Pêşveçûnên bilez ên teknolojî û hişê çêkirî (artificial intelligence) li temamê cîhanê belav bûne, bandor li ser jiyana mirovahiyê çêkirine, carinan wek metirsiyeke mezin jî tên dîtin ku ji bo şer û sîxuriyê tên bikaranîn. Niha pêşveçûnên bilez ên hişê çêkirî bandor li ser nasnameya neteweyî çêkiriye û ew lawaz kiriye. Têkildarî mijarê Endamê Desteya Mafên Dîjîtal a Iraqê Aso Wehab ji ANF’yê re axivî.
Aso Wehab diyar kir ku teknolojî di nav bîst salên borî de bi awayekî bilez pêş ketiye, bi du aliyên cuda mezin dibe, ya yekem leşkerî û ya duyem sivîl e û wiha got: ” Em dikarin di her du beşan de sûdê jê wergirin da ku em bandorê li ser derûniya kesên li hemberî xwe bikin. Ji aliyê leşkerî ve xebat li ser mijarên sîxuriyê hatiye kirin. Tiştên herî berbiçav ên ku di raboriyê de eşkere bûne, ew belge ne ku Edward Snowden der barê teknolojiyê de wek amrazeke sîxuriyê eşkere kirine. Em dibînin ku teknolojiyên nifşa şeşem çi di asta çekên giran de û çi di asta çekên sivik de bi giştî tên bikaranîn. Ji aliyê sivîl ve teknolojî ji bo berhevkirina agahiyan tê bikaranîn. Hewldanên di navbera lîstikvanên mezin ên cîhanê de hewldana bidestxistina zêdetirîn agahiyan e, ev pêşbaziya ku niha di navbera Çîn û Amerîkayê de heye girêdayî vê mijarê ye.”
‘MEDYAYA DIJÎTAL BANDOR LI SER NASNAMEYA NETEWEYÎ ÇÊKIRIYE’
Pisporê teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku medyaya dijîtal bandore li ser nasnameya neteweyî çêkiriye û wiha pê de çû: “Eger em li şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê û ya ku niha di navbera Îsraîl û Îranê de heye binêrin, em dibînin ku piraniya şer û giraniya şer li ser medyayê ye, ew nasnameya ku di deh salên borî de li ba takekesên Ereb hebû, ne heman nasnameya îro ye. Îro teknolojiyê bandoreke mezin li ser nasnameya neteweyî û ramanê çêkiriye. Ew teknolojiya ku îro bi rêya medyaya dijîtal ji welatiyên re tê pêşkêşkirin û gerîna li înternetê bûne sedem ku bi giştî nasnameya neteweyî li hember nasnameya gerdûnî lawaz bibe.” Aso Wehab di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kesekî diyarkirî li pişt vê teknolojiyê tune ye, dezgeheke mezin wê bi rê ve dibe û wiha berdewam kir: “Eger em Amerîkayê wek mînak bigirin, gelek dezgehên curbecur hene ku li ser vê mijarê dixebitin, ev saziyên ku li pişt vê mijarê ne xwe di Kongreya Amerîkî de dibînin.
Yanî em li hember gelek dezgehan in ku berjewendiyeke wan a hevpar heye û ji bo guhertina raya giştî dixebitin, dixwazin serweriya Amerîkayê li seranserê cîhanê ferz bikin. Bi heman awayî ev sazî li Brîtanya û Çînê jî hene, li gelek welatên din ev sazî hene ku kar û siyasetên xwe dikin û ji bo firehbûna xwe ya di warê teknolojiyê de dixebitin.
Gelek fîlm û belgefîlm hene ku behsa vê yekê dikin ka çawa teknolojî ji bo jêbirina nasnameya neteweyî û şûştina mêjî kar dike. Ji ber ku karê van saziyan ew e ku baweriyên nû bidin gel, li şûna ku karê sereke yê welatiyekî Kurd rizgarkirina Kurdistanê be, berê wî diguherînin da ku wek welatiyekî gerdûnî tev bigere. Ev jî karê sereke yê wan e ji bo ku li ser mêjiyê me kar bikin.”
‘ŞERÊ ELEKTRONÎK DESTPÊKEK E JI BO RAGIHANDINA ŞER’
Aso Wehab bilêv kir ku pêwîstiya bi avakirina siyaseteke niştimanî heye û got: “Divê gelek alî beşdarî vê siyaseta niştimanî bibin, hikûmet divê avakarê vê siyasetê be û praktîze bike. Di nav hikûmetê de jî saziyên wekî Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind divê beşek bin ji vê siyasetê û li ser wê bixebitin. Rola rêxistinên civaka sivîl di vî warî de pir girîng e, ji ber ku li seranserê cîhanê jî bi vî rengî ye. Divê em roleke baş bidin rêxistinên civaka sivîl, bi taybetî yên ku di warê teknolojî û mafên dîjîtal de dixebitin. Dema ku em bikarin vî karî bikin û gelekî hişyar bigihîje, em dikarin li hember pêlên şûştina mêjî rawestin û di heman demê de şiyanên xwe pêşve bibin. Berê bombebaran ragihandina destpêka şer bû, lê îro şerê elektronîk destpêkek e ji bo ragihandina şer.”