Duşem, 19 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ûlûs: Xizmeta tenduristiyê divê ji bo her kesî bê pere be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Aştî divê neyê taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Berdevkê YBŞ’ê: Em di mijara entegrasyonê de cidî ne, divê Iraq jî wisa be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê goristana ku bi salan qedexe bû hatiye xerakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Şerîf Eşnab ê ku li Îranê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo Werîşe Muradî bang kir: Li hemberî darvekirinê bêdeng nemînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz: Jineolojî hişt ku em kokên têkoşîna xwe fêm bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Konferansa Jineolojiyê: Li dijî darvekirinên li Îranê dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de pêşniyarên ji bo avakirina jiyana komînal

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dilar Dîrîk: Em nîqaş dikin bê bi Jineolojiyê çawa dikarin jiyanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Avesta: Herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye
Jin

Avesta: Herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta ji Jin TV re axivî û bal kişand ser girîngiya xweparastinê ji bo jinan. Sozdar Avesta got, di nava civakê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xweparastinê heye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Xwebûn a Jin TV bû.

Sozdar Avesta di şexsê gerîlayên YJA Starê de gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê silav kir û got, “Berxwedana fedaî û destanî pîroz dikim. Di şexsê şehîdên jin de şehîdên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û gelan bi bîr tînim.”

Sozdar Avesta li ser mijarên; çima jin û gerîla, jin çima tevlî gerîla bû, çima jin û şer, çima jin û artêş rawestiya û ev nirxandin kir:

‘JIN BI EŞQA AZADIYÊ TEVLÎ DIBIN’

“Rahiştina çekê ya jineke Kurd a ciwan nîşan dide ku bi armanca xwe ya azadiyê re dilsoz e. Jin bi eşqa li têkoşîna azadiyê û azadiyê tevlî dibe.

Rastiya jinê divê di tevgera azadiyê û gerîla de bê nirxandin.

Em di dîroka jinê de jî di rastiya Rêbertî de jî şîrove dikin. Di nava tevgera me de em dikarin jinê bi nêzîkatiya Rêber Apo, bi pêwendiya gerîlayên Kurdistanê pênase bikin. Ji destpêka têkoşîna azadiyê ve jin tevlî karên stratejîk bûn. Rêber Apo jin bi vî rengî tevlî têkoşîna azadiyê kir. Jin tevlî damezrandina partiyê bû.

Tevlîbûna jinê li nava refên gerîla di asta şoreşa di nava şoreşê de ye.

Li Kurdistanê û Rojhilata Navîn jin di nava çar dîwaran de hatiye asêkirin. Pîvanên koletî û feodal li ser malbatê û jinê gelekî bi tundî hatin bicihanîn. Hikumdarî, dîktatorî, sîstemên xwe li ser koletiya jinê ava kirin. Bêguman encamên vê li Kurdistanê hîn bêhtir giran bû. Ya rast derketina serê çiyê ya jinê ya li hemberî van hebûyan, mezinahiya armanca wê nîşan dide.

Her wiha lêgerîna jinê ya li xwe jî heye, lê belê di heman demê de ji bo hesabê wê yekê bipirse ku dewleta mêr, sîstema baviksalar, wê weke mirov nahesibîne, berê xwe da çiyê. Got, ‘Ez jî di nava heman têkoşînê de heme, ez ê hebim’.

Jin zêdeyî 40 sal in ber bi çiyayên Kurdistanê ve diherike. Derketina destpêkê ya jinê tevlîbûna jinê li nava refên têkoşîna azadiyê ye. Ne tenê ji bo şerkirinê derket serê çiyê. Ji bo hesab ji her beşê bipirse, ji bo azadiyê rahişt çekê.

Beriya me jî jin tevlî nava refên gerîla bûbûn, têkoşîna azadiyê meşandibûn. Lê belê gerîlatiya li Kurdistanê gelekî cuda ye. Ji ber ku li gel azadkirina welatê xwe, kesayetiya xwe, hêza xwe, xwe keşif dike, dijminê xwe nas dike, lîstikên civakê yên li ser civakê fêhm dike. Ev yek di heman demê de tê wateya gerîlatiya azadiyê.

DIVÊ JIN ARTÊŞBÛNA XWE YA XXWESER AVA BIKE

Cudahiya artêşa jinê ya li nava me ji rêxistinên din ên têkoşîna neteweyî dimeşînin ew e ku xwedî rêxistiniyeke xweser e. Eger jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin neke, artêşa xwe ava neke wê di nava sîstema heyî de bibe alîkar, mêvan. Ev yek jî wê li pêşiya serketina armanca têkoşîna azadiyê ya jinê bibe asteng.

Tevlîbûna jinê li nava refên gerîla hêsan nebû. Fermandarên gerîla destpêkê weke xwişkên xwe, weke biraziyên xwe nêzî jinan dibûn. Jin biçûk didîtin, li eniyên pişt dihiştin.

Lê belê nêzîkatiya Rêbertî ya li gerîla û jinê ev nêzîkatiyên şaş hemû sererast kir. Jin jî bi vî rengî sererast bû. Jinan di nava gerîla de pişta xwe spartin hêza Rêbertî.

Mînak hevalên Besê Anûş, Sûltan Yavûz, Rahîme Kahraman ên salên destpêkê tevlî nava refên gerîla bûn, di nava yekîneyan de yek bi yek diman. Van hevalên jin parastina xwe çawa kirin, di nava şert û mercên çiyê de çawa jiyan, weke jin xweseriya xwe çawa parastin? Ev her hevalên şehîd, her yek ji wan mîna artêşekê bûn.

Dixwazim mînakekê bidim, 1’ê Nîsana 1988’an berxwedana Bagokê heye. Her kes zane, li ser vê berxwedanê stran hatin gotin. Hevala Ayten di nava berxwedana Bagokê de bû. Di nava têkoşînê de hevaleke nû bû, lê belê jiyana wê ya azad û çûyîna wê ya bi ser dijmin ve gelekî cuda bû.

Dikarim bibêjim, hevalên jin ên di dema destpêkê de tevlî nava refên têkoşînê bûn ne tenê ji xwe berpirsyar bûn. Zanîbûn ku dema xwe ispat kirin wê jin hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin. Ji bo vê têkoşiyan.

GAVA DESTPÊKÊ YA JINÊ YA LI NAVA REFÊN GERÎLA GIRÎNG BÛ

Sekn, fedaîtiya gerîla di nava destpêkê de veşartî ye. Ji ber ku gava destpêkê li ser bingeheke ewqasî xurt hate avêtin, gelekî pêşketin afirand. Mînak, gerîlatiya Kurdistanê li cihekî din nîne. Li ser bingeha tevlîbûn, ked û têkoşînê berxwedaneke mezin, şehadet çêbûn.

Şensê herî mezin ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd Rêber Apo ye. Ji bo me jinan jî şensê herî mezin e. Hebûn, fikir û nêrînên Rêber Apo ye. Şensê herî mezin ê li nava PKK’ê jî tevlîbûna jinê ya bi vî rengî ye, nîşandana rûyê azadiyê bi rengê jinê ye.

Em jî nîqaş dikin, têkoşîna jinê lêkolîn dikin. Beriya PKK’ê PDK hebû, temenê PKK û YNK’ê hema bibêje weke hev e. Jinek bi hezkirina welêt tevlî PDK’ê bûn. Baş e, çima jin xurt nebûn? Sedema vê nêzîkatiya pêşengiyê ye. PDK hîn jî ji bo jinê neketiye nava hewldanekê. PDK’ê jin li malê asê kir, li gorî pêwîstiyên xwe da xebitandin. Lê belê PKK ji ber ku derfet ji jinê re nas kir ewqasî bû xwedî îrade.

Rêber Apo bi nirxandinên xwe tevkariyeke mezin kir. Di nava her şert û mercî de hemû derfetên ku pêwîstiya jinê pê hene pêşkêş kir. Mîsyoneke mezin da jinê. Di nava partiyê de kir ku jin xwe bi rengekî xweser bi rêxistin bike. We pirsa, çima artêşa jinê pirsîn. Destpêkê ne jinê ne jî hevalên mêr fêhm kirin. Kêmasî hebûn, nêzîkatiyên şaş ên weke jin nikare li çiyê bimîne, dihate nîşandan.

Xweparastina jinê, parastina civakê gelekî girîng e. Em gerîlatiyê û artêşbûna jinê ne tenê weke parastineke fîzîkî dibînin. Têkoşîna avakirina kesayeta azad û jiyana azad e.

Bêguman her zindî xwedî sîstemeke xweparastinê ye. Di nava civakê de jî yên ku herî zêde pêwîstiya xwe bi xweparastinê heye jin in.

DIVÊ JIN HÎN BÊHTIR TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN

Li dijî têkoşîna me ya azadiya jinê êrişên îdeolojîk gelekî zêde ne. Kampanyayên reşkirinê têne meşandin. Dixwazin vê hêzê bi rê û rêbazekê tine bikin. Ji ber vê jî dibêjin ‘Ne dema gerîlatiyê ye’. Her wiha hêza gerîlatiyê û teknolojiyê didin ber hev. Nêzîkatiyên bi vî rengî hene.

Li bajarên Kurdistanê, li bajarên Tirkiyeyê her roj kontra êrişî jinan dikin. Mejiyê AKP’ê gelek caran got, ‘Li şûna ku biçe çiyê bila fûhûşê bike’, ku bi vî rengî mejiyê xwe nîşan dide. AKP bi vî rengî nêzî jinên Kurd dibe.

Di rewşeke bi vî rengî em nikarin bibêjin ku dema xweparastinê derbas bûye. Lewma divê jin ên ciwan hîn bêhtir tevlî nava refên YJA Starê bibin. Divê em nirxandina ‘Yên ku ji me hez dikin bila berê xwe bidin çiyê’ ya Rêber Apo ji xwe re bikin esas. Divê jin hîn bêhtir tevlî nava refên gerîla bibin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Brîtanyayê Partiya Karkeran soza ‘kêmkirina koçberiyê’ da
Nûçeya Pişt re ‘Li gor zagonên cîhanî girtina Silêman Ehmed sûcekî pir mezin e’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

PKK jîndarbûna Hakî Karer e

PKK, Hakî Karer e û şehadeta Hakî Karer e. Di bingeha PKK’ê de şehadeta mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Dêrikê ji şehîdê xwe veşart: Em ê bibin şopdarên wan

Xelkê kantona Cizîrê cenazê şervanê QSD'ê Êrîş Umut bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Xebat veşart.…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi hezaran kes li Helebê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi hezaran şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Zubeyîr Aydar: Mafê Kurdan jî heye ku li ser kursiya Neteweyên Yekbûyî biaxive

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Bermal Çem: Jineolojiyê jinên ji gelên cuda li dora azadiyê gihand hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Viyaneyê Şehîdên Koçerat û Qamişloyê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêwar Awdanan: Dijberên demokrasiyê, ji entegrasyona demokratîk ditirsin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?