Yekşem, 25 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Dola Alane bû hedefa êrişa bi droneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozcan Yaman: Çapemenî nebe azadî, demokrasî û aştî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG’ê: Tevlîbûna me tevlîbûna li Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Desteya Navber a Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAY-DER’ê li dijî taloqkirina înfazan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê taloqkirina berdanan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan wateya jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerda Mazlûm: Pêvajo birêxistinkirina torên xweparastinê yên jinan ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojava li ser piyan in
Rojane

Bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo Rojava li ser piyan in

Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û dewleta Tirkiyeyê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga rawestandina êrîşan û mezinkirina piştevaniyê bi Rojava re hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Çile 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Çalakiyên li dijî êrîşên çeteyên HTŞ, DAÎŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava, berdewam dikin. Li gelek  bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê, gel daket kolanan, li dijî êrîşan nerazîbûn nîşan da û dirûşmeyên ji bo piştgiriya Rojavayê berz kirin. 

MÊRSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Tarsusê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de ku li Qada Yarenlikê hat dayîn, pankartên “Çarenûsa Rojhilata Navîn nikare radestî emperyalîzm û tarîtiya paşverû were kirin” û “Gelê Rojava li dijî êriş û komkujiyan ne bi tenê ye” hatin hildan û her wiha gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

Endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Hayati Aktop ku daxuyanî da, got ku êrişên ku ji hêla hêzên paşverû ve tên kirin ku navenda wan li Heleba Sûriyeyê ye û bermahiyên DAIŞê ne, mînaka herî zelal a polîtîkayên emperyalîzmê yên ji bo ji nû ve sêwirandina Rojhilata Navîn in û got: “Ev avanî ku ji hêla emperyalîzma DYA û Siyonîzma Îsraîlê ve tên piştgirîkirin, rasterast wekheviya gelan, sekulerîzmê û îradeya jiyana bi hev re hedef digirin.”

Aktop, bal kişand ser êrişên piştî Helebê yên li ser cihên Kurdan li Rojavayê û paşguhkirina sîstematîk a Elewî, Durzî û Xiristiyanan û got: “Tiştê ku DAIŞ’ê di demên berê de bi jinên Êzidî kir, çeteyên HTŞ’ê bi jinên Ereb û jinên Kurd dikin. Zîhniyeta ku jinan wekî xenîmeta şer dibîne, niha derbasî hikûmeta Sûriyeyê bûye. Ev rêveberiya HTŞ’ê ku mîratgirê DAIŞ’ê ye, jin û zarokan bi awayekî sîstematîk dike hedef. Komkujiyên li dijî wan tên kirin ne tesadufî ne. Armanca sereke ya van êrişan kûrkirina dijminatiya di navbera gelan de, mayîndekirina pevçûnê û ji nû ve şekildana herêmê li gorî berjewendiyên emperyalîst e. Ev nêzîkatî yek ji astengiyên herî mezin e li pêşiya jiyana wekhev a gel û baweriyên cuda.”

Aktop ku diyar kir hêzên emperyalîst armanc dikin ku li Rojhilata Navînê parçekirinek nû û ji nû ve sêwirandinek bikin û got: “Eşkere ye ku bermahiyên DAIŞ, El Qaîde û El Nûsra, digel hêzên din ên cîhadîst ku berpirsiyarê gelek êrişên li welatê me ne, di nav de Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqerê, Pirsûs, Balafirgeha Ataturk û Yalova, ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê ji bo tevahiya herêmê gefek cidî û mayînde ne. Di dîrokê de, bîrdoziyên siyasî yên cîhadîst ên dij-laîk li Rojhilata Navînê tenê bi xwîn û hêstiran encam dane. Çarenûsa gelên Rojhilata Navînê nikare radestî tarîtiya reaksiyoner were kirin. Pêşerojek ku gel dikarin bi azadî, wekhevî û bi mirovî bijîn tenê bi bidawîbûna destwerdanên emperyalîst mimkun e. Em ê li dijî emperyalîzm, reaksiyon û polîtîkayên mezhebî parastina aştî, laîkîtî, biratiya di navbera gelan de û jiyaneke hêjayî rûmeta mirovan bidomînin.”

AMED

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî komkujiyên li Rojavayê ji bo mafê jiyanê nobed girt. Gelek kedkarên tenduristiyê beşdarî nobedê bûn ku li Odeya Bijîşkan a Amedê pêk hat. Ev pankart li hêwana nobedê hatin daliqandin: “Li Rojavayê mirin hebe, li Amedê jiyan nabe”, “Şer pirsgirêkek tenduristiya giştî ye, çareseriya wê aştî ye” û “Parastina Rojavayê parastina mirovahiyê ye.”

Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen, di çalakiyê de axivî û bal kişand ser êrişên li dijî Kurdan û got: “Kurd dixwazin li ser axa ku lê dijîn xwe birêve bibin û xwe biparêzin. Ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Mafê kesî tune û divê nebe ku li ser vê mijarê ji Kurdan re tiştekî bibêje. Kurd ji bo aştiyê ne; ew naxwazin kes bimire. Em dixwazin di nava aştî û azadiyê de bijîn.” 

ÊLIH

Li Êlihê, Platforma Ked û Demokrasiyê li Parka Yilmaz Guney daxuyaniyek da. Di çalakiyê de pankarta “Gelê Rojavayê ne bi tenê ye” hat vekirin. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egitim-Sen) Ramazan Bilmez axivî û bertek nîşanî êrişên li ser Rojavayê da û got: “Avakirina aştiyeke mayînde û adil li Rojavayê û li seranserê Sûriyeyê bi naskirina Kurdan wekî aktorên siyasî yên rewa, beşdariya wan a bi bandor di mekanîzmayên demokrasiya herêmî de û pêşxistina pêvajoyeke çareseriyeke berfireh a li ser bingeha mafên mirovan ve girêdayî ye.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

MÛŞ

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê, êriş li navçeya Kop a Mûşê hatin protestokirin. Gelek welatî li ber avahiya Rêxistina Navçeya Kopê ya DEM Partiyê kom bûn û bi dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” êroşan protesto kirin. Piştre girse ber bi meydana bajêr ve meşiya. Li wir, Hevserokê Navçeya Kopê ya DEM Partiyê Abdulbarî Yîgît, diyar kir ku ew ê êrişên li dijî Rojavayê qebûl nekin. 

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

ENQERE

Li banga Platforma Saziyên Demokratîk a Enqereyê, li pêşiya Şaredariya Çankayayê çalakî hate lidarxistin. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn, ji bo balê bikşînin ser qutkirina keziya şervana YPJ’ê ku ji aliyê HTŞ’ê ve hate qetilkirin, porê xwe kirin kezî. Besna Gumuş di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku bêdengiya li dijî êrîşên li ser Rojava sûc e. Gumuş ji bo piştevaniyê bang li raya giştî ya navneteweyî kir.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê destûr nehat dayîn ku Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê, li Alsancakê bimeşin. Di dorpêça polîsan de daxuyaniya çapemeniyê hate dayîn. Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê Zohre Dalkiran di daxuyaniyê de axivî û destnîşan kir ku divê êrîşên li ser sivîlan tavile werin rawestandin. Di êrîşa polîsan a piştî daxuyaniyê de, gelek kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Gel li navenda Mêrdîn û navçeyên wî, bi çalakiyan bertek nîşanî êrîşan dan. Di çalakiyan de daxwaza tavile rawestandina êrîşan hate kirin.

STENBOL

Bediya Kiliç ku di daxuyaniya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partî ya Başakşehîrê de axivî, diyar kir ku êrîşên li ser Rojava destkeftiyên siyasî yên gelê Kurd hedef digrin.

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komên çete Til Hedîd ê Siwêdayê topbaran kirin
Nûçeya Pişt re Piştî protestoyên Rojava, li Amed, Êlih û Dersimê 10 kes hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl êrîşê Îranê kir: 78 kes mirin

Li gorî medyaya Îranê di êrîşên Îsraîlê de 78 kes mirin û 329 kes birîndar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji ber li dijî mûayeneya bi awayekî kelepçekirî derket, rastî tundiyê hat

Girtî Mazlûm Aksaç ê li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê girtin, ji ber di…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran li Efrînê arazî dan ber agir, 25 hezar dar şewitîn

Dewleta Tirk a dagirker û wêrankar li Efrînê araziyên gund da ber agir. Li gorî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: ‘Yekîtiya Neteweyî divê bibe esasê her karî’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Divê sîstem bi çapemeniyê re li hev bê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Karayilan: Pêvajoya aştiyê bi rengekî yekalî nayê meşandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Li girtîgehan divê li gorî ruhê pêvajoyê gav bên avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?