Çarşem, 1 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bi pirsa ‘Hûn der barê Abdullah Ocalan çi difikirin? berdana wî hate taloqkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê ji bo Fermandara YJA Starê taziye hat danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûdem Kurt û Aydin Kurt hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Divê şert û mercên jiyan û xebatê yên Abdullah Ocalan bên başkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên YJA-Starê: Zîlan ji bo me sembola serketinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêniyên Amedê: Divê Rêber Apo êdî azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê derbarê pevçûnên li Rojhilatê Kurdistanê de daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xwedawenda jiyanê: Zîlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Niştimanperwer ên Kurdistanê berpirsyariya çalakiya li Paweyê li xwe girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Zîlan sembola îradeya jin a azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Johanna Kiso: Dema ku dayik li hev kom dibin vediguherin hêzeke têk naçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di lêpirsîna Gulistan Doku de giliyê 108 wezîfedarên emniyetê hat kirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeyeke jinan a ji Rojava li Başûrê Kurdistanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em ê bi Zîlanbûnê bigihêjin serketinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bakirhan: Sererastkirinên siyasî û hiqûqî divê tavilê werin kirin
Rojane

Bakirhan: Sererastkirinên siyasî û hiqûqî divê tavilê werin kirin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan got, "Bang hate kirin, rêxistinê jî bersiva erênî da. Êdî dem hatiye ku sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bêne kirin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Desteyên erkdar ên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) biryar dan ku piştî banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku 27’ê Sibatê kir, li hev bicivin. Meclisa Partiyê (PM) û hevserokên bajaran bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê ya li Balgatê civiyan. Sibe jî dê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) li avahiya li Buklumê bicive. Tuncer Bakirhan beriya civînê axivî. Bakirhan, bal kişand ser meha Remezanê û hêviya aştî û xwişk-biratiyê kir.

Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser banga dîrokî ya Rêberê Apo û got: “Banga jinûveavakirinê û veguherînê kir. Bang kir ku bi rê û rêbazên nû yên demokratîk li ser zemîna demokrasiyê pêvajo pêş bikeve. Girîng bû. Xwest êdî pêvajo ji zemîna şerê 50 sal in didome derbasî zemîna demokrasiyê bibe û pirsgirêk bi rêyên diyalog û muzakereyan çareser bibe. Bangekî girîng û erênî bû.”

Bakirhan, diyar kir ku ew bangê gelek watedar dibînin û got: “Navê bangê jî gelek girîng bî. Banga ‘aştî û civaka demokratîk’ bû. Em jî civîna ewil a piştî vê bangê li dar dixin. Ji ber ku di bangê de ji bo guherîn û veguherînê tenê bang li îktîdarê nayê kirin, li partiyên siyasî, li me û li her kesî dike. Serdema nû dê bibe serdema guherîn û veguherînê. Em ê nexşerêya wê jî îro di civîna PM’ê de nîqaş bikin.

Em ê li ser nêzikatî, çalakî, gotin û polîtîkayên xwe yên serdema nû nîqaş bikin. Ji bo pêvajo civakî bibe weke DEM Partiyê em ê li her derên em lê birêxistinkirî yan jî ne bi rêxistinkirî çalakiyan li dar bixin û ji bo rast bê fêmkirin û bigihije asta tê xwestin, nîqaşan bikin. Me îro PM’a xwe ji bo mezinkirina hêviya çareserî û aştiyê civand. Lê hewceye tiştekî zelal bikim; em hemû rêhevalên xwe yên bi keda xwe bûn wesîleya vê pêvajoyê û niha ne di nav me de ne jî bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em soz didin ku dê ked û bedela wan bi aştiyeke birûmet tacîdar bikin. Dixwazim silavekî jî ji birêz Ocalan re bişînim. Ji ber ku tevî hemû rewşên neyînî, tevî zimanê jehrî û gefan jî wî ev roj afirand. Kedek a wî ya mezin heye. Em silavên xwe ji birêz Ocalan re dişînin ku bi vê bangê zemîna nîqaşkirina aştiyê ya li Tirkiyeyê ava kir.

Em ê bixebitin. Gelên Tirkiyeyê piştî ewqas êşan êdî aştiyeke birûmet heq dikin. Divê aştiyeke birûmet teqez bê vî welatî. Banga birêz Ocalan jî mudaxileyekî wêrek û dîrokî ya vê rabûrdiya biêş e. Dixwaze têkiliyên Kurd û Tirkan ên rê li ber êşê vekirine jinûve sererast bike û ji bo vê gavê diavêje. Di esasê xwe de banga birêz Ocalan ne bangekî nû ye. Raya giştî jî pê dizane, ji salên 93’yan heta niha gelek caran bangên bi heman rengî kir û nexşerê eşkere kir. Lê mixabin ev bang û nexşerê hatin paşguhkirin. Carnan rastî sabotaj û provakasyonan hat û xera bûn. Tevî van rewşên neyînî û sabotajan jî ev bang hate kirin û ev yek nîşaneya seknekî biryardarî û sebrê ye. Divê ev bang vala neçe û destê hatiye dirêjkirin li hewa nemîne. Ji bo vê jî herî zêde peywir dikeve ser milê PM ya me. Peywir dikeve ser milê muxalefet û îktîdarê. Heyf e ku ev bang tenê weke bangekî bimîne. Divê seknekî li gorî wate û girîngiya wê were rabekirin. Ev peywira me tevan e.

Ji bo bang veguhere bangên şênber, êdî sererastkirinên hiqûqî û siyasî ferz e. Li benda bangê bûn û vaye bang hate kirin. Piştî bangê, rêxistinê bersiveke erênî û pozîtîf da. Hewceye sererastkirinên hiqûqî û siyasî tavilê bikevin meriyetê. Divê neyên taloqkirin. Divê hincet neyên nîşandan. Di vê mijarê de roleke dîrokî dikeve ser milê Meclisê jî. Belkî jî di van 50 salan de Meclis bi lîstina roleke pir girîng re rû bi rû ye. Mûxatabeke vê bangê jî Meclis e. Ji bo gav bên avêtin û ji bo sererastkirinên qanûnî û makezagonî Meclis zemîneke gelek girîng e. Hêvîdarim di rojên pêş de Meclis di vê mijarê de bikeve nava hewldanan û sererastkirinên pêwîst bike.

Em di serdema nivîsandina çîrokeke nû de ne. Îro bêhtir derfet hene ku em çîrokeke tê de şer tune ye, mirov jiyana xwe ji dest nadin, aboriya welêt vala vala nayê xerckirin û mirov bi hev re û wekhev dijîn binivîsin. Lewma gelek biqîmet e. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Ev pêvajo bi çepik û rexneyan nameşe. Em li çepikan dixin lê peywirên mezin dikevin ser milê me. Divê em van baş bicih bînin û bêhtir bixebitin. Yên ku divê ji duh bêhtir bixebitin hûn endamên PM’ê û hevserokên me yên bajaran e. Ma li dijî çi tiştê vê banga ku dê êşên 50 sal in didomin bi dawî bike û şer bi dawî bike derdikevin? Tenê sedemekê ve dibe ku hebe, ew jî dibe ku hin kes ji pêvajoya şer û êşê rantê dixwin.

Tu luksa kesekî nîne vê pêvajoyê têk bibe. Ev bang, berpirsyartiyeke mezin dixe ser milê her kesên Tirkiyeya demokratîk dixwazin. Bila kesek ji vê berpirsyartiyê nereve. Pêşîlêgirtina vê pêvajoyê, bi rastî jî dê bibe xerabiyeke pir mezin a li dijî gelê Tirkiyeyê. Divê ev bang teng neyê destgirtin û ji bo berjewendiyên teng ên partiyî neyê bikaranîn. Ev dê bibe xerabiyeke mezin. Bangekê ku pêşeroja hevpar esas digire baş e, divê mirov pîroz bike û piştgiriyê bidê. Ev bang mirov bi kelecan dike. Dê aştî bi me tevan bide qezenckirin. Dê bi Kurdan bide qezenckirin.

Ji ber ku zilma herî mezin li Kurdan hate kirin û sepanên herî dijdemokratîk li dijî wan hatin kirin. Ne tenê bi Kurdan, bi Elewiyan û hemû bawerî û kedkaran jî dê bide qezenckirin. Ji ber ku 3-4 trîlyon dolarên vî welatî ji bo parastin û ewlehiyê tên xerckirin. Bi hatina aştiyê re ev budçe dê ji bo kedkar, teqawid û her aliyên civakê bên xerckirin. Cara ewil e dê welatê me ji gelek aliyan ve qezenc bike. Xwedîderketina li bangê, peywira her kesên welatparêz e.

Heke pêvajoyeke xapandinê nebe, divê êdî zimanê klasîk û gotinên klîşe ji muxataban re neyên kirin. Di serî de dixwazin vê ji her kesî re bibêjim. Herî zêde jî dixwazin ji îktîdarê û endamên wan re bibêjim. Her wiha em helwesta Bahçelî ya li dijî bangê û helwesta PKK’ê biqîmet dibînin. Duh got; ‘Em ê destûrê nedin ev bang were têkbirin.’ Ev biqîmet e. Belê birêz Bahçelî, destûrnedayina vê bi temînatên demokratîk û hiqûqî yên ku dê ruhê biratiyê biparêze dibe. Lewma jî divê temînatên hiqûqî tavilê bikevin meriyetê. Ji ber ku her pêvajo ji enfektebûnê re musaîd in. Di demên berê de jî hate dîtin û di tecrûbeyên cîhanê de jî li ber çav e. Divê ev pêvajo neyê dirêjkirin û neyê enfektekirin. Yek j berpirsyartiya mezin a dikeve ser milê me tevan jî ev e.”

Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Sefkan Kobanê: Dewlet divê gavên hiqûqî biavêje
Nûçeya Pişt re PJAK’ê piştgirî da banga dîrokî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dayikên Şemiyê ji bo Malbata Bûlût a di bin çavan de hatî windakirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya bi bariyeran hatî dorpêçkirin, ji bo Malbata Bûlût a…

Ji aliyê Stêrk TV

2 rojnamevan hatin binçavkirin

Rojnamevan Semra Pelek û Dîcle Başturk di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê de hatin binçavkirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Belçîkayê greva 3 rojî destpê dike

Li Belçîkayê bi banga sendîkayan di 24, 25 û 26’ê Mijdara 2025’an de greveke berfireh…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bi pirsa ‘Hûn der barê Abdullah Ocalan çi difikirin? berdana wî hate taloqkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Mêrsînê ji bo Fermandara YJA Starê taziye hat danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Zeynep Kinaci û Sema Yuce li gelek bajaran hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?