Sêşem, 9 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gengeşiya li ber avahiya CHP’ê ya Stenbolê mezin dibe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî sedana şîna şehîdên li Nisêbînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tekîn bi piştgiriya polîsan kete hundirê avahiya Serokatiya Stenbolê ya CHP’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan êrîş birin ser CHP’iyan: 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Celal Firat: Polîtîkaya desteserkirinê veguherî rewşeke sîstematîk

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Wanê bi girseyî serdana merasîma sersaxiyê ya gerîlaya YJA Starê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê pêşenga enternasyonalîst Emîne Erciyes û du hevrêyên wê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayan: Rêber Apo deriyê jiyaneke nû vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kemal Pîr: Yê ku li ber ronahiya heqîqetê meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê şehîdeke HPJ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Amed û Şivan rêya heqîqetê hilbijartin û bûn fermandarên serdemê’ 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Hevala Bêrîtan sembola xeta welatparêziya Kurdistanê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin di pêvajoya aştiyê de divê bibin xwedî gotin, ne bibin temaşevan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinnews: Di meha Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Edalet Omer: Doza jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dozeke cîhanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirina bi guman a jinan zêde dibe: Şopên lêdanê vedişêrin û dibêjin ‘xwe kuştiye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê mehekê 3 jin hatin qetilkirin, 5 jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Agirê Jiyan piştî 7 salan konserê dide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Astengkirina mafê perwerdehiya zimanê dayikê sûcekî li dijî mirovahiyê ye’
Rojane

‘Astengkirina mafê perwerdehiya zimanê dayikê sûcekî li dijî mirovahiyê ye’

Di çalakiyên ji bo daxwaza zimanê fermî yê perwerdehiya Kurdî hatine lidarxistin de hate gotin ku bi mîlyonan zarok nikarin bi zimanê dayikê dest bi dibistanê bikin û gotin, "Her zarokên ku perwerdehiya zimanê dayikê nabîne, di jiyanê de paşde dimîne."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Îlon 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Komele û platformên ku ji bo daxwaza ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê xebatên xwe didomînin, ji bo sala nû ya perwedehiyê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.

AGIRΠ

Komeleya Kurdî-Zan Ararat a Çand û Zimanê Kurdî ku li Agiriyê xebatan dimeşîne, ji ber avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) heta Kolana Tahir Elçi meşek li dar xist. Di dema meşê de dirûşmên wekî “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me rûmeta me ye” û “Bijî zimanê Kurdî” hatin berzkirin.

Beşdaran pankarta bi nivîsa “Bingeha Aşîtî û Civaka Demokratîk bi fermîbûna zimanê Kurdî tê avêtin” û dovîzên “Kurdî nasnameya me ye”, “Perwerdehiya bi Kurdî” û “Her dem Kurdî her der Kurdî” hilgirtin. Parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demir, Heval Bozdag û Sırrı Sakık jî tevlî meşê bûn.

Di daxuyaniya ku li Kolana Tahir Elçi hate dayîn de Hevseroka Komeleya Kurdî-Zan Ararat axivî. Komele û platformên ku ji bo fermîbûna zimanê Kurdî û bikaranîna wê wekî zimanê perwerdehiyê xebatan dimeşînin, bi boneya destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê li gelek bajaran çalakiyên curbicur lidarxistin.

ŞIRNEX 

Li Cizîrê bi tevlibûna parlementerên DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin, Mehmet Zekî Îrmez, Ferît Şenyaşar, rêxistinên siyasî saziyên civaka sivîl, endamên TJAyê û endamên komeleyên ziman ên Cûdî-Der û Birca û gelek welatiyan ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerde û fermî meş hat lidarxistin û daxuyanî hat xwendin.

Girseya ku li ber Komeleya Birca Belek kom bûyî bi pankarta, ‘Em perwerdehiya bi kurdî dixwazin’ meşiyan. Di meşê de dirûşmeyên, ‘Bê ziman jiyan nabe’ û ‘Zimanê me rûmeta me ye’ heya kolana hunerê meşiyan.

Li kolana hunerê Rêveberê Komeleya Birca Belek Rojger Nûh Ant daxuyanî xwend û got; “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê kurd e.”

Ant diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya zimanê kurdî rabin û axaftina wiha berdewam kir; “8ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tunekirinê ye. Em naxwazin em êdî li dibistanan nasnameya xwe ji dest bidin. Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya kurdî bên rakirin.”

Ant herî dawî bang kir ku ji bo zimanê Kurdî têkoşîn were bilindkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi kurdî û misogerkirina statuya kurdî bi dengekî berz bînin ziman.”

Piştî daxuyaniyê parlementera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin axivî û got ku divê demildest zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

AMED

Saziyên Ziman ên Kurdî yên Amedê û Şaxa Hejmar Sendîkaya Kedkarên Zanist û Xizmetên Civakî (Egîtîm-Sen) a Amedê bi boneya destpêkirina serdema nû ya perwerdehiyê bi dirûşma “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafê hemû zarokan e” li pêşiya pêşiya avahiyê Gerînendetiya Perwerdeya Mîllî ya Amedê daxuyanî dan.

Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê, Dayikên Aştiyê, gelek zimanzan, mamosteyên Kurdî, nûnerên Egîtîm-Senê û welatî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de “Em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin” û “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê hemû gelan e” hate vekirin. Her wiha kesên tevlî daxuyaniyê bûne “Ma perwerdeyîya bi Kurdkî wazena”, “Bila Kurdî bibe xwedî statû” û “Kurdî nasnameya me ye” hatin rakirin.

Kirmanckiya Daxuyaniyê Endamê ya Hejmar 1’ê ya Amedê Serhat Kiliç, Kurmanciya wê jî ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran xwend.

Hevsorokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-Der) Remzî Azîzoglû beriya daxuyaniyê axivî û got: “Qaşo li Meclîsê têkildarî pêvajoyê Komîsyonek hatiye avakirin lê li aliyê din nahêlin bi Kurdî were axaftin. Hişmendî qet neguheriyê. Li aliyêkê dibêjin em ê pirsgirêka 40 salan çareser bikin ku pirsgirêka 100 salî ye, li aliyê din de jî şûr nîşanî me didin.”

Ji Dayikên Aştiyê Raîfe Ergul bertek nîşanî polîtîkayên yek zimanî da û wiha got: “Em jî dixwazin dewlet gavan bavêje, dibistanên bi zimanê Kurdî veke da ku em jî zanibin em jî ji vî welatî ne. Em jî xwedî ziman û çand in. Herkes di Meclîsê de bi zimanê xwe diaxive lê em nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Ev ne edalet e.”

Ji Enstîtuya Kurdî ya Amedê Elîf Tûran jî di daxuyaniyê de bal kişand ser polîtîkayên li dijî zimanê Kurdî û wiha got: “Çawa ku ji bo hemû gelan perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî xwezayî yê neteweyî ye, ji bo gelê Kurd jî ev maf mafekî xwezayî yê neteweyî ye û têkildarî hebûna gelê Kurd e. Lewre astengkirina vî mafî rasterast nasnekirina nasnameya Kurdan e. Ji bo aştiyê, divê serê pêşîn zimanê gelê Kurd di zagonan de bê misogerkirin û pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê were vekirin.

8’ê îlonê li dibistanên seranserê Tirkiye û Kurdistanê serdema nû ya perwerdeyê dest pê dike. Ji bo Kurdan û gelên din ev ne perwerde ye, ev dema helandinê ye û dema kuştina çandî û tinekirinê ye.  Lazim e ku hemû astengiyên li pêşiya Kurdî bên rakirin û statuya Kurdî bê misogerkirin. Rêyeke din nîn e!

Nûman Kûrtûlmûş di axaftineke xwe de gotibû ‘ti daxwaz nehatine ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê”. Ev dereweke mezin e! Ev bi salan e ku em dibêjin em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin. Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî herî bingehîn ê mirovan e, lewma êdî bêyî nîqaş û paşxistin, lazim e ku ev maf were bicihanîn.

Weke gotineke dawîn, em bang li hemû partî, sazî û dezgehên Kurdan û gelê xwe dikin ku têkoşîna ji bo zimanê Kurdî bilindtir bikin. Li hemberî her cure asîmîlasyonê, malên xwe bikin dibistanên Kurdî û pê re jî, daxwaza ji bo perwerdeya bi Kurdî û misogerkirina statuya Kurdî bi dengekî berz bînin ziman. Perwerdeya bi Kurdî mafê me ye, ne mijara nîqaşê ye! Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin! Qedexekirina perwerdeya bi Kurdî astengiya herî mezin e li pêşiya aştiyê!”

Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bûcak bal kişan ser dîroka zimanê Kurdî û ev tişt gotin: “Bi zimanê Kurdî gelek rewşenbîr, hunermend, wêjekar gihiyan. Helbet zimanê Kurdî jî layîkê zimanê perwerdehiyê ye. Ji kreşan heya zanîngehan em ê bi hev re ava bikin. Em dikarin van tiştan pêk bînin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” hatin berzkirin û li pêşiya avahiyê şaxa Gerînendetiya Perwerdeya Mîlî ya Amedê tevî stranên bi Kurdî govend gerandin.

WAN

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) li ber Midûriyeta Perwerdeya Mîllî ya Wanê bi şîara “Em perwerdehiya bi zimanê dayikê dixwazin” daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdehiya bi Kurdî” hate vekirin û gelek caran dirûşmeyên “Bê ziman jiyan nabe”, “Zimanê me nasname ye”, û “Bijî Statûya Kurdî” hatin berzkirin. Nûnerên DEM Partî, DBP, Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê DEM Partiyê ya Wanê Mahmut Dindar û rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê beşdaran Mesut Kerdîş daxuyaniya çapemeniyê xwend

Di daxuyaniyê de mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî hat xwestin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Li Fransayê hikûmet ket, Macron wê serokwezîrê nû tayîn bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rewşa girtiyê nexweş Poyraz giran e

Rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Onder Poyraz her ku diçe girantir dibe. Hat zanîn ku Poyrazê…

Ji aliyê Stêrk TV

Sevda Karaca: Hem li meclîsê hem jî li kolanan em ê vî dengî bilind bikin

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 96’an de berdewam dike. Parlamentera EMP’ê Sevda Karaca…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di navbera meha Tebax û Îlonê de 16 jin û 5 zarok hatin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li Fransayê hikûmet ket, Macron wê serokwezîrê nû tayîn bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di çalakiya protestokirina qeyûm de 10 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hikûmeta Fransayê li ber hilweşînê ye û kolan tevlihev dibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gengeşiya li ber avahiya CHP’ê ya Stenbolê mezin dibe 

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?