Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe ya hefteyî de têkildarî rojevê axivî.
Bakirhan di axaftina xwe de operasyona siyasî ya li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) pêk hatî bi bîr xist û bi awayek tund şermezar kir. Bakirhan bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê ESP’ê û Parlementerê berê yê DEM Partiyê Mûrat Çepnî hatiye binçavkirin û wiha got: “Çima kesên siyasetê dikin, rojnameger di bin çavan de ne? Divê kesên hatin binçavkirin demildest serbest bên berdan.”
Têkildarî grev û dest ji kar berdana karkeran a li gelek deverên Tirkiyê axivî û daxuyand ku ew têkoşîna karkeran silav dikin û piştgiriyê didin tevahiya karkerên di berxwedanê de ne. Bakirhan anî ziman ku dê heta dawiyê li rex karkeran bibin û bi wan re têkoşînê bimeşînin.
Bakirhan li ser bûyerên li Sûriyê diqewimin jî sekinî û ev tişt gotin: “Cardin gotinên, ‘Kurd çi dixwazin’ tên kirin. Îtîraza Kurdan li dijî sepandina bêsatûtî û polîtîkayên înkarê yên 100 salan e. Gelê Kurd li welatên lê dijîn heta niha bi gelên din re têkoşiyan û bi bedelên giran daye li gorî faydeyê wan welatan guherandin. Lê ji hêla heman dewletan ve her tim mîna dijmin û gef hatin dîtin. Kurd di navbera salên 1919 û 1922’yan de di şerê rizgariyê de hêza sazûmankar a sereke bû. Lê di sala 1923’yan de wekî hêmanek derveyî hiqûqê hatin pênasekirin û li derveyî hiqûqê hatin hiştin. Di sala 1937’an de dewletên bi hev re di nav nakokiyê de bi Paqta Sadabatê, di sala 1955’an de bi Paqta Bexdayê li dijî Kurdan bûn yek.”
Bakirhan peymana di 10’ê Çileyê 2026’an de li Parîsê pêk hatî bi bîr xist û wiha domand: “Ev xeleta dawî ya vê rastiya dîrokî bû. Lê ligel hemû înkarê jî hişmendiya nedeweyî ya gelê Kurd her tim mezin bû. Kurdan ji vê çerxa durû re got na û rabûn ser piyan. Gelê Kurd li qadan jiyana xwe datîne holê lê li ser maseyê tune tê hesibandin. Rabûn gelê Kurd îtîraza li dijî vê yekê bû. Kurd li welatê lê dijîn, naxwazin bibin qurbanên komployan, dixwazin bibin welatiyên wekhev. Kîjan gel bibe bila bile, dema mafên gelekê ji nedîtî ve hatin dîtin, riya şerek demdirêj tê vekirin. Neçare ku mafên gelê Kurd û hemû gelên bindest bên qebûlkirin. Li gelek bajar û navçeyan binçavkirin û girtin hene, piştevaniya bi Rojava re ne sûc e. Em ê piştevaniya xwe bidomînin.”
Li ser peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de hatiye îmzekirin jî ve tişt gotin: “Emê lê binêrin ka dê çewa bikeve pratîkê. Wekî daxwaza her du aliyan jî nebû lê peymanek her du alî jî fayde jê digirin e. Di serî de gelê Kurd em spasiya hemû derdorên alîkariya pêk hatina vê peymanê kirî, dikin. Pêkhatina agirbesta mayîn de û kêmbûna zordariyan destkeftiya herî mezin e. Di serî de Serê Kaniyê û Efrîn divê Kurd demildest vegerin ser axa xwe. Rojava ronya çavê Kurdan e. Gelê Kurd ruhê yekitiya neteweyî derxistiye astek ku tu carî ne gihiştiyê. Peywirek mezin dikeve ser milê siyasetmedaran ku vê hişmendiyê veguherînin îradeyek siyasî. Dem dema ku li dijî sepandina koletiya 100 salan serxistina têkoşîna azadiyê ya 100 salan e.”
Di berdewama axaftina xwe de Bakirhan bi bîr xist ku hatiye xwestin şerek navxweyî di navbera gelên Ereb û Kurd de bê derxistin û wiha pêde çû: “Ku îro di navbera Kurd û Ereban de şerek tune be, ev yek di saya serê rêzdar Ocalan de ye. Ku îro mafên gelê Kurd hatibin qebûlkirin ev di saya serê Ocalan de ye. Ji ber helwesta nîşan dayî û keda xerckirî em spasiya Ocalan dikin. Îro tişta ji me re mayî xwedî derketina perspektîfa çareseriyê ya rêzdar Ocalan danî holê ye. Ji bo ewlehî û azadiya Kurdan 23 roj bê navber beşdarî pêvajoyê bû.”
Bakirhan bang li desthilatdariya Tirk jî kir û xwest ku Enqere êdî dest ji Sûriyê berde û enerjiya xwe ji bo pirsgirêkên Tirkiyê xerc bike. Bakirhan wiha pêde çû: “Divê êdî gavên pêbawer bên avêtin. Tirkiye enerjiya xwe ji bo Şamê xerc dike lê divê êdî ji bo pirsgirêkên Enqereyê xerc bike. Divê Enqere bibe navenda çareseriyê. Çareseriya li Enqereyê dê bandorek girîng bike. Divê êdî metirsiyên ewlehiyê yên têkildarî Sûriyê li aliyekê bên hiştin. Divê gavên şênber û pêbawer bên avêtin. Êdî hincetên tu kesê neman. Pêwist e gavên mafên Kurdan didinê û demokrasiyê pêş dixe bên avêtin. Berî me Birêz Bahçelî li vir axivî. Behsa mafê hêviyê kir, pêkanîna qayim kir. Em jî diwazin Tirkiye ji vê şermê xilas bibe. Divê îktîdar êdî di vî alî de gav bavêje. Gavên Bahçelî behs dike, bavêje. Ev pêvajo divê bi îradeya Meclisê û bi gavên wêrek bê pêşxistin. Nasîna nasname, ziman û çandê, bi hêzkirina demokrasiya herêmî tekane riye ku gel xwe bi ewle hîs bike ye.
Li ser êrişên li dijî gelê Kurd Bakirhan bi bîr xist ku ev êriş dibin sedema veqetiyanek hestewarî û ev tişt gotin: “Îro ji her rojê zêdetir şikestinek hestewarî heye. Li hemberî derdorên êrişî Kurdan dikin tiştek nayê kirin. Herkes dikare li gorî dilê xwe li dijî Kurdan nijadperestiyê bike. Li Tirkiyeyê hem nijadperestiyek nepenî hem jî aşkera tê kirin. Bi sed hezarên ji bo Rojava meşiyayîn ji hêla rojnameyekê ve wekî terorîst hatin pênasekirin. Hemşîreyek bi boneya pora xwe honand ji kar hate derxistin û binçavkirin. Lê li hemberî van yek tişt nehat kirin. Bêguman ev yek dibe sedema veqetiyana hestewarî. Daraz jî bi awayekê destûr dide vê nijadperestiyê. Hem behsa biratiya gelan dikin û hem jî nijadaperestiyê dimeşînin. Ev paradoksek Enqereyê ye. Çareserkirina vê paradoksê jî karê îktîdarê ye. Em ê vê nîjadperestiyê qebûl nekin.”

