Baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) a li bajarokê Dêgele ya Hewlêrê careke din bû hedefa êrişê.
Rêveberê Dêgele Soran Ekrem li ser êrişê ji Rojnewsê re axivî û diyar kir ku bi droneyan êriş li baregehê hatiye kirin.
Hate ragihandin ku pêşmergeyê PAK’ê ku di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da, Celal Reşîd e û 3 pêşmergeyên din jî birîndar bûn.
Her wiha doh bi şev jî li Hewlêrê, Îranê bi dronên xwekuj êrişî baregeha Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) kir. Hate ragihandin ku dema êriş pêk hatiye hêzên leşkerî yên PAK’ê li baregeha xwe bûn. Lê derbarê ziyanên êrişê de agahî nehatin belavkirin.

