În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê
Jin

Jinên Kurd ên li Ewropayê dadikevin qadan: Bibin dengê xweparastinê

Bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ di 3'ê Tebaxê de wê li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma 'Li dijî qirkirina jinê bibin dengê xweparastinê' çalakî bêne lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) û Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) di 3’ê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ çalakiyan lidar dixin.

Têkildarî çalakiyan daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, “Bi nêzîkbûna 3’ê Tebaxê re em rêxistinên jinan ên li Ewropayê ji bo qirkirina DAÎŞ’ê ya sala 2014’an li Şengalê li dijî gelê Êzidî kir, di salvegera 10’emîn de şermezar bikin, careke din dadikevin qadan. Em vê dema ku dewama polîtîkayên bênasnamehiştin, kolekirin, destdirêjî û zilma li Êzidiyan e, bi hezaran carî şermezar dikin.”

‘DI 3’Ê TEBAXÊ DE JIN HATIN QIRKIRIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di vê komkujiyê de ku di bin serweriya Dewleta Îslamê de hate kirin, bi taybetî jinan êşên giran kişandin. Bi hezaran jin ên ciwan ên Êzidî û zarok hatin revandin, li bazarên koleyan hatin firotin, destdirêjî li wan hate kirin. Ji 3548 jinên dîl hatin girtin heta niha tenê 1207 hatin rizgarkirin. Hîn jî aqûbeta jinên winda nayê zanîn bê sax in an na, lê belê hêviya malbatên wan a ji bo dîtina wan, her wiha têkoşîna di vê oxirê de dewam dike. Ev qirkirina ku weke şerma herî mezin a sedsalê kete hişê me, ji bo me qirkirinek li hemberî tevahiya cîhanê û jinan e.

Di salvegera 10’emîn a vê hovîtiyê de ji bo Êzidiyan û hemû hindekariyên bindest, ji bo parastina azadî, wekhevî û edaletê em di nava piştevaniyê de ne. Ji qirkirinê û vir ve me dît ku li Şengalê jiyan, çand û civak tê tinekirin. Piştî vê komkujiyê ku lîderên wan û kesayetên girîng hedef hatin girtin û kuştin, Êzidî li hev kom bûn, ji bo xwe ji komkujiyeke nû biparêzin rêxistiniyên xwe yên xwerêveberî û xweparastinê afirandin. Tevî vê yekê jî gefê mezin li ser destketiyên wan hene.

Dewleta Tirk û hevalbendên wan di 9’ê Cotmeha 2020’î de ji bo tinekirina van rêxistinî û saziyên xwerêveberî û xweprastinê û jinûve bicihanîna sîstema xwe ya zordariyê, peymanek mohr kirin. Gelek caran dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişî xweseriya Şengalê kir. Dewleta Tirk ku piştevanê herî mezin ê Dewleta Îslamê ye, bi êrişên bi rêya ÎHA’yan sivîlan û zarokan dike hedef. Em biryardarî û soza xwe ya ji bo pêkanîna Êzidxana xweser û azad dubare dikin ku hesreta Mam Zekî Şengalî, Bêrîvan Şengalî, Zerdeşt Şengalî û Agît Civyan bû.”

‘JI BO GELÊ ÊZIDÎ XWESERÎ ŞERT E’

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Ji bo gelê Êzidî xweserî şert e. Em bang dikin ku li hemberî van êrişan yekîtî bê kirin. Her wiha bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê têkoşînê de piştgiriya me bike. Ji bo naskirina qirkirina ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de hate kirin û hesabpirsîna ji sûcên li dijî civaka Êzidî em daxwaza avakirina dadgeheke navneteweyî dikin. Gelekî girîng e ku DAÎŞ û milîsên Îslamî yên ji qirkirina civaka Êzidî berpirsyar in ji kampan (Holê) bêne vekişandin û li welatên wan ên li Ewropayê ji ber encamên çalakiyên xwe bêne darizandin. Ji bo pêşî li êş û hilweşînê bê girtin, divê êrişên hewayî yên li ser Şengalê bêne rawestandin.

Li ser vê bingehê bi pêşengiya TJK-E û SMJÊ wê di 3’ê Tebaxê de li gelek bajarên Ewropayê bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ çalakî bêne lidarxistin. Em bang li jinan û tevahiya gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.”

DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN

Li gorî daxuyaniyê dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ne:

Çalakiyên di 2’ê Tebaxê de bêne lidarxistin:

Bremen
Saet: 15.00
Cih: Am Marktplatz

Helsingborg
Saet: 17.00
Cih: Gustav Adolfs torg

Çalakiyên di 3’ê Tebaxê de bêne lidarxistin:

BELÇÎKA

Liege
Saet: 18.00
Cih: Pêşiya Stasyonê

AWÛSTÛRYA

Viyana
Saet: 18.30
Cih: Parlamento

ELMANYA

Saarbrücken
Saet: 17.00
Cih: Europa Galerie

Frankfurt
Saet: 13.00
Cih: Rathenau Platz

Leipzig
Saet: 15.00
Cih: Augustusplatz

Stuttgart
Saet: 14.00
Cih: Königstr./Ecke Marstallstr.

Düsseldorf
Saet: 15.00
Cih: Platz des Landtages 1/Pêşiya Parlamentê

Berlin
Saet: 18.00
Cih: Bebel Platz/ Unter der Linden

Hannover
Saet: 12.00
Cih: Steintor Platz/Am Steintor

Göttingen
Saet: 12.00
Cih: Gänseliesel

Kiel
Konê Agahdarkirinê
Saet: 15.00-17.00
Cih: Europaplatz

München
Saet: 15.00
Cih: Sendlinger Str. 8

SWÎSRE

Zürich
Saet: 16.30
Cih: Helvetiaplatz

Lausanne
Saet: 13.00
Cih: Église Saint-Laurent

SKANDÎNAVYA

Stockholm
Saet: 15.00
Cih: Sergels torg

Kopenhag
Saet 13.00
Cih :Gammeltorv

Oslo Norveç
Saet: 15.00
Ceh: Tønsberg Torv

ÎNGILISTAN

London
Saet: 17.00
Cih: trafalgar Square/WC2N 5DS

HOLLANDA

Amsterdam
Saet: 13.00
Cih: Central- Station

FRANSA

Villers-le-bel ve Drancy
Cih : Villers-le-bel Gar
Saet : 18.00

Montes-la-jolie
Stant û agahdarkirin
Cih: Gar
Saet: 17.00

Marsilya
Saet : 10.00
Cih : Cenieber/Marsilya.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kuştina Haniyye: Rayedarên Îranê gefa bersivdanê xwarin
Nûçeya Pişt re Rojnamevanên jin li dijî biryarên îdamê daxuyaniyek hevpar dan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mekkeyê herî kêm 577 hecî mirin

Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Îsraîl guh nade hişyariyan: Li Refahê nêzî 100 kes hatin kuştin

Îsraîl li gel nerazîbûnên zêde jî bombardûmaneke giran li ser Refahê dike ku nêzî sînorê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê

Xelkê Dêrikê soza xwe dubare kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker xaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?