Serdanên ji bo çalakiya nobetê ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya hate desteserkirin dest pê kiriye û di roja çaremîn de didome. Serokê Baroya Şirnexê Abdullah Findik û parêzerên baroyê ji bo piştgiriya berxwedana gel bikin, di roja çaremîn de hatin qada nobetê.
Findik li qada nobetê axivî û diyar kir ku tayînkirina qeyûman derhiqûqî ye. Findik anî ziman ku desteserkirina şaredariya ku gelê Mêrdînê bi vîna xwe ya azad hilbijartiye herkesê xwedî wîjdan êşandiye û wiha got: “Em vê yekê ne tenê ji bo DEM Partiyê nabêjin. Heger MHP, CHP, DEVA heta AKP jî bûye wê dilê me bişewitiya.”
DERVEYÎ HIQÛQÊ YE
Findik bilêv kir ku herkesî mafê xwe yê hilbijartinê heye û wiha pê de çû: “Bêguman sepandina van polîtîkayan li herêmeke diyar, dibe helwesteke dijî vê armancê. Em dikarin bi rehetî bibêjin rejîma heyî xwe bi xwe înkar dike. Wek Baroya Şirnexê em dixwazin ji vir jî bînin ziman ku bi vî awayî dûrxistina nûnerên gelê Mêrdînê ji erkê bi awayekî eşkere li dijî hiqûqê ye.”
Findik diyar kir ku ew bi gelê Mêrdînê re di nav piştgiriyê da ne û axaftina wiha bi dawî kir: “Em hêvî dikin ku di demek herî kurt de dev ji vê xetaya mezin berdin.”