Îro li bajarokê Xaneqînê, mîtînga kampanyaya hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) destpê kir. Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî axivî.
Talebanî got, “Xaneqîn û YNK qet ji hev nayên veqetandin. Ez ji ber dîroka Xaneqînê, têkoşer û şehîdên wê serbilindin.”
Bafil Talebanî bal kişand ser rola dîrokî ya Xaneqînê di têkbirina dijminan de û got: “Xaneqînê dîktatorî têk bir. DAÎŞ û Baas ji Xaneqînê têk çûn. Ruhê Xaneqînê bû ku Iraq rizgar kir û DAIŞ têk bir.”
Serokê YNK’ê Xaneqîn wek mînakek ji bo jiyana hevbeş û pirengiyê binav kir û got: “Xaneqîn mînakek ji bo destegula Serok Mam Celal’e.”
Talebini jî rexne li xemsariyê kir û got: “Xaneqîn bihuşta Kurdistanê ye û bi awayekî rast xizmet lê nehatiye kirin. Emê tiştê ku em dibêjin bikin û soz didin ku emê xizmeta Xaneqînê bikin. Divê em projeyên mezin ji bo ciwanên Xaneqînê pêk bînin û em dixwazin nûnertiya Xaneqînê li Bexda û Herêma Kurdistanê zêde bikin.”

