Duşem, 12 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Mûstafa Tekîk hevrêyekî gelekî hêja bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ESP’yiyên di greva birçîbûnê de ne: Girtîgehên bi Tîpa Bîrê ji bo her kesî xeterî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dîmenên Kongreya PKK’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Afirîner û ragirê çanda Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêgerînekî heqîqetê yê bêrawestan: Alî Haydar Kaytan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di kongreya 12’emîn a PKK’ê de ‘ji bo destpêkên nû’ biryara fesixkirinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encama danezanê ya PKK’ê hate eşkerekirin: Karên bi navê PKK’ê têne meşandin hemû hatin bidawîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara min a destpêkê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dengê jinên Kurd û navê berxwedanê: Hozan Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ cezayê dîsîplînê dan girtiyên jin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV ÇAND’ê hunermenda şoreşger Mizgîn bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Kolnê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin
Rojane

Bakirhan: Polîtîkayên xwe yên şer bi dawî bikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya Wanê de axivî û bang li dewleta Tirk kir ku êrîşên xwe yên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bi dawî bike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Îlon 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Rêxistinên Ked û Demokrasiyê, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter a Wanê mitînga 1’ê Îlonê li dar xist. Jinan li ber Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê zincîra ji mirovan pêk anî û ber bi qada mitîngê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hate berzkirin. Di mitînga ku jin û ciwan bi awayekî zêde tevlîbûn de qûrnefîlên spî li dayikan hate belavkirin. Ji qadê her tim dirûşmeyên “Bijî aştî, bimire koletî” û “Bê Serok jiyan nabe” hate berzkirin.

Li qada ku mitîng lê hate lidarxistin dowîzên “Ji girtiyên nexweş re azadî”, “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve”, “Ji qirkirina jinê re na”, “Ne ji şer re ji gel re budçe”, “Ji şer re na”, “Li dijî mirinê jiyan” û “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin. 

 

Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û aştiyê de jiyana xwe ji dest dan hate kirin, li ser navê Komîteya Amadekar a Mitîngê Rojbîn Bor axivî. Bor, xwest ku mitîng bibe boneya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kûrtê jî wiha got: “AKP’ê zextê li hemû mûxalefeta civakî dike û siyaseta wê ya şer a di pirsgirêka Kurd de welat xistiye nava krîzekê. Kesên li dijî vê yekê derdikevin jî weke xayîn tên îlankirin. Ji ber şerê li welat heye, li welat tiştek di rê de naçe. Berdelê wê çi bibe bila bibe em ê parastina aştiyê bidomînin. Heta ku aştî neyê ser vê axê tu pirsgirêk çareser nabin. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin tu pirsgirêkên li welat nayên çareserkirin. Em ê li dijî faşîzmê bi rûhê berxwedanê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevserokê DEM Partiyê Veysî Dîlekçî jî wiha got: “Li Rojhilata Navîn şer berdewam dikin. Qasî ku em dibêjin biratî û azadî, ew kuştinê didomînin. Em ji vir careke din dibêjin êdî bes e. Divê bilezgînî destê ji bo aştiyê hatiye dirêjkirin bê girtin. Divê polîtîkaya tecrîdê rabe. Divê tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan rabe û maseya aştiyê bê danîn.”

Di vê navberê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.  

Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî ev tişt gotin: “Em dizanin ku aştî nêz e. Aştî, azadî û xwişk û biratiya gelan e. Em weke dayikan bang dikin; bila kes ji aştiyê netirse. Heta ku aştî neyê li vî welatî tiştek nayê çareserkirin. Em ji kuştin, komkujiyan û qirkirina jinan re dibêjin êdî bes e. Ji bilî aştiyê daxwazeke me nîne.”

Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ahmet Karagoz jî ev tişt gotin: “Li dijî polîtîkayên şer ên emperyalîst bijî xwişk û biratiya gelan. Li vê cîhanê êdî mirinên mirovan weke îstatîstikekê tên dîtin. Peywîra ku dikeve ser milê me gelan piştevanî û israra di aştiyê de ye. Yekane tişta ku mirovahiya me xelas bike aştî ye. Desthilat bi zext û tayînkirinên qeyûman dîsa tê rojevê. Em vê polîtîkayê şermezar dikin. Tirkiye di mijara azadiyê de di nava 10 welatên herî xerab a cîhanê de ye. Ev tabloye jî têra heye ku welat di çi rewşê de ye. Em ji kesên ku hewl didin me bêdeng bikin re dibêjin; em natirsin û qet bi paş ve gavê jî naavêjin. Tişta ku weke nan û av û hewa pêdiviya me pê heye aştî ye. Em ê parastina aştiyê têkoşîna ji bo vê bidomînin. Em careke din kesên ku li ser erdnîgariya me xwînê dirijînin û anîna asta ku mirov nikare lê bijî şermezar dikin.”

‘DÊ GEL AŞTIYÊ BINE SER VÊ AXÊ’

Di mitîngê de Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan jî axivî. Bakirhan, bi şandina silavan a ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî re dest bi axaftina xwe kir. Bakirhan anî ziman ku rojekê dê gel aştiyê bîne ser vê axê û wiha got: “Li cîhanê zalim aştiyê naxwazin, zalim ji aştiyê hez nakin. Erdnîgariya ku em lê dijîn hêj xwîn tê rijandin.  Şer heye, zarok tên kuştin, xaniyên mirovan bi serê wan de tên hilweşandin. Li Rojhilata Navîn her roj bi dehan cenaze tên rakirin. Ji bo ku çend dîktator bijîn. Heke em weke îro li Wanê bi awayekî xurt li djî şer, mêtîngerî û înkarê xwedî li aştiyê derkevin, bawer bikin em ê bikaribin kuştina zarok û ciwanan a li Xezayê asteng bikin. Em dikarin kuştina welatiyên sivîl ên Kurd a li Silêmaniyê asteng bikin.”

 

QETILKIRINA HAKÎM LOQMAN

Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Hakîm Lokman ê ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê ye û wiha got: “Ji Dihokê 3 hemwelatiyên me yên Kurd ji Stenbolê tên betlaneyê. Ji bo ku li Stenbolê li restoranekê xwarinê bixwin rûdinin û ji ber di nava xwe de Kurdî diaxivin ji aliyê çeteyeke nijadperest a faşîst a li wir ve tên lînckirin. Bi kêran êrîş dikin. 3 ciwanên Kurd ji bo ku bi Kurdî axivîn, êrîş li wan tê kirin, kesek ji wan ji dilê xwe hate kêrkirin û hate qetilkirin. Du mirovên me jî niha li nexweşxaneyê têkoşîna jiyanê didin. Heke kesên dewletê bi rê ve dibin şer bixwazin û ji serê sibê heta êvarî dijminatiya Kurdan bikin û bandora wê ya li restorana Stenbolê jî dibe komkujî. Xwedê bela xwe bide kesên bûne sedemê vê qetlîamê. Em ji Wanê bang li kesên bûne sedemê vê qetlîamê dikin; em Kurd bi hezar salan e li ser vê axê dijîn. Me Kurdan tu car xiyanet li gelên ku li ser vê axê bi me re dijîn nekir. Dijminatî nekir. Lê mixabin di van 10 salên dawî de serdestên vî welatî li Tirkiyeyê bi zanebûn Kurdan dikin hedef. Dibin sedem ku Kurd ji aliyê van faşîstan vê bên qetilkirin.”

‘JI BO KU FERASETA FAŞÎST BI DAWÎ BIBE EM DIBÊJIN AŞTÎ’

Bakirhan ê pirsa “Em çima dibêjin aştî” kir, ev tişt gotin: “Ji bo dawî li vê zîhniyeta nîjadperest, faşîst bê anîn em dibêjin aştî. Ji bo ku Kurd li Stenbol, Amed û Dersim bi serbestî bi zimanê xwe biaxivin em dibêjin aştî. Em dibêjin aştî ji bo Kurdên li Hewlêr û Silêmaniyê dijîn bikaribin bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin. Em ji bo jiyana bi hev re ya bi xwişk û biratî ya ciwan, jin, kurd, ereb û gelên din ên li Rojava dijîn dibêjin aştî. Lê ev pergal û yên vî welatî bi rê ve dibin çi dibêjin, ji bo Herêma Kurdistanê dibêjin şer, li Rojava dibêjin ÎHA, SÎHA û bombe, dibêjin bila Kurdên li Stenbolê ji ber axaftina bi Kurdî bên lînckirin. Ev desthilat bi ser dijminatiya Kurdan û înkarê xwe dide jiyîn. Em ê ji ber wê bêjin aştî û gotina aştiyê bidomînin.”

Bakirhan ê bertek nîşanî jêbirina nivîsa “Pêşî Peya” da, wiha got: “Ev dewlet, walîtî, qeymeqamtî, midûriyeta polîsan nerazan ji bo bi şev ligel çeteyan du peyvên Kurdî jê bibin bi rojan hewl dan. Lanet be ji we re. Li dijî vê sîstema nîjadperest û redkar, yekane hêza me têkoşîna bi hev re û pûçkirina vê sîstema înkarê ye. Ev desthilat dixwaze civakek yekreng biafirîne. Em ê li dijî vê desthilatê têbikoşin. Em bi pergaleke ku li dijî dawetên kurdane rûbirû ne. Li ku dera cîhanê dema mirov dawetê dikin ji pergalê destûrê digirin. Em pergaleke wiha re têdikoşin. Em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Em bi israr û înat soza têkoşînê didin, heta ku zimanê me, nasnameya me, paşeroja me û zarok û ciwanên me di Tirkiyeyeke aştiyane, demokratîk û azad de bijîn.”

 ‘DIVÊ MUXALEFET BERPIRSYARIYÊ BIGIRE’

Bakirhan ê bang li muxalefetê jî kir, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pirsgirêka Kurd ne meseleyeke ku weke siyasî were bikaranîn e, meseleyeke cidî ye. Meseleyeke ku demokrasî, azadî û pêşeroja Tirkiyeyê eleqe dike ye. Ji rêzê nêzî meseleya Kurd nebin. Ez bang li muxalefetê dikim ku ji bo meseleya Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin berpirsyartî û înîsiyatîfê bigirin. Bangeke min jî li rêxistinên sivîl ên civakî, mirovên demokrat, gelên Tirkiyeyê yên di dilê wan de mirovahî heye ye. Ji bo em vê pergala talan, zilm, zem, feqîr dike û tune dihesibîne demildest bişînin divê em bi awayekî xurttir bi hev re bin û têkoşîneke hevkar bimeşînin.”

‘ÊRIŞÊN XWE RAWESTÎNIN’ 

Bakirhan, bang li desthilatê kir ku dest ji şer û kaosa li Herêma Kurdistana Federe berde û wiha berdewam kir: “Li Rojava wê pergala ku mirov weke mirovan lê dijîn bi SÎHA, ÎHA, top û tifingan nebin bersiv. Destê aştiyê yê dirêj dikin bigirin. Dest ji polîtîkayên şer, zimanê şer û pevçûnê yê nijadperest berdin. Werin ligel Kurdan weke mirovan bi diyalog, muzakereyê rûnin ka çawa meseleya Kurd tê çareserkirin. Bila Wan, Amed, Edene û Stenbol nîqaş bikin. Bila gel bi hev re biryarê bidin. Şer xizanî ye, Werin em demildest van polîtîkayên şer bi dawî bikin, bila Tirkiye bi hemû rengên xwe bi kurd, tirk, ereb, çerkez, elewî, sunî, suryanî û êzîdî bi baweriyên din weke xwişk û bira bi hev re bijîn. Em ji bo vê hene. Bila 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de ji we re, ji gelê Kurd re, ji gelên Tirkiyeyê re hemû gelên li cîhanê di bin zilm û şer de tên qetilkirin aştî û xwişk û biratiyê bîne.”

Piştî axaftinan Bakirhan û hilbijartiyan, kevokên aştiyê hatin firandin. Mitîng bi derketina ser dikê ya Kasim Taşdogan bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Qamişloyê li dijî tecrîda li Îmraliyê meş hat lidarxistin
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Birêz Abdullah Ocalan ji bo aştiyê siyasetmedarên biwêrek digere
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê biryar da ku wê li Stenbolê namzetan destnîşan bike

MYK'ê ya DEM Partiyê li hev civiya û biryar da ku li Stenbolê namzetan destnîşan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdana ‘çalakiya lezgîn’ li Neteweyên Yekbûyî hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî tecrîda mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ya li dijî darvekirinan

Li Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayê darvekirinê yê li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî hatiye…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hozan Mizgîn li ser gora xwe hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Semsûrê şîna ji bo Onder hatî danîn bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dayika Sakîne Cansiz rakirin nexweşxaneyê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?