Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê berdewam dike. Şêniyên Şengalê bertek nîşanî êrîşan dan û gotin: “Baweriya me bi ti kesî nîne, em ê parastina xwe bi xwe bikin.”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Kinê Xidir anî ziman ku ew ti gazindan ji dewleta Tirk a dagirker nakin lê gazindên wan ji dewleta Iraqê re ne û got: “Me 6 zarokên xwe û parêzvanên civaka xwe ji dest dan. Ev her 6 zarokên me ji fermanan filitîbûn û ev 10 sal bûn li ber xwe didan û civaka me ji her cure êrîşê diparastin. Ji ber vê yekê jî bûn hedefa dewleta Tirk a dagirker. Lê sedema şehîdbûna wan a esas hikûmeta Iraqê ye ku ew rê dide dewleta Tirk a dakirger ku vê zilmê bike.”
Kinê Xidir diyar kir ku piştî Fermana 74’an, baweriya wan bi ti kesî nayê ku wan biparêze û wiha pê de çû: “Ji ber ku zarokên me hene; ew parçeyek ji xwîn û goştê me ne û ew in parêzvan û canfedayên me. Îro dewlet û hemû cîhan jî baş dizane ku em li ber xwe didin û xwe bi xwe diparêzin. Ma kengî em çûne ber deriyê yekî ji wan? Me kengî zarokekê wan revandiye? Ew her tim bi van êrîşên nemerdane û bi hevkariya ligel dijminên Êzidiyan, zarokên me dikin hedefa xwe û wan şehîd dixin.
ME BI XWE PARASTINA XWE KIR
Me dersa xwe ji fermanê girtiye, êdî ti kes nikare bi qedera me bilîz e. Di nav van deh salan de me xwe parast û xwe ji nû ve ava kir. Tevî vê me ax û rûmeta Iraqê parast. Lê dewleta Iraqê bi dewleta Tirk a dagirker re dibe hevkar û rê dide êrîşên qirqirinê bi ser me de bidomîne. Di vê rewşê de em gazindan ji dewleta Tirk nakin, ji ber ku ew dijminê koka me ye. Gazindên me ji dewleta Iraqê re ne. Em ê hesabê xwîna zarokên xwe ji Iraqê bipirsin û bila dewleta Iraqê baş bizane wê hesabê vê dagirkerî û hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bide. Lê heger di van kiryarên xwe de israr bike ev yek dê ne ji bo me ne jî ji bo wê neçe serî.”
‘EM DEV JI AXA XWE BERNADIN’
Dayika Şehîd Dijwar Feqîr, Xoxê Cindî jî bertek nîşanî êrîşên dagirkeriyê da û got: “Ya ku dewleta Tirk dike, neheqî ye, zilm e û dijminatiya Xwedê ye. Ka gelo em pirs bikin çi xeteriya van şehîdan li ser Erdogan û dewleta Tirk hebû, kengê kê ji van şehîdan çûye ber deriyê Erdogan ku radibe bi awayekî nemerdane wan şehîd dike? Em neçar in li ber xwe bidin. Ji ber ku me bi hezaran şehîd dane, me malê xwe da, me serê xwe da. Ma em nekin dê kî were parastina me bike? Zarokên me li ser ax û ava xwe ne û parastina xwe jî dikin. Çi dibe bila bibe û em bi sedan şehîdan jî bidin em ê dev ji axa xwe ya pîroz bernedin. Bila baş bizanin ku em dayikên şehîdan in û dema me şehîdek da em li şûnê diduyan radikin. Em qet bi şehadeta zarokên xwe têk naçin, em ser bilind in.”
Hevserokê Meclîsa Komalgeha Zoravayê Xidir Osman jî axivî û ev tişt got “Ev dewletên ku xwe wekî parêzvanên mafê mirovan nîşan didin, hemû şirîkên Erdogan û vî şerî ne. Heger ne şîrikê wî bûna Erdogan qet nedikarî van kiryarên dermirovî bike û van komkujiyan pêk bîne.”