Pêvajoya nû ku bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo destpê kir, ji her beşê piştgiriyê werdigire. Perspektîfa Rêber Apo ya ji bo çareseriyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi berfirehî tê nîqaşkirin. Gel li bendê ye ku dewleta Tirk ji aliyê qanûnî ve gavên şênber biavêje.
Rojnamevan-nivîskar Veysel Avci ku piştî ragirtina 30 salan hate berdan li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Veysel Avci got, “Beriya her tiştî pêvajoya aştiyê ya navborî pêvajoyek pêncî salên têkildarî PKK’ê ye. Ev pêvajo divê weke çareseriya pirsgirêkeke ku Kurd du sed salan ji nedîtî ve hatine, bê nirxandin.
Di vê pirsgirêkê de ku du sed sal in dewam dike, Kurd bi her awayî hatin qirkirin û mexdûrkirin. Yên ku li aştiyê digerin an jî hewcedarê aştiyê ne Kurd nîne. Eger dewlet ji bo aştiyê gavekê neavêje û vê pirsgirêkê çareser neke, wê li daxwazên gel rast bê. Ev rewş li qada navneteweyî jî wê weke pirsgirêkekê li pêşiya dewleta Tirk be.
Pêncî salên komarê bi têkoşîna PKK’ê derbas bûye. Em bala xwe bidinê, vê pêvajoya şer bandor li her qada civakê kiriye. Ji ber vê yekê nabe ku em aştiyê tenê weke pêwîstiya Kurdan bibînin. Eger dewlet dixwaze xwe demokratîk bike, neçar e ku pirsgirêka Kurd çareser bike.”
‘DIVÊ DEWLET BI RENGEKÎ CIDÎ NÊZÎ PÊVAJOYÊ BIBE’
Avci destnîşan kir ku divê dewleta Tirk bi rengekî cidî nêzî pêvajoyê bibe û got, “Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e; di heman demê de pirsgirêka dewleta Tirk e. Pirsgirêka aştiyê ya gelên Tirkiyeyê ye; ne tenê pirsgirêka aştiyê ya Kurdan e. Heta ku dewlet gavê neavêje wê aştiyeke mayinde pêk neyê.
Di vir de faktora Birêz Ocalan gelekî girîng e. Dewleta Komara Tirkiyeyê çi bikira jî nekarîbû fesixkirinê bi PKK’ê bide kirin. Yekane hêz û otorîteya ku dikarîbû vê bike Birêz Ocalan bû û wî ev kir.
Aliyekî din ê vê yekê jî ew e PKK’ê şert û mercên guherî yên serdemê baş şîrove kir, xwe ji hin mijarên siyasî yên dubarebûyî rizgar kir û kete nava pêvajoya veguherînê. Fesixkirina PKK’ê, belavkirina PKK’ê nayê wê wateyê ku tiştek jê nemîne. PKK fesix bibe jî nirxên ku afirandiye, nêrîna wê, rêbaza wê ya jiyanê, qîmeta ku dide mirovan, dewlemendiya wê ya rêxistiniya civakî û aliyê wê yê demokratîk mayinde ye.
Ya ku di vir de hate guhertin amûrê têkoşînê ye. Tundî li derve hate hiştin, daxwaza derbasbûna li nava têkoşîna siyasî, têkoşîna qada demokratîk e. Dewlet divê vî destê aştiyê yê ku hatiye dirêjkirin li hewayê nehêle.
Yekemcar di asta herî dijber de, ji aliyê Devlet Bahçelî ve dest hate dirêjkirin. Lê belê heta ku astengî ji holê neyên rakirin wê pirsgirêka Kurd timî di rojevê de be.”
‘CIVAK BAWERIYA XWE BI DAXUYANIYÊN DEVKÎ NÎNE’
Avci diyar kir ku dewlet di mijara aştiyê de ji bo civakê berpirsyar e û got, “Dewlet neçar e ku tavilê guhertinên qanûnî bike. Pirsgirêka herî girîng a heyî ya li nava civakê, bêbaweriya ji dewletê ye. Ev şikestina baweriyê ne tenê di hevdîtinên aştiyê de ye; ev bandora şikestineke du sed salî ye. Hişmendiya civakî di vê mijarê de gelekî zindî ye. Dewlet di vê mijarê de gavên pêwîst neavêje. Hin tiştan dike, lê belê kêm dimîne. Ji bo dewlet careke din li serî venegere divê gavên qanûnî biavêje.
PKK’ê di asta fesixkirina xwe de gavek avêt. Di nava civakê de fikareke cidî heye. Di rewşeke welê de ku PKK’ê gaveke bi vî rengî avêt, çima dewlet hîn gavekê neavêje? Divê dewlet weke bersiv gavê biavêje. Bendewariya destpêkê li girtîgehan e, girtiyên nexweş e. Civak baweriya xwe bi daxuyaniyên devkî yên dewletê nîne.”
‘GAVÊN QANÛNÎ DIVÊ TAVILÊ BÊNE AVÊTIN’
Veysel Avci destnîşan kir ku ji bo ev pêvajo têk neçe divê sererastkirinên qanûnî tavilê bêne kirin û got, “Pêvajoya aştiyê tenê bi Kurdan re eleqedar nîne; ev pêvajo di heman demê de wê bibe wesîleya guhertina dewleta Komara Tirkiyeyê. Ji ber ku dewlet bi tena serê xwe nikare gavê biavêje, li ser pirsgirêka Kurd dikare biguhere.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêka dewleta Tirkiyeyê. Şaş e ku ev mesele tenê weke pirsgirêka Kurd bê nirxandin. Pirsgirêka kurd ji ber xwe ve destpê nekiriye. Bi esasî pêvajoyeke ku mafên çandî û neteweyî hatine desteserkirin. Ya ku bûye sedema rûdana vê pirsgirêkê jî rastiya Tirk e.
Lewma pêvajoya aştiyê di heman demê de destpêka pêvajoya demokratîkbûna dewleta Tirk e.”