În, 19 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye
Kurdistan

Bakirhan: Desthilatdarî hemû heyîna xwe li ser esasê dijminatiya Kurdan ava kiriye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku desthilatdariyê hemû heyîna xwe li dijî destkeftiyên Kurdan ava kiriye û got: “Yekane rêya pûçkirina polîtîkayên şerê taybet, rêxistinbûn e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Tebax 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Bakirhan diyar kir ku li cîhanê neheqî û newekheviyek mezin heye û got: “Ji ber vê yekê ev bêedaletî û newekhevî ji bo me kurdan jî pirsgirêk e. Têkoşîna me çiqas ji bo nasname û ziman e ew qas jî li dijî bêedaletî û newekheviya vê kapîtalîzma hov e. Li cîhanê ji her demê bêtir hevsengiyek dubendî heye.” Bakirhan diyar kir ku erdnîgariya Kurdistanê di navenda geşedanên li Rojhilata Navîn de ye û wiha got: “Ji ber vê yekê divê em bi rêxistin û hestiyar tevbigerin.”

Bakirhan bal kişand ser êrişên li dijî destkeftiyên kurdan û wiha domand: “Li Dêrezorê jî jiyana kurdan qebûl nakin. Ji ber ku kurdên li Japonyayê fêrî zimanê xwe dibûn û Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê, mudaxile kir û hema bêje wê di navbera Japonya û Tirkiyê de krîzek mezin derketa. Tenê ne li Êlih û Wanê dijminê ziman û govenda me ne, li her derê dijminatiya me dikin. Dijminê klamên me ne, em bi pergalek dijminahiyê re rû bi rû ne. Ji bo ku kurd li Japonyayê bi zimanê xwe perwerdehiyê nebînin, rabin peşkê lê xistin.”

Bakirhan got: “Ne hêsan e, pergala ku em li dijî wê têdikoşin ne merd e, mixabin li Kurdistanê wehşeteke ku li tu derê cîhanê nîne pêk tîne. Çima? Kurd dixwazin li Rojava bê statü bimînin. Ji bo ku kurd li başûrê Kurdistanê destkeftiyên ne parêzin şer dikin. Naxwazin kurd di rêveberiya xwecihî de bibin desthilatdar. Dixwazin ku kurd zimanê xwe, çanda xwe ji bîra bikin. Ev desthilatdarî îro hebûna xwe li ser vê ava kiriye.”

Bakirhan bal kişand ser baregehên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû: “Niha li başûrê Kurdistanê 85 baregeh û zêdetirî 20 qereqol ava kirine. Sedemek tenê heye; ji bo ku kurd mafan bi dest nexin, ji bo mafên qanûn û statûya kurdan ji holê bê rakirin. Li Rojhilata Navîn qaşo xêra hin welatên din dixwazin, li Kurdistanê jî ji bo kurd mafên xwe bi dest nexin, êriş dikin. Divê em xwedî wê hişmendiyê bin ku em li dijî vê pergalê têdikoşin.”

Bakirhan diyar kir ku AKP li dijî statûya kurdan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide bi destên rejîma Esad bigire û got: “Dixwaze bi destê Esad bigire. Em bi sîstemeke ku dixwaze statûya kurdan a li Rojava tune bike re rû bi rû ne. Ji bo kurd li wir statûyekê bi dest nexin, pêwîstî pê dibîne û dê bi Esad re bibin bira. Li derveyî sînor bi têgihiştina dijminatiya kurdan li her aliyê Rojhilata Navîn xwe bi rêxistin dikin.”

Bakirhan bal kişand ser polîtîkayên desthilatdariyê yên li Êlihê pêk tîne û wiha got: “Çima Êlih ji bo wan girîng e? Êlih bajarek e ku ji bo pêkanîna vê dijminatî û polîtîkayên şerê taybet weke bajarekî pîlot hatiye hilbijartin. Li vir hewl didin kevneşopiyeke ku li dijî me qetlîam dike bi rêxistin bikin. Hema bêje heta xwestin destê xwe bixin nav pêşhilbijartinên me, hilbijartina me ya xwecihî jî bikin. Dixwazin li Êlihê rêxistinek ku dixwest xwişk û birayên me, hevrêyên me, gelê me tune bike û rêxistinek di vî warî de bi hezaran pratîkê wê hene bi rêxistin bike. Çi dikin? Êlih bajarek di warê berxwedanê de li Kurdistan û Tirkiyeyê bajarekî mînak e. Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet ên wek tiryakê û teknîkên şerê taybet Êlihê bi dest bixin. Dixwazin Êlih ji nasnameya wê û ji kevneşopiya ku Edîp Solmaz afirandiye dûr bixin. Dixwazin bajarê Êlihê di nav pirsgirêkên wê, kêmasî û nebaşiyê de bihêlin. Heke pêşî li pêşketina gelê Êlihê û bajarê wan bê girtin wê kî bertek nîşanî êrişên ser Rojava, Başûr, qeyûmê Colemêrgê, tecrîdê bide? Ev dixwazin bajarê me Êlihê ber bi salên 90’î ve bibin û bixin nava şebekeya cînayetên wan salan. Heke Êlihê bêdeng bikin wê kî hesab ji kujerên salên 90’î bixwaze? Divê em neyên lîstokên pergalê û li hemberî lîstok û planên qirêj ên li ser Êlihê hişyar, hesas û hestiyar bin.”

Bakirhan bal kişand ser zêdebûna bikaranîna tiryakê ya li Êlihê û wiha got: “Hûn sedema bikaranîna tiryakê ya di nav zarokên 9 salî de tenê ji ber 3-5 tiryakfiroşan dibînin? Dixwazin zarokên kurd têkoşîn û nasnameya xwe neparêzin, lê dixwazin wan jehrî bikin. Pirsgirêka sereke ya rêveberên me yên herêmî ev e. Heke ew hewl didin Êlihê bixin nava tiryakê û tiştên nebaş, divê em jî bi hemû sazî û dezgehên xwe ve li dijî vê rêxistin bibin û li dijî vê têbikoşin. Wê ciwanên me ji her demê bêtir li dijî amûrên şerê taybet li kolanan têbikoşin.”

Bakirhan destnîşan kir ku divê Elîh li dijî êrişên pergalê vegere ser rastî, cewher û nirxên xwe û got: “Yekane rêya têkbirina van êriş û polîtîkayên şerê taybet rêxistinbûn e. Em ê dîsa xwe bi rêxistin bikin. Em ê dîsa kesên ku ji ber sedemên biçûk aciz bûne û ji me dûr ketine hembêz bikin.”

Bakirhan anî ziman ku divê hevşaredarên wan û rêveberên li kolanan bin, di nav gel de bin û li taxan, kolanan û meydanan li dijî her cure êrişan li ber xwe bidin û gelê xwe bi tenê nehêlin.

Bakirhan bal kişand ser girîngiya Êlihê ya di warê xwedîderketina çand û zimanê kurdî de û wiha got: “Heke ew govendê qedexe bikin, divê li her gund û taxan xebatên çand, huner û ziman bên zêdekirin û lêkolîn bê kirin. Tu astengiya vê yekê nîne. Em ê Elihê jî weke berê bikin navenda çand, huner û ziman. Heke ev şaredarî hebe, gelê me wê li park û bexçeyên Êlihê rûnê û dê li dengbejan û stranên xwe guhdarî bikin. Ciwanên Êlihê dê li şûna qehwexaneyan bikevin nava xebatên civakî û çandî. Her wiha divê em projeyan çêbikin ku jinên kedkar ên Êlihê hindik be jî tevkariyê li aboriya malbatê bikin.”

Piştî axaftinê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ÊLIH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bi girseyî serdana şîna gerîlayê HPG’ê Arslan kirin
Nûçeya Pişt re Xizmên windayan ji bo kesên li Dîgorê hatine qetilkirin, hatin ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayîkên Şemiyê ji bo Îsmaîl Bahçecî edalet xwestin

Dayîkên Şemiyê aqûbeta Îsmaîl Bahçecî yê ku 30 sal berê di binçavan de hatibû windakirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa bi SÎHA: Kesek şehîd bû

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de ku li dijî wesayitekê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel piştevanî xurt dibe

Nagîhan Akarsel ku 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li Helebê li mala xwendinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK: Cejna Êzî pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?