Bahattîn Oncu yê ku li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê dihat girtin, 31 sal şûnde serbest hat berdan. Diviyabû ku Oncu di meha Hezîranê bê berdan, berdana wî ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ya Îdarî ve hat astengkirin, îro serê sibê hat berdan. Oncu li ber girtîgehê ji hêla xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û bi hev re çûn bajarê lê jidayik bûye navçeya Qoserê ya Mêrdînê.
Oncu di têketina Qoserê de ji hêla Komeleya Alîkarî û Hevgirtina bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAYDER) û gelek kesan ve hat pêşwazîkirin. Girseyê govend gerand û dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir.
Oncu di pêşwazîkirinê de axivî û diyar kir ku ji ber ku hevalên wî hîn jî di girtîgehê de ne xemgîn e. Oncu anî ziman ku divê hemû girtiyên siyasî werin berdan û got, “Heta ku hevalên me û Rêberê me di girtîgehê de bin, wê têkoşîna me bidome. Ez bawer dikim ku dema hevalên me û Rêberê me azad bibin, em ê bi hev re azadiyê pîroz bikin.”
Piştî pêşwaziyê, Oncu bi karwanekê re çû mala malbata xwe.
BAHATTÎN ONCU KÎ YE?
Mehmet Bahattîn Oncu di Hezîrana 1995’an de li Mêrdînê hat binçavkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Diyarbakirê (DGM) ve cezayê muebetê lê hat birîn. Oncu li girtîgehên Dîlok, Amasya, Sincan, Tekirdagê û herî dawî li Girtîgeha Tîpa S ya Bodrumê dihat girtin

