Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêşiya avahiya PYD`ê ya li bajarê Til Temirê têkildarî daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi zimanê kurdî ji hêla endama Meclisa Ciwanan a PYD`ê ya Til Temir Lînda Yûnis û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Rêveberiya Meclisa Ciwanan a PYD`ê ya Zirganê hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku biryara ku hatiye dayîn a têkildarî perwerdeya zimanê kurdî li dibistanan ne li gorî daxwazên xwendekaran û mafê wan ê perwerdeya bi zimanê dayikê ye, parastina ziman û çandan li Sûriyeyê girîng e, divê mafê perwede û çandî yê pêkhateyan neyê paşguhkirin.
Di daxuyaniyê de bang li Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz hat kirin ku careke din biryara xwe di ber çavan re derbas bike.

