Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan di çarçoveya hevdîtinên “Nan, Edalet û Aşitiyê”’ de li Mêrsînê bi nûnerên rêxistinên sivîl re civiya. Ayşegul Dogan di hevdîtinê de axivî û bal kişand ser geşedanên piştî hevdîtina li gel Rêber Apo ya di 1’ê Cotmehê de û got: “Em ji bo xurtkirina ihtîmala aşitiyê dixebitin. Hewcehiya welêt bi nan, edalet, aşitî, azadî û demokrasiyê heye. Hewcedariya me hemûyan bi aşitiyeke rastîn; çareseriyeke demokratîk a rastîn heye.”
Dogan bal kişand ser hevdîtinên piştî hevdîtinên Îmraliyê yên bi partiyên siyasî re û wiha pê de çû: “Tevî hemû bangan jî tecrîd, desteserkirina şaredariyan, zext, binçavkirin û sepanên antîdemokratîk hê jî bi awayekî derqanûnî berdewam dikin.” Ayşegul Dogan, rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku bi SIHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin, bi bîr anîn û diyar kir ku heta desthilatdariyê rê neda ku cenazeyên rojnamevanan li welatê wan jî were veşartin.
‘RÊYA ÇARESERIYÊ DIYAR E’
Dogan, têkildarî pirsa “Niyeta dewletê, hikûmetê û desthilatdariyê çi ye?’’ jî ev tişt got: “Em niyeta dewletê ji berê heya niha baş dizanin. Ihtimala guherîn û veguherîna demokratîk, aşitî û çareseriya demokratîk her çend biçûk jî be em ê hewl bidin ku wan pêk bînin. Ev yek bi îradeya me ya hevpar û têkoşîna me ya hevpar pêkan e. DEM Partî nikare vê yekê bi tena serê xwe bike. Ji ber ku aşitî mijareke civakî ye. Em qala rastiya şer dikin ku êdî xwe li hemû qadên jiyanê nîşan dide, roj bi roj mezintir dibe û bandorê li me hemûyan dike. Guherîna vê pergalê ya bi rêya demokratîk ne karekî hêsan e.”
Ayşegul Dogan anî ziman ku rêya çareseriyê diyar e û DEM Partî partiya muzakereya demokratîk û têkoşînê ye û wiha bi dawî kir: “Bernameya me û paşeroja me li ber çavan in. Em dibêjin ku divê rêyên demokratîk werin vekirin. Divê bi diyalog û hevdîtinan pirsgirêkên Tirkiyeyê werin çareserkirin. Her wiha niyeta dewlet û desthilatdariyê her çi be jî em xwediyê wê bawerî û tecrûbeyê ne ku niyeta wan a xirab têk bibin. Ez dubare bilêv dikim ku em ê çareseriyê ji bextê desthilatdariyê re nehêlin. Her wiha ev ne mijareke wisa ye ku partiyeke siyasî bi tena serê xwe çareser bike. Divê hemû kes xwedî li çareseriya demokratîk derkeve. Hewcedariya me bi mezinkirina têkoşînê heye.”