Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bi jinan re dicivin.
Endama Meclîsa Jinê ya DBP’ê Elîf Tûran li ser mijarê ji ANF’ê re axivî û qala atolyeyên xwe û encamên polîtîkayên şerê taybet kir.
Elîf Tûran bal lişand ser şerê li seranserê cîhanê diqewime û got, “Encam û amûrên şer jî cuda ne. Di şer de rê û rêbazên kuştinê têne afirandin. Rêbazeke din jî polîtîkayên şerê taybet e. Armanc ji vê yekê ew e ku mirov ji dîrok, çanda xwe qut bike, hişê mirov ê civakî tine bike, bê îrade bihêle, bê qîmet bihêle, ji cewhera xwe dûr bixîne. Di vê çarçoveyê de bi giranî êriş li ser jin, ciwan û zarokan tê kirin. Li ser vê bingehê weke amûrên şerê taybet; bê îrade hiştin, dûrxistina ji xwe, di bin navê hezkirin û eşqê de xistin, polîtîkayên asîmîlasyonê, dûrxistina ji nasname, ziman û çanda xwe, gotegot, bikaranîn zimanê neyînî, sîxurkirin, dizî, çetetî, rêbaza arabesk, feraseta qederperest, xizanîkirin, koçberkirin, teşwîqa ji bo bikaranîna narkotîkê, destavêtin, destdirêjî, qirkirina xwezayê, qirkirina jinê, dûrxistina ji nirxên exlaqî têne bikaranîn.”
‘HEWL DIDIN CIVAKÊ JI CEWHERA XWE DÛR BIXÎNIN’
Elîf Tûran destnîşan kir ku civakên bêrêxistin li hemberî êrişan bêparastin dimînin û got, “Ji cewher û çanda xwe qut dibe. Ev êrişên li ser nasnameya me ya Kurd ji ber wê ferasetê ye ku li ser me ferz dikin ku em dikarin bibin her tişt, lê belê nikarin bibin Kurd. Hewl didin me ji ziman, çand, îrade û nirxên me qut bikin Weke Meclîsa Jinê ya DBP’ê me biryar dan ku li dijî polîtîkayên şerê taybet atolyeyan lidar bixin û vê yekê kelecaneke mezin da me. Li hemberî van polîtîkayan nedibû ku em bi xemsarî tevgerin. Weke Meclîsa Jinê ya DBP’ê li bajarên Êlih, Sêrt, Şirnex, Erzîrom, Amed, Mêrdîn, Çewlik û Rihayê me bi giştî 39 atolye lidar xistin, di van atolyeyan de bi hezar û 500 jin û jin ên ciwan re li hev civiyan.”
‘LI DIJÎ QIRKIRINA JINÊ DIVÊ EM RÊXISTINIYÊ MEZIN BIKIN’
Elîf Tûran got, “Di karê atolyeyê de me bi hevalên xwe yên jin û jin ên ciwan re sohbet kirin û polîtîkayên şerê taybet nîqaş kirin.”
Elîf Tûran bi dewamî got, “Di van nîqaşan de ya ku bala me kişand ew bû, ha ji pirsgirêkan heye, lê belê di mijara têkoşînê de bendewarî heye. Li bendê ne ku hinek bên têbikoşin, nîşanî ciwanên me û civaka me bidin bê têkoşîn wê çawa bê meşandin. Haya civakê ji vê heye, lê nizane navê van hemûyan şerê taybet e. Di vî karî de me bal kişand ser vê yekê. Armanca dewletê ew e ku civakê ji nirxên xwe yên cewherî dûr bixîne û civakîbûnê biqedîne. Li ser vê bingehê ji bo jinûve avakirina civakîgbûnê, ji bo civaka demokratîk, exlaqî û polîtîk bigihêje nirxên xwe yên cewherî çi ji destê me bê divê em bikin. Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê li dijî vî mejî hîn bêhtir li hemberî qirkirina civakê têbikoşin û bi perwerdeyê rêxistiniya xwe xurt bikin.”