Ji bo şermezarkirina salvegera 28’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku ji 9’ê Cotmehê (1998) destpê kir, şêniyên bajarên Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê xwepêşandan lidar xistin.
Li bajarê Qamişlo xwepêşandan ji Çerxerêya Sonî destpê kir. Xwepêşandêran wêneyên Rêber Apo, sembolên kurdî, pankartên “Em bi însiyatîfa Aştî û Civaka Demokratîk a ku wê Komploya Navneteweyî û pergala Îmraliyê têk bibe re ne” rakirin.
Li bajarê Amûdê xwepêşandan bi beşdariya şêniyên bajêr û endamên saziyên civaka sivîl û meclisa bajêr, ji Qada Jina Azad bi berzkirina sloganên der barê şermezarkirina komployê destpê kir.
Li bajarên Tirbespiyê xwepêşandan ji pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan destpê kir û li ber avahiya Kongra Star bi dawî bû.
Di xwepêşandanê de wêneyên Rêber Apo hatin rakirin.

