Çarşem, 4 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fetî Yildiz: Di pêvajoyê de veger nîne, di ‘mafê hêviyê’ de fikrê cuda nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê endamê rêveberiya ESP’ê Çelebî hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Korkmaz: Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê divê tavilê bê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêşî girtî derb kirin, paşê jî gef xwarin: ‘Hûn dijminê min in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameger, şoreşger û şervan: Azîz Koyluoglu

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK: Xwedîderketina li Rojava divê daîmî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li wargeha Mexmûrê bîranîna şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Şehîd Ehmed Hêmin wê sibê li Silêmaniyê merasîmekî girseyî were lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    26 rêxistinên civakî yên sivîl ên Mûşê li ser Rojava daxuyanî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    IWA: Piştgirî bidin jinên ku li Rojava li ber xwe didin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Derbendîxanê jinek bi gumanbarî mir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava diparêzin’ li Krasnodarê peyama piştgiriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê tabûra jinan hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Banga li hunermendên Kurd: Bibin dengê gelê Kurdistanê
Rojava

Banga li hunermendên Kurd: Bibin dengê gelê Kurdistanê

Saziyên çand, huner û wêjeyê yên Rojavayê Kurdistanê bang li hunermendên Kurd hemûyan kirin ku bi rola pêşengiyê rabin û bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Sibat 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan, Desteya Çand û Ronakbîriyê, Meclisa Wêjeyê û Yekitiya Hunermendan li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev qonax ne tenê qonaxeke şer û çekan e, lê di heman demê de qonaxeke exlaqê mirovatiyê, wijdan û hunerê ye.

Di daxuyaniyê behsa têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê hat kirin û hate gotin: “Ji berxwedanek leşkerî û polîtîk wirdetir, îfadeyek rojane ya heyîna gelê Kurd e. Di xwedîderketina gel a li vîna ku li Rojavayê Kurdistanê derketî holê de, rola ku hunermendên Kurd lîstî ne rolek duwemîn bû, roleke dîrokî, sereke û pêşengiyê bû. Ev sekn û helwesta hunermendên Kurd ne nû ye. Ji Ayaz û Erdelanan bigire heta Hozan Sefkan, Hozan Mîzgin, Hozan Serhed, Sarya Baran, Xelîl Dag, Delîla, Sîpan, Berçem û Bavê Teyar û bi sedan hunermendên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê, li hemberî înkar, qirkirin û zilma li ser gelê Kurd tê meşandin, xeta hunera rast bi pîvanên etîk û estetîk di seknên xwe de diyar kirine û danîne holê.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sekna hunermendên Kurd a îro li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê derketî holê jî berdewamiya vê xeta berxwedanê ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, li gel hunermendên li Rojavayê Kurdistanê, bi sedan hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, ne tenê bi berhemên xwe, di meş û çalakiyên piştgiriyê de li kolanan li tenişta gel cih girtin û pêşengî kirin. Bi vê boneyê huner ji qadên ewle derxistin; li hemberî zilmê huner vegerandin têkoşîn û berxwedanek bi beden, deng, vîn, berpirsyartî û wijdanî.

Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku li Rojavayê Kurdistan gelek hunermendan ji bo parastina xak, gel û rûmeta gelê xwe enstûrmanên xwe danîn, dest avêtin çekan, ji bo bergiriya êrîşên hovane yên li ser gelê Kurd hatin meşandin çûn eniyên şer û wiha berdewam kir: ” Ev ne nakokiyeke bi hunerê û sekna hunermendan re. Nîşaneya wê rastiyê ye ku, ka li ser van axan hunera rast çawa tê kirin. Ji ber li ser vê axê huner ji jiyanê ne qut e; awayekî parastina jiyanê bi xwe ye. Lewma divê sekna hunermendên Kurd a bi têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên xwedîderketina li vê têkoşînê re derketî holê ne tenê weke bijartekek estetîk, weke sekneke exlaqî û dîrokî bê dîtin. Ev sekneke.  Cihê xwe û rola xwe ya di têkoşîna azadiyê de diyarkirin e. Ji ber di demên wisa dîrokî de an wê hunermend bi bêdengiya xwe xizmetê ji zalim û desthilatdaran re bikin, an jî wê bibin bîr û hişê civaka xwe ya li hemberî her cure serdestî û zilmê tê dikoşe. Ji ber sekna wan a bi exlaq û wijdanî, helwesta wan a zana û şiyar, têkoşîna wan a hêjayî pîvanên mirovbûn û jiyana azad, em spasî û malavayiyê li hemû hunermendên Kurd ên di vê qonaxê de mil bi milê gelê xwe di qadên têkoşînê cih girtin û rola pêşengiyê lîstîn, dikin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li welatê me huner awayekî berxwedanê ye. Di vê dema têkoşînê ya hebûn, maf, azadî û xwebûnê ya gelê Kurd de, dîsa erk û berbirsyartiyên mezin dikevin ser milên hunermendan. Dibe ku cara yekê be li derdora têkoşîna li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd di bîr û bawerî, zanebûn û sekin, vîn û giyan, helwest û têkoşîna xwe de evqas bû yek û sînorên çêkirî bi helwesta xwe ya netewî parçe û bê wate kir. Divê hunermendên Kurd bi berhemên xwe bikarin vê rastiya dîrokî, daneheva ku dikare rêya bi destxistina hemû mafên gelê me veke vegerînin berhemên mezin, di hevgirtin, yek kirin û xurtkirina têkoşîna azadiyê de bi her awayî rola xwe ya pêşengiyê ji vir û şûn ve jî bidomînin. Ev rol û berpirsyartiyek dîrokî, qedirbilind û pîroz e.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hunermendên Kurd hate kirin ku li gorî sekn û pîvanên welatperweriya rast ên Bavê Teyar danîn holê, li her qada lê ne bi vê berpirsyariyê tevbigerin; ji bo neteweya demokratîk û yekitiya neteweyî rola xwe ya pêşengiyê ji her demê xurtir bilîzin û bikarin bi hunera xwe bibin dengê gelê Kurdistanê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HRW: DYE li ser rêya otorîteriyê ye, azadiya li Çîn û Rûsyayê jî kêmî 20 sal berê ye
Nûçeya Pişt re Koma nivîsandinê ya komîsyonê li hev civiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara Tîrmehê ya kovara Newaya Jin hate weşandin

Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin hejmara xwe ya vê mehê ji Şoreşa Rojava re…

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya gerîlayên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin

Navên 30 gerîlayên azadiyê yên ku beşdarî merasîma çekberdanê bûn, hate eşkerekirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Çîroka ‘benda dawî’ ya ku di metna bangê de cih negirtibû

Hat hînbûn ku benda dawî ya balkêş a ku di metna banga Rêber Apo de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

ENKS’ê encamên hevdîtina li Şamê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xelkê Kobanê meşiya: Em ê destketiyên şoreşê biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gel peymanê jî dorpêça li Kobanê giran dibe: Gel bi hêrs e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

HRW: DYE li ser rêya otorîteriyê ye, azadiya li Çîn û Rûsyayê jî kêmî 20 sal berê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?