Duşem, 26 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan: Li dijî zextan divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enternasyonalîst a Îtalî Anna R.: Azadî bi têkoşîna hevpar ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ: Serketina peymanê girêdayî parastina mafên Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Star û HPG’ê: Bêrîtan sembola artêşbûna jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ/YJŞ wê li Şengalê daxuyanî bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Herêma Kurdistanê tecrûbeya hikumetê -I

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erdîşê di şexsê Bêrîtan de şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê şehîd bi mewlûdê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li ser şopa fermandar Bêrîtan niha bi hezaran jinên şoreşger hene’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsilyayê panela Jineolojî û xweparastinê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Xeta Bêrîtan xeta azadiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Kurd û Ereb şehîd Bêrîtan bi bîr anîn: Sembola azadiyê ya jinan hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê destûrê nade dermankirina sê girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Em şopdarên mîrateya Bêrîtan in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Gelê me wê bersiva herî baş bide dijminahiya li hemberî Kurdan
Rojane

Bakirhan: Gelê me wê bersiva herî baş bide dijminahiya li hemberî Kurdan

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Dersimê tevlî hevdîtina gel bû û got: “Gelê me wê bersiva herî baş bide dijminahiya li hemberî Kurdan.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dersimê tevlî hevdîtina bi gel re bû. Gelek kes tevlî hevdîtina gel a li Qada Seyîd Riza bû. Namzetên hevşaredariyê yên Dersimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak û gelek pêkhateyên “Tifaqa Dersimê” tevlî hevdîtinê bûn.

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê di hevdîtinê de dovîzên “Lê mirina esasî jiyana bêyî wî ye” û “Di şer de serkeftin, di jiyanê de azadî” hilgirtin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Namzetên hevşaredariyê yên Dersimê peyama “Dersim DEM e” dan.

Bakirhan, got; “Ez serbilind im ku bi neviyên Seyîd Riza, bi rêhevalên doktor Şivan û li warê Elî Şêran, Mahîran, Îboyan, Denîzan, Zarîfeyan û Sakîneyê me.” Bakirhan, da zanîn ku dewlet hewl dide Dersimê bi “operasyonên Tunceliyê” bênasname bihêle û wiha domand: “Dema em hatin me navê wê kir Şaredariya Dersimê. Lê qeyûm ew tabela rakir. Em soz didin ku dema em hatin ew tabela dê dîsa were daliqandin.”

Bakirhan, gotina Erdogan a “Me cihêkarî li tu kesî nekir” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev 21 sal in cihêkariyê li elewî û kurdan dikin. Erdogan ji bo elewiyan dibêje ‘cure.’ Hêj nizane bê ka elewîtî çi ye. Bi birçîtî û girtîgehan cihêkariyê li kurdan dike. Dibêje; ‘jin jî be, zarok be jî em ê li hêsirên çavên wan nenêrin û tişta pêwîst bikin.’ Ev dijminên xwezaya me, dijminên kurdan û jiyana me ne. Dê li her çar aliyên Kurdistanê gelên me bersiva herî pêwîst bide wan. Xaka Dersimê bi HES’an tije kirin. Ew jî bes nekir ku îcar rûxseta 150 madenan dan sermayedaran. Ji bo betalkirina van rûxsetan em ê tişta ji dest tê bikin. Dixwazin xwezaya me talan bikin û ji destê me derxînin. Êrişî bawerî û nasnameya me dikin. Îcar bêyî şerm bike dibêje ‘me cihêkarî li tu kesî nekiriye.’ Di 38’ê de qetil kirin, di 94’an de gundên me şewitandin, em sirgun kirin û hewl dan me ji vir koç bikin. Niha jî hewl didin Dersimê bêmirov bihêlin û ji kurdan vala bikin. Lê xelkê Dersimê ji 38’an heta niha li ber wan nedanî. Dê careke din bersiva pêwîst bidin wan.”

Bakirhan, bertek nîşanî nedîtina Gulistan Doku da û wiha pê de çû: “Dema em rojekê bûn rêveberî dê yek bi yek hesabê tevahiya kesên wan qetil kirin, wan tune kirin û dayîn windakirin bipirsin. Her çar aliyên Dersimê bi kamerayan tije kirin lê Gulistan Doku hêj nehatiye dîtin. Em bi aqûbeta wê nizanin. Bi destê darazê dibêjin ‘kuştina kurdan, windakirina wan, zilma li dijî wan, şewitandina gundên wan û cînayetên kiryarnediyar bêceza ye.’ Gelo ma dê gelên bindest û gelê kurd vê nebîne?”

Bakirhan, anî ziman ku di rêveberiyên herêmî yên demokratîk de xwedî tecrubeyeke 25 salan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê tecrûbeya xwe ya rêveberiyên herêmî bi Tifaqa Dersimê re li vir dîsa bixin meriyetê. Hilweşîna îktîdara AKP-MHP’ê nêz e. Yên ku dê wê îktîdarê hilweşînin jî DEM Partî, Tifaqa Dersimê û kedkar in. Hinek tişt bi fedekariyê dibin. Ez spasiya her kesên keda wan di Tifaqa Dersimê de heye dikim. Ev ne tenê tifaqeke hilbjartinê ye. Her wiha tifaqeke li dijî talanê ye. Tifaqa nasnameya şoreşgerî ye. Di wê baweriyê de me ku ev Tifaqa Dersimê dê ji bo Tirkiyeyê bibe modêleke baş.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN DERSÎM

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Civînên namzetên DEM Partiyê yên bi gel re didomin
Nûçeya Pişt re Tûncer Bakirhan: Li warê Mazlûm Dogan wê DEM bi ser bikeve
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Zîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê li dijî dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêxistina Efûya Navneteweyî têkildarî Girtîgeha Evînê raporek amade kir

Rêxistina Efûya Navneteweyî ragihand ku êrîşa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê binpêkirina mafên mirovan…

Ji aliyê Stêrk TV

Prof. Dr. Abbas Valî: Çekdanîn divê ne şertê pêşî yê aştiyê be, lê encama wê be!

Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

MED TUHAD-FED û EGE TUHAYDER: Divê girtiyên nexweş bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Kopê ji bo şehîdan merasîma bîranînê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Cizîrê şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hikûmeta Iraqê: Em berpirsyariya xwe ya ji bo parastina mafên Êzidiyan teqez dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?