Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), piştî hevdîtina bi Partiya Gel a Komarê (CHP) re ya bi rojeva êrişên ser Rojava, daxuyaniya hevpar da.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniyê de got ku hevdîtin erênî derbas bûye û got: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê trajediyeke mirovî tê jiyîn. Em dixwazin ku tundiya li wir bi dawî bibe û pirsgirêk bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bibe. Lê mixabin li Tirkiyeyê koroyeke nefretê heye. Ji serê sibehê heta êvarê dijminatiya Kurdan dikin. Kurd tu caran ji tu kesekî re nebûn gef û dê nebin jî. Divê ev dijminatiya jiberkirî êdî biguhere.”
Bi domdarî Bakirhan anî ziman ku li herêmê lîstikeke qirêjî heye ku bi xwe re ji bo gelan tenê xwînê tînin. Bakirhan, got: “Divê ev lîstika ku 100 sal in didome, ev çerx êdî were guherandin. Di esasê xwe de banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ji bo xerakirina vê çerxê bû. Lê mixabin li Helebê li dijî pêvajoyê sabotaj hate kirin. Li wir Kurdên bêçek, bêguneh hatin kuştin û koçberkirin. Drameke însanî hate jiyîn. Hin alî dixwazin ku gel her tim li dijî hev şer bikin da ku rantê jê bixwin. Lê Kurdan ji bo pêşî li şerekî li dijî Erevan bigirin, Heleb terikand. Divê ev lîstika mezin û xetere were dîtin. Hêvîdarim îktîdar û rayedarên dewletê jî vê bibînin. Ji bo vê jî divê her kes bi berpirsyarî rabe.”
Bakirhan, diyar kir ku karektera rejîma Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê girîng e û got: “Gelo ev rejîm dê bibe rejîma selefiyan? Dê bibe dijminê Kurd, Durzî û Elewiyan an dê demokratîk be? Em dibêjin ku divê rejîmeke demokratîk be ku hemû gel û baweriyan hembêz dike. Lê niha li Sûriyeyê krîzeke însanî heye. Bi taybet jî li Kobanê ku niha dorpêçkirî ye. Ceyran nîne, av nîne. Zarok ji serma dimirin. Lewma divê di serî de Kobanê, ji bo herêmên Kurdan korîdorekî însanî ya lezgîn bê vekirin. Tirkiye dikare deriyên sînor ên Murşîdpinar û Nisêbînê veke.”
Bakirhan, da zanîn ku tevî agirbestê jî êriş berdewam in û got: “Divê Tirkiye bi rolekî erênî rabe û pirsgirêk bi muzakereyan were çareserkirin. Divê Tirkiye ne rejîma HTŞ’ê lê Kurdan esas bigire. Wekî we jî dît, li cihên Kurdan xwe jê vekişandî alên DAIŞ’ê hatin libakirin. Dixwazim vê ji raya giştî ya Tirkiyeyê re bibêjim; DAIŞ ne tenê ji bo Kobanê lê ji bo her çar aliyên Tirkiyeyê gef e. Yên vekişîna Kurdan weke serkeftinekê nîşan didin, divê belaya DAIŞ’ê baş bibînin.”
Bakirhan, herî dawî bertek nîşanî dezgehên çapemeniyê da û got ku dijberiya Kurdan dikin û xwest ev ziman were terikandin.
Ozgur Ozel jî got ku ew aştiya Tirkiye û Sûriyeyê di nav hev de dibînin û ev tişt anî ziman: “Divê Sûriye tavilê biîstîqrar bibe û misogeriya destûreke bingehîn ku Kurd, Ereb û hemû gel û baweriyan di nav xwe de dihewîne bikeve meriyetê. Em li Sûriyeyê bi aştî û çareseriyê re ne. Ev yek de j bo aştiya Tirkiyeyê baş be. Min beriya niha jî gotibû; hebûna sînoran, xwişk-biratiya heyî ji holê ranake. Weke hêmayên avaker ên Komara Tirkiyeyê em li Tirkiyeyê bi xwişk-birayên xwe yên Kurd re dijîn. Kesên dema her tişt baş behsa xwişk-biratiyê dikin, dema rewşa aloz dibe rûyê xwe yê rast derdixin holê. Em zimanê nefretê yê li dijî Kurdan red dikin.”
Ozel, bi domdarî pirsa “Di lîstika tê lîstin de ma dê Ingilîz, Amerîkayî û Îsraîlî bi ser kevin?” kir û wiha got: “An divê Kurd, Tirk, Ereb, Durzî û Elewî bi ser kevin? Em aştiya xwe bikin, xwişk-biratiyê pêk bînin û em bi ser kevin. Vêcarê jî em bi ser kevin. Rêya vê jî lixwegirtina înîsiyatîfê ye.
Em, krîza însanî ya niha li Sûriyeyê tê jiyîn bi baldarî dişopînin. Em erênî dibînin ku konvoyên alîkariyê yên ji Tirkiyeyê derketin li ser Helebê bigihijin Kobanê. Lêbelê kê ew der anî wî halî? Divê em li wê jî binêrin. Li wir rê dan komên selefî û niha bajaran dorpêç dikin. Ji ber qutkirina ceyranê çar pênc zarok ji sermayê mirin. Li şûna ku ji vir TIR’an bişînin, bila derfetê nedin wê aloziyê û guftûgo û çareseriyê pêş bixin.
Di demeke bajar hatiye dorpêçkirin de gelo mimkûn e ku ev alîkarî biçin cihên rast? An dê têkevin destên hin kesên din? Lewma fikarên me hene. Li gorî me divê alîkarî ji Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbas bibin. Wê demê dê bigihijin cihê rast.
Em hewldanên Konseya Bajar ji nêz ve dişopînin. Şaredariyên CHP’î dixwazin alîkariyê bibin wir. Ji bo koordînasyonê ez ê li serokê Sodenbekê û Serokê Yekitiya Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê Vahap Seçer bigerim. Divê ev bên koordînekirin. Li hêla din jî divê heta agirbest tam tê cîbicîkirin, hewldan bidomin.”
Ozgur Ozel, herî dawî got ku rejîmeke mîna HTŞ’ê ku her kesî û demokrasiyê weke dijminê xwe dibîne ne tu rejîmeke û got: “Li wir ji tu kesekî re hizûr tune ye. Herî zêde jî ji Tirkiyeyê re nîne. Idlib jî ji hêla van koman ve dihat birêvebirin û Tirkiyeyê ewlehiya wê diparast lê niha bûye navenda hilberandina tiryaka sentetîk.”

