Yekşem, 12 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê hilbijartina Muhammed Seîd Amêdî ya ji bo serokkomariya Iraqê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo Meşa Gemlîkê em li Stenbolê karekî berfireh dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê piştî 31 salan hate berdan: Heta ku Serok Apo azad nebe, azadî heram e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Asayîşê şehadeta fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ragihand
Rojava

Asayîşê şehadeta fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ragihand

Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ragihand ku fermandarên wan Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) û Azad Helebe (Wedah Salah Bilal) ên ku bi fedaî şer kirin, şehîd bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Çile 2026 Dema xwendinê: 11 dq.
Parvekirin

Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi daxuyaniyekê şehadeta fermandar Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) û Azad Heleb (Wedah Salah Bilal) ku duh di berxwedana li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bi rengekî fedaiyane şerkirin û gihiştin şehadetê, ragihand.

Daxuyaniya Fermandariya Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê wihaye;

“Em her du fermandarên xwe yên fedayî rêheval Ziyad Heleb û Azad Heleb bi bîr tînin.

Hevalê me Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku di Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de cih digirt û Endamê Fermandariya Giştî hevalê Azad Heleb (Wedah Salah Bilal) bi ruhekî fedayî têkoşiyan û di berxwedaniya dîrokî ya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de di 10’ê Çileya 2026’an de gihaştin şahadetê.

Di şexsê fermandarên me Ziyad Heleb û Azad Heleb de, em hemû şehîdên xwe yên berxwedaniya Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi rêzdarî bîr tînin û ji malbatên şehîdên xwe yên canbexş û gelê xwe yê welatparêz sersaxiyê dixwazin.

Ji 6’ê Çileya 2026’an ve, komên çete yên girêdayî hikûmeta veguhêz ên Şamê bi her cûre çekan û rêbazên hovane êrîşî taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd kir. Çeteyên girêdayî Şamê bi alîkariya dewleta Tirk ve bi her cûre çekên hewayî û bejahî êrîşên giran li ser gelê me pêk anîn. Li hemberî van êrîşan, gelê me yê berxwedêr û hêzên ewlekariya herdû taxan dest bi têkoşînê kir û derbên giran li çeteyan dan. Gelek tang û seyarên zirxî yên dijmin hatin rûxandin û di her çalakiyekê de gelek çeteyên girêdayî Şamê hatin cezakirin. Dijmin her ku derbên giran dixwar berê xwe dida gel û hîn zêdetir bi hovane êrîş dikir. Li hemberî van êrîşan; gel û hêzên me yên canbexş têkoşînê di asta herî jor de meşandin. Bi pisporî û ezmûnên xwe yên salan Fermandar Ziyad Heleb û Azad Heleb ji kêliyên destpêkê ve pêşengiya şer û berxwedaniyê kirin. Di her kêliya şer de; bi heval û gelê xwe re mil bi mil têkoşiyan û bûne çavkaniya moral û berxwedaniyê.  Di nav berxwedaniyê de çeper bi çeper digeriyan û bi şervanên xwe re şer pêşwazî kirin. Di her kolan û çeperên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd de li dijî çeteyan berxwedaniyeke dîrokî meşandin. Heta kêliya dawî ya berxwedaniya bêhempa, li hemberî hemû êrîşên li dijî gelê me bûne mertal. Li hemberî siyaseta radestî, xeta fedayî û milîtaniyê pejirandin û berxwedaniya dîrokî bi seknên xwe tacîdar kirin.

 

ZIYAD HELEB

Hevalê Ziyad Heleb ku Fermandariê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû, di  sala 1988’an de li Efrînê  jidayik bûye. Tevî 6 xwişk û birayên xwe di nav malbateke welatparêz de mezin dibe. Di ciwaniya xwe de jî; di nav derdoreke ku hestên kurdewar xurtin dimîne. Ji ber van sedeman her dem di nav lêgerînan de bû ku; ji bo gel û welatê xwe bixebite.

Di sala 2011’an de, bi destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyê re,  di nav refên YPG’ê de ji bo parastina welat û gelê xwe tevlî berxwedana Helebê dibe. Di navbera salên 2011 û 2015’an de, him rejîma Baas û him jî komên çete yên cûrbecûr êrîşî Helebê kirin. Li hember van êrîşan, li Helebê şerê gel ê şoreşgerî hate meşandin. Rêhevalê me Ziyad di van berxwedanên şoreşgerî yên gel de; çalakiyên pratîkî yên bihêz pêk anî û di milê leşkerî de tecrûbeyên mezin bidest xist. Di vê serdemê de li Helebê şerên kolan bi kolan û mal bi mal diqewimîn. Di tevahiya van berxwedanan de, rêheval Ziyad bi çalakbûna xwe ya leşkerî hemû êrîşan têk bir û bi fedakarî ji bo gelê xwe têkoşînê meşand.

Fermandar Ziyad Heleb, ne tenê di milê leşkerî de; di warê bîrdozî û siyasî de jî xwe pêşxistibû. Bi kesayeta xwe ya xwezayî ve; di dilê her hevalekî de cih girtibû û di giştî jiyanê de pêşengî dikir. Bi hestên xwe yên bilind ên welatparêziyê ve li hemû herêmên lê têdikoşiya ve pir dihat hezkirin. Bi taybetî gelê me yê Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi heval Ziyad ve gelekî girêdayî bû.

Ji kêliya ku tevlî têkoşîna azadiyê bû ve, her tim xwe pêşxist, perwerde kir û di asta fermandariyê de pisporî bidest xist. Ji hêla leşkerî, bîrdozî û siyasî ve gihaşt asta pêşengiyê. Rêheval Ziyad, her tim qirkirina li ser gelê me hîs dikir û erkên xwe yên milîtanî bi baldarî pêk anî. Li her cihê ku pêwîstî pê hebû, bi ruhekî  fedayî beşdarî xebatan bû.

Fermandar me yê Ziyad Heleb, beriya bigihêje şahadetê van gotinên xwe yên dîrokî anîbû ziman; ‘‘Em zarokên vê derê ne; em li vir jidayik bûn, mezin bûn û em ê li vir bimînin. Me ji bo ti kesî pirsgirêk dernexistiye.  Em bi salan e li van taxên xwe bi xelkê herêmê re  di nav aramiyê de dijîn. Ger hêzên li hemberî me şer îlan bikin,  provokasyon û  êrîşên leşkerî berdewam bikin, destên me jî ne girêdayî ne. Em sond dixwin ku em gelê xwe biparêzin û nehêlin kes wan zilm bike. Em ê şer bikin heta henaseya xwe ya dawî. Me biryara mirinê daye. Ji bilî mirinê ti biryareke me ya din tune. Em ê kolan bi kolan, mal bi mal şer bikin.  Em ê ti carî paşve gav neavêjin û heta ku yek ji me bimîne em ê şer bikin. Divê ev berxwedaniya me bê dîtin. Em li vir rengê rûmeta gelê xwe ne. Rûhê me fedaiyê gel e. Em  li vir, rumet û hebûna gelê Kurd diparêzin. ‘‘

Heval Ziyad, heta kêliya xwe ya dawî, bi qehremanî li ber xwe da û radestî dijmin nebû. Wek şoreşgerekî zelal, paqij û xwezayî her tim helwesta xweya şoreşgerî parast. Tu carî li hember neheqî û koletiyê serî netewand. Mîna hemû jiyana xwe,  di berxwedana Şêx Meqsûd de jî, bi serbilindî peşengiya  xeta Kurdê Azad kir. Li dijî polîtîkaya radestî û xiyanetê ya ku dijmin ferz dikir, Fermandar Ziyad ji sekn û şêwaza xwe ya şer û jiyanê ti carî tawîz neda.

Fermandar Ziyad, heta dîroka 10ê Çileya 2026an ango heta roja gihaşt şahadetê jî bi fedakarî têkoşiya. Bi helwesta xwe ya fedakar; di berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê de bû sembola têkoşînê.

AZAD HELEB

Hevalê me Azad Heleb ku Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû; bi eslê xwe ji Efrînê ye û  di sala 1994’an de li Helebê di nav malbateke welatparêz de jidayîk dibe. Bi giştî 10 xwişk û birane û di nav welatparêziya gelê me yê Efrînê de de mezin dibe. Hevalê me Azad Heleb, zewicî bû û bavê 2 zarokan bû. Ruxmî berpirsiyariyên xwe yên malbatî, her dem rizgariya gel û welatê xwe esas girt û bi vê bîr û baweriyê di sala 2011’an de li nav xebat û têkoşîna Helebê de cihê xwe girt. Fermandar Azad Heleb, ji sala 2011’an heta kêliya şahadeta xwe di hemû berxwedaniyên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê de cih girtiye. Rêhaval Azad, li hemberî hemû gef û xeteriyên li ser gelê xwe di asta milîtaniya serdemê û welatparêziya rastîn de têkoşiya. Rêheval Azad Aramiya malbata xwe, di rizgarkirina welatê xwe de didît û her dem di asta herî jor de tevlî hemû xebatên parastina gelê xwe bû. Parastina gel ji boyî xwe kiribû felsefeya jiyanê.

Fermandar Azad Heleb 15 salên jiyana xwe ango nêviyê jiyana xwe ji bo rizgarî û aramiya gelê xwe bexşand. Ruxmî temenê xwe yên ciwan; di hemû êrîşên li ser gelê xwe de pêşengî kir û ji sekna xwe ya berxwedêr tawîz nedan.

Rêheval Azad Heleb, li dijî êrîşên di 6’ê Çileya 2026’an de destpê kirî, di asta fermandarî de pêşengiya têkoşînê kir. Ji roja yekem a şer ve, li Girê Kestelo’ya girêdayî Şêx Meqsûd’ê berpirsiyariya berxwedana dîrokî girt li ser milê xwe. Di vê berxwedanê de, gelek wesayîtên zirxî û leşkerî yên dijmin îmha kir û bi dehan çeteyên destbixwîn ceza kir.  Fermandarê me Azad Heleb di tevahiya berxwedanê de pêşengiya xwe parast û ji bo hemû berxwedêrên li kêleka xwe bû çavkaniya coş û moralê.

Herdu fermandarên me Azad û Ziyad, di berxwedana dîrokî ya Eşrefiye û Şêx Meqsûd de wekî sembolên pêşengiya fedakar di dîroka me ya şoreşgerî de cihê xwe girtine. Ev helwesta canbexş a her du fermandaran li hemberî hemû bangên radestiyê têkoşîna bi rûmet hilbijartin û  ji bo berxwedana dîrokî ya hemû gelên Kurdistanê bûne remz û mîrateyek mezin.

Ji ber şehadeta herdû fermandarên me  Ziyad Heleb û Azad Heleb em ji malbat û hemû gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Di şexsê herdû fermandarên xwe de soz û girêdayîna xwe ya bi şehîdan re dubare dikin.

Nasnameya her du fermandaran wiha ye;

Nasnav: Ziyad Heleb
Nav ûPpaşnav: Ziyad Qedûr
Navê Dayik: Zeyneb
Navê Bav: Zeim
Cih û Dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026

Nasnav: Azad Heleb
Nav û Paşnav: Wedah Salah Bilal
Navê Dayik: Cihan
Navê Bav: Salah
Cih û dîroka Şahadetê: Heleb/Şêx Meqsûd- 10 Çile 2026”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êlihê serdegirtina malan a ji ber Helebê: 4 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re ‘Êrişên li Helebê sûcekî eşkere yê li dijî mirovahiyê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li gelek bajaran êrîşa li ser Kurdan veguherî hêrseke mezin

Êrîşa li ser zimanê Kurdî li gelek bajaran hate protestokirin. Di daxuyaniyan de hate diyarin…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em li kêleka xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ne

Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên hukûmeta demkî ya Şamê ya li ser taxên şêx Meqsud…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê

Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9’emîn tê hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê di şerê 40 rojî de nêzî 500 jinan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Welatparêz Meşo Hesen koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?