Lîderên gelek welatên cîhanê li Azerbaycanê di Konferansa Guhertina Avhewayê de li ser paşeroja gerstêrkê nîqaşan dikin. Lê belê rêxistinên avhewayê yên li hemberî karên germahiya global têdikoşin, diyar dikin ku hejmara mehkûmên hawirdorparêz ên li Azerbaycanê cihê fikaran e û bang dikin ku welatên malovaniyê ji civîna bilind a avhewayê re bikin divê baş di ber çavan re bêne derbaskirin.
Ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Natalia Nozadze ji BBC re axivî û anî ziman ku ji meha Mijdara par û vir ve ku hingî hate ragihandin wê Azerbaycan malovaniyê ji COP29 re bike, li vî welatî zextên li ser aktîvîstan zêde bûn.
Li gorî Yekîtiya ‘Azadî ji Mehkûmên Siyasî re yên li Azerbaycanê’ rojnamevan, hawirdorparêz û muxalîfên siyasî jî di nav de hejmara mehkûmên siyasî ji destpêka salên 2000’î û vir ve yekemcar zêdeyî 300 kes e.
Gubad Îbadoglû yê 53 salî ku li Zanîngeha LSE ya li Londonê profesor e, pirsgirêkên petrol, sektora gazê û hawirdorê ya li Azerbaycanê lêkolîn dike, lê belê di havîna 2023’an de bi sûcdariya sextekariyê hate girtin. Îbadoglû tevî ku salek di ser re derbas bû jî hîn li malê girtî ye. Rêxistina Şopandina Mafên mirovan bi ‘gumanbarî’ nêzî sûcdariyê dibe.
Anar Mammadlî du meh piştî ku bû yek ji damezrînerên rêxistina bangawaziya li Azerbaycanê ya bibe beşek ji Peymana Parîsê ya kêmkirina mîsyona sotemeniya fosîlê, di meha Nîsanê de bi sûcdariya qaçaxçitiyê hate girtin.
Nazim Beydemîrlî yê 61 salî di meha Cotmehê de ji sûcê xespê bi 8 salan cezayê girtîgehê hate cezakirin. Beydemîrlî par piştî ku karê madenkariya zêr a li nêzî gundê xwe şermezar kir, hate girtin. Beriya darizandinê di dema girtîhiştina 15 mehan de ti delîl nehate pêşkêşkirin. Parêzer Agil Lajic anî ziman ku sûcdarî bêbingeh in û got, beriya COP29 li Azerbaycanê hewl hate dayin ku muxalefet bê bêdengkirin.
Aktîvîst diyar dikin ku li vî welatî komên civaka sivîl li aliyekî tê hiştin an jî zext li wan tê kirin.
Di meha Cotmehê de endamên Parlamenta Ewropayê zexta Azerbaycanê ya li aktîvîst, rojnamevan û muxalîfan şermezar kirin û ragihand ku binpêkirina mafên mirovan li malovaniya COP29 nayê.