vê ya herî mezin e. Em minetdarê Rêber Apo, şehîdên xwe, xwendekarên hêja yên Rêber Apo, dostan û gelê xwe yên fedakar in ku gelê Kurd anîne vê astê. Hûn di tarîtiya Rojhilata Navîn de mîna rokê derketin. Ronesansa Rojhilata Navîn teqez wê ji Kurdistanê bilind bibe. Bi azadiya jinê, felsefeya ‘Jin jiyan azadî’ û hurmeta ji bo hebûna cehwerî ya gelan xwedî kapasîteyeke welê ye ku hemû hesabên qirêj têk bibe.
Em bang li hemû civakên bawerî û gel ên Rojhilata Navîn dikin, vî destî bigirin. Li dora vê fikrê kom bibin. Em bi hev re di wateya rast de dikarin bibin EM. Mîna darekê yek, mîna daristanekê em dikarin bi xwişk-biratî bijîn.
Bi van hestan em cejna Newrozê ya hemû gelên xwe pîroz dikin. Newroz herî zêde li we tê. Newroz herî zêde li berxwedêr û têkoşeran tê.
Hûn her bijîn, azad bijîn, bi xwişk-biratî bijîn.
Newroza we pîroz be!
Em ê bi ser bikevin, em ê bi hev re bi ser bikevin.”

