Yekşem, 20 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li sê bajaran bang: Girtiyên nexweş serbest berdin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê Şehîd Dîlan Şirnex hate veşartin: Bi evînekî mezin têkoşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gora komî ya li mezargeha Şerfedîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera damezrandina PYD’ê li Silêmaniyeyê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mûsa Anter li cihê lê hate qetilkirin hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrettîn Demîrtaş: Komîn ruhê jiyana hevpar û azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Apoyî li Merîwanê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Osmaniyeyê 4 mêr jinekî ducanî qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Em dixwazin Abdullah Ocalan li qadên Newrozê bibînin’
Rojane

‘Em dixwazin Abdullah Ocalan li qadên Newrozê bibînin’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, di Newroza li Mêrsînê de axivî û got, “Salek şûnda, ne peyam em dixwazin Abdullah Ocalan bi xwe li qadên Newrozê bibînin. Ji bo vê yekê, em dibêjin ku divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 2 dq.
Parvekirin

Li Mêrsînê tevî barana zêde jî, Newroz hat pîrozkirin. Welatî ji serê sibê ve gihîştin Qada Tirmil a navçeya Akdenizê. Welatiyên ji her temenî, bi cilên gelêrî yên bi rengên kesk, sor û zer qad xemilandin, li ber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” govend gerandin. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtin û axaftinan dest pê kir.

Hevberdevkên Komîteya Amadekar a Newrozê, gel silav kirin û peyamên ji bo pîrozbahiyê hatin xwendin. Piştî peyamên girtiyên siyasî, peyama Newrozê ya Rêber Apo hate parvekirin. Posterên Rêber Apo û wêneyên pêşengên Kurdan Mazlûm Dogan, Sema Yuce û Zekiye Alkan li qadê hatin hilgirtin.

Agirê Newrozê bi dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” û “Bê Serok jiyan nabe”hate vêxistin. Piştre aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Kaya, axivî û hevrêyên jin ên di girtîgehê de silav kir û got, “Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin. Em dixwazin salek şûnda Rêbertî nava xwe de bibînin.”

Piştre hunermendên herêmî derketin ser dikê.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî ev tişt gotin, “Em silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin û Newroza Birêz Ocalan pîroz dikin. Kurd jiyaneke azad, demokratîk û aştiyane dixwazin. Têkoşîna li girtîgehan me anî vê rojê. Dem dema xurtkirina ruhê neteweyî yê ku di pêvajoya Rojava de derket holê ye. Divê Meclîs demildest gavên pêwîst bavêje; deriyên girtîgehan werin vekirin, dawî li pêkanîna qeyûman bînin û hevşaredar vegerin ser wezîfeyên xwe. Salek şûnda, em naxwazin hîn jî peyaman bixwînin; em dixwazin Birêz Ocalan di pîrozbahiyên Newrozê de bibînin. Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin.”

Piştî axaftinan hunermend Rûken Yilmaz derket ser dikê û pîrozbahî bi stran û gerandina govendan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MERSÎN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne
Nûçeya Pişt re Newroza Stenbolê: Cihê Rêbertî nava gel e, ne girtîgeh e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandara YPJ’ê: Kî êrîşî Kobanê bike wê li Şerê Gel ê Şoreşgerî biqelibe

Ji fermandarên YPJ'ê Sarya Efrîn anî ziman ku ew li Minbic, Tişrîn û Qereqozaxê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kelarê pêşangeheke pirtûkan hat vekirin

Li bajarokê Kelarê, bi hevkariya Pirtûkxaneya Giştî ya Germiyanê û weşanxaneya Fam, Rehend û Edîban…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta demkî ‘vekirina nû’ ya Nexweşxaneya Şedadê ku bi salan in xizmetê dide, ragihand

Tevî ku Nexweşxaneya Şedadê beriya 4 salan ve ji hêla Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Cangorî li Esenyûrtê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di roja dawî ya hilbijartinên Rûsyayê de Moskow bû hedefa êrişa droneyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûrten Karagoz: Girtî dixwazin ku pêşî li pêvajoyê bê vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Raziye Ozturk: Karê komîsyonê divê sînoran danîne pêşiya rola Birêz Ocalan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?