Di êrîşa Tirkiyeyê de ya bi SÎHA’yan li navçeya Seyîdsadiqê ya bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Federe, rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn hatin qetilkirin. Qetilkirina her du rojnamevanan hat şermezarkirin.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) û DÎSK Basin-Îşê têkildarî komkujiyê li ber avahiya DFG’ê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê daxuyaniyeke hevpar dan. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça, Meral Daniş Beştaş û Mehmet Ruştu Tiryakî û nûnerên gelek saziyan û rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn.
Polîsên ku ber DFG’ê dorpêç kirin, bêyî sedem ragihandin ku wê destûrê nedin ku daxuyanî bê dayîn. Kedkarên Çapemeniya Azad ku guh nedan dorpêçê, dirûşmeyên “Çapemeniya Azad nayê tepisandin” berz kirin.
Rêvebera MKG’ê Aysel Işik ku di dropêçê de axivî, got: “Em wekî MKG, DFG û DÎSK Basin Îş, pêşî êrîşên dijwar ên li hemberî Çapemeniya Azad şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî van êrîşên sîstematik demildest tev bigere.”
Işikê anî ziman ku armanca van êrîşan ew e ku Çapemeniya Azad bi temamî bê tunekirin û dengê gel bê tepisandin û got ku PDK jî hevkarê van êrîşan e.
Işikê bilêv kir ku ew ê bi biryardarî li dijî hemû êrîşên li hemberî Çapemeniya Azad têbikoşin.
Işikê bang li rêxistinên çapemeniyê û parêzvanên mafên mirovan ên navneteweyî kir û got: “Li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî çapemeniya azad dengê xwe bilind bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.