Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan: Li dijî zextan divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enternasyonalîst a Îtalî Anna R.: Azadî bi têkoşîna hevpar ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn ê 30 salan girtî ma: Divê desthilatdarî dawî li polîtîkaya xwe ya mijûlkirinê bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bursayê şehîd hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Hebîbila Gulperîpûr û Reza Mamedî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Budçe ji şer re tê bikaranîn, ne ji erdhejzedeyan re
Kurdistan

Bakirhan: Budçe ji şer re tê bikaranîn, ne ji erdhejzedeyan re

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Semsûrê axivî û diyar kir ku dewleta Tirk budçe ji şer re bi kar anî ne ji erdhejzedeyan re.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Sibat 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Bi wesîleya 2’yemîn salvegera erdhejên 6’ê Sibatê yên li Mereşê, li gelek bajaran çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî di saetên serê sibehê de li Semsûrê tev li meşa bi meşaleyî bû û piştre jî çû serdana deverên li navçeya Kolikê hilweşiyayîn. Tûncer Bakirhan û şandeya pê re ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayin qurnefîl danîn ser kavilan û çûn serdana esnafan. Piştî re jî şande çû serdana goristana li navenda bajar.

Di çarçoveya heman bernameyê de Bakirhan û şandeya pê re li eywaneke dawetan a li bajar bi gel re civîn li dar xist. Li Eywana dawetê pankarta “Me ji bîr nekir û dê ji bîr nekin” hate daliqandin.

Bakirhan, di civîna gel de axivî û got: “Tişta sereke ya ku bûye sedema mirinan û wêraniyê, bêberpirsyartî û negirtina tevdîran e. Ji bo mirina xizan û hejaran dibêjin qeder e. Em tevek dizanin ku qeder nîne. Hikûmetbûn ew e ku tevdîran j bo karesatan bigirî.”

Bakirhan, wiha domand: “Binesazî tune ye, xebateke li gorî plana îmarê tune ye. Lê rêveberiyên herêmî yên xwedî feraseta talankeriyê û wezareta hawirdor û bajarvaniyê heye. Ewqas hîn bûne ku beriya me rûxset bi hêsanî digirtin û dema me nedidayê jî diçûn ji wezareta hawirdor û bajarvaniyê digirtin. Qaşo bawermendin lê bacên erdhejê jî ji bo tiştên cuda bikaranîn. Ewqas durû ne. bi dehhezaran kesan jiyana xwe ji dest dan lê ma we dît ku yek burokratekî an jî nûnerekê hikûmetê îstîfa kiribe? Çima tevî ewqas mirinan jî yek rayedar nehat darizandin? Îcar bêyî ku şerm bikin li pêşiya çendek avahiyan wêneyan dikişînin û qaşo birînên me derman dikin.”

Bakirhan, wiha got: “Ma kîjan birîna Semsûrê derman kirin. Wê 64 hezar, 186 hezar xaniyan teslîm bikirana. Lê tenê nêzî 20 hezaran hatine teslîmkirin. Kesên bûne sebeba vê nayên darizandin. Hewl didin xwe xelas ibkin. Lê dê hesabê bidin. Dê nekarin bibêjin ev qeder e û xwe jê xelas bikin. Dê rojekê teqez bên darizandin. Hukmê tu desthilatdaran heta hetayê nîne.”

Bakirhan, anî ziman ku cihêkariyeke mezin tê kirin û wiha pê de çû: “Jixwe cihên çolter ên Kurd û Elewî lê dijîn tu tiştek nîne. Xelk bi derfetên xwe hewl dide xwe li ser pêyan bigire. Di erdhejê de jî cihêkarî heye. Li Antakyayê xelk di nava toz û wêraniyê de dimîne. Heke ji dest bê dê me tune bikin.”

Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser êrişên dewleta tirk ê li ser Bendava Tişrînê û wiha got: “Di kêliyê de ÎHA û SÎHA’yan dişînin. Li çiyê çûkek bifire tavilê F-16’an radikin. Insanên me 3 rojan di bin kavilan de qîriyan û di weşanên zindî de jiyana xwe ji dest dan. Dema hûn li medyaya alîgirê dinêrin, weke ku her tişt mîna gulistanê be nîşan didin. Avahiyan nîşan didin û reklama xwe pê dikin. Avahiyên 20 metrekareyê yên mîna hucreyên girtîgeha Tîpa F’yê çêkirine. Ma dê heta kengî we di wir de bigirin.”

Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Derfetên dewletê ji bo şer hene. Ev derfet ji bo mehfûra sor raxin ber piyên serokê HTŞ’ê tên bikaranîn lê ji bo kedkar, xizan, Elewî û Kurdên Semsûrê nayên bikaranîn. Heke derfet nebin wê demê îstîfa bikin. Siyaseta van komkujî û cînayetan nabe. Bi bacên erdhejê yên ji sala 2002’yan heta niha dikariya milyonek avahî bihatina çêkirin. Tirkiye herêma erdhejê ye. Ma tevdîr wiha tên girtin? Ma kesên tevdîr negirtin ne sûcdar û berpirsyarên vî karî ne? Dewlet sê roj piştre hat û alîkarî deh roj piştre hatin belavkirin. Leşker ji qişleyên xwe derneketin. Niha 30 kes li Semsûrê bibêjin ‘em perwerdeya bi zimanê dayika xwe dixwazin’ wê bi hezaran leşkeran bînin wir. Lê dema xelk di bin kavilan de nehiştin leşker ji qişleyan derkevin. Me ji bîr nekir, wê jibîr nekin. Jibîrkirin, li dijî kesên jiyana xwe ji dest dayin bêwijdaniyeke mezin e. Em ê ji bîr nekin, wê efû nekin û hesabê bipirsin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN SEMSÛR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xwendekarên zanîngehê ‘6’ê Sibatê’ bi bîr anîn: Em efû nakin!
Nûçeya Pişt re Li Efrînê bi dehan Kurd hatin revandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Schirdewan bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir û çû serdana Kampa Roj

Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di serdana xwe ya Rojava de bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Rezan Gezer diyar kir ku divê bersiva herî şênber a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Mîtînga ‘azadiyê’ ya jinan a li Wanê bi dawî bû

Mîtînga fînalê ya li Wanê ku di çarçoveya çalakiyên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?