Êrişên çeteyên HTŞ, dewleta Tirk û DAÎŞ’ê yên li ser Rojava li çar aliyên cîhanê dibe sedema nerazîbûna hemû beşên civakê. Baba Şêx Elî Şêx Elyas ê Êzidiyan têkildarî êrişê peyamek weşand.
Di peyama Baba Şêx de hat gotin: “Em bi fikarek mezin pêşketinên leşkerî ya berdewam dişopînin. Daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ewropayê, Vatîkan, Fransa, Brîtanya û hemû welatên bi bandor, her wiha rêxistinên navdewletî dikim ku berpirsyartiyên xwe yên yasayî, exlaqî û mirovî bicih bînin. Tedbîrên bilez û cidî ji bo pêşîlêgirtina dijminahiyan bigrin. Pêwîste sivîl werin parastin. Pîvanên yasayên navdewletî û yasayên mafên mirov werin bicihanîn.”
Di beşek din a peyamê de hatiye gotin ku divê tevayî pêkhate û baweriyên li herêmê bi taybetî jî Êzidî, Mesîhî û Kurdên Misilman werin parastin.

