Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik rojev nirxand. Di beşa destpêkê ya bernameyê de Cejna Zimanê Kurdî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên meha Gulanê nirxand.
Têkildarî Cejna Zimanê Kurdî hûn dixwazin çi bibêjin?
Cejna Zimanê Kurdî li tevahiya gelê Kurd, li mirovahiyê pîroz dikim. Bi rastî cejneke welê ji bo Kurdan pêwîst e. Ji bo çi? Ji ber ku li ser gelê Kurd asîmîlasyoneke xurt heye. Dixwazin gelê Kurd ji holê rakin. Ji bo gelekî ziman, çand bedena wî gelî ye. Hebûna wî gelî ye. Eger gelek, miletek zimanê xwe, çanda xwe winda bike ew nikare bijî. Ji holê radibe. Vê demê ilim û teknîk pir bi pêş ketiye. Bi taybetî sîstema kapîtalîst modernîte yê dagirker qirker li vê gelekî sûdê werdigire. Ji bo ku armanca xwe pêk bînin hîn zêde li ser asîmîlasyonê disekine. Ji ber wê teknîk, ilim ji bo armancên xwe ji her alî ve pêk tînin. Niha dewleta qirker dagirker a Tirk tablet li gelek zarokên Kurdan belav kir. Hem jî li dibistana destpêkê, li van tabletan hinek bername siwar kiriye. Bernameyên ku li van tabletan siwar kirine hemû ji bo ciwan, zarokên Kurd bi temamî bikin Tirk, bi temamî ji nasname û rastiya xwe dûr bixîne, bihelîne ku karibe civaka Kurd ji holê rake hatine amadekirin. Ji ber wê gelê me hemû lazim e li ziman û çanda xwe xwedî derkeve. Li hemû zaravayên Kurdî xwedî derkeve, ne tenê Kurmancî. Li Dimilkî, li Soranî li hemû zaravayan xwedî derkeve, bi pêş bixe. Hem bielime hem binivîsîne hem biaxive hem jî bi ziman û çanda xwe bijî. Niha her ku diçe gelê me di aliyê zimanê Kurdî de, çanda Kurdî de hinek gavan diavêje. Ev baş in, lê belê kêm in. Divê van gavan hîn bi xurtî biaviêje. Mînak, niha gelek navê şehîdan, navê Kurdî li zarokên xwe dikin. Ev tiştekî pir baş e. Lê belê dema ku ev nav lê kirin divê ji zarokên xwe re der heqê wan navan de jî biaxivin. Bibêjin ew navan ji ku tên, ji bo Kurdan tê çi wateyê, lazim e van hemûyan bi detay bi zarokên xwe re biaxivin. Ku zarok ew civak, ji rastiya xwe ji koka xwe dûr nekeve, karibe bi rastiya xwe bijî. Dewleta Tirk a dagirker qirker ji bo Kurdan ji holê rake li zimên, li çandê destpê kiriye. Esas qirkirinê di vir de dike. Li aliyên din jî qirkirinê dike lê belê eger ku tu dixwaze gelekî ji holê rabike tu yê ziman û çanda wî ji holê rabike. Wê demê ew gel nikare bijî. Ji ber wê gelê me, ciwanên me hemû divê li zimanê xwe, çanda xwe yanî paşeroja xwe xwedî derkevin, ji bo xwe têbikoşin û bijîn. Vê weke têkoşîneke azadiyê ji bo xwe bike esas. Ji ber ku xwedîderketina li çand û zimanê xwe xwedîderketina li pîvana azadiyê ye. Ev têkoşîneke, weke têkoşîna civakî, leşkerî, fikrî, ji her alî ve ew têkoşîn jî têkoşîneke mezin e. Eger gelê me naxwaze di bin asîmîlasyonê de ji holê rabibe, divê li dijî asîmîlasyonê li xwe xwedî derkeve ji bo xwe têbikoşe, zarokên xwe bi zimanê Kurdî, bi çanda Kurdî, bi jiyana Kurdî mezin bike. Li ser vê bingehê banga min ji bo hemû gelê me li ku dibe bila bibe, li mala xwe, li derve bi temamî di jiyana xwe de Kurdîtiyê, çanda Kurdîtiyê ji xwe re bikin esas. Li ser wî esasî jiyana xwe pêk bîne.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 38 meh in di bin êşkence û tecrîdeke giran de ye. Lê wezîrê dewleta Tirk got, li vir tecrîd nîne, her tişt normal e, mafê xwe bi kar tîne. Sedema vê êşkenceya giran û van daxuyaniyan çi ye, li hemberî vê divê çi were kirin?
Li ser Rêber Apo siyaseta ku tê meşandin siyaseta qirkirinê ye. Siyaseta ku li ser gelê Kurd tê meşandin di şexsê Rêber Apo de dimeşînin. Tê zanîn Rêber Apo ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî çareser bike çû Ewropayê. Heta li Ewropayê 8 xal jî ji bo çareseriya pirsgirêkê îlan kir. Lê belê li Ewropayê çi bû? Komplo. Va nêzîkbûna Ewropayê nêzîkbûna li civaka Kurd, li pirsgirêka Kurd e. Di şexsê Rêber Apo de nêzîkatiya xwe ya li gelê Kurd diyar kirin. Eger ku Ewropayê bixwasta pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî bê çareserkirin, ew nêzîkbûna ku li Rêber Apo kir, ti carî nedikir. Ev rastiyeke. Eger ku îro li ser Rêber Apo tecrîdeke mutleq, êşkenceyeke bêsînor tê meşandin, di vir de ne tenê dewleta Tirkiyeyê, desthilatdariya AKP-MHP berpirsyar e. Di vir de yê ku komplo kir, NATO, Ewropa bi hev re berpirsyar in. CPT biryarên wan di pratîkê de pêk tînin. Biryarên ku Konseya Ewropa, NATO wergirtî CPT di pratîkê de pêk tîne. Vê jî bi dewleta Tirkiyeyê re pêk tîne. Ewropa pir behsa hiqûqê, edaletê, mafên mirovan dike. Vana hemû derew in. Li ser Rêber Apo ew siyaseta ku tê meşandin hem rastiya dewleta Tirkiyeyê, hem rastiya desthilatdariya Tirkiyeyê, rastiya Ewropayê nîşan da. Vêya her kes dibîne. Hiqûq li holê nîne, edalet li holê nîne, mafên mirovan li holê nîne. Her tişt dane bin lingan. Temamiya berjewendiyên xwe siyasî, aborî esas wergirtine. Gelê Kurd ji bo wê dikin qurban. Ev li ber çavan e. Hiqûqa Ewropayê, edaleta wan îflas kiriye. Li şûna hiqûq, edaletê qanûnên Gladyo dimeşînin. Di qanûnên Gladyo de ti carî hiqûq nîne, kêfiyet heye, mirin heye, komkujî heye. Eger li cîhanê siyaseta ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser hinekan bihata meşandin qiyamet radikirin. Lê belê îro em dibînin kerr û lal in. Niha Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê got, tecrîd nîne her tişt bêhempa pêk tê. Di televîzyonê de derewên welê mezin kirin. Vê cesaretê ji ku wergirt? Ji Ewropa, NATO ji yên ku komploya navneteweyî kirin wergirt. Eger wan ewqas cesaret nedabûna nikare wê axaftinê bike. Ev eşkere ye. Niha Weysî Aktaş, 30 salên xwe temam bûne. Lê belê çi kirin? Salekê dirêj kirin ku bernedin. Di vir de hiqûq li ku derê ye, edalet li ku derê ye? Temamî kêfiyet e, bicihanîna qanûnên Gladyo ye. Ji bo çi mirovê ku 30 salan dane, 30 salên xwe temam kirine lê bernadin? Wê demê li wê zindanê hinek tişt diqewimin, ji bo vana derve neyê dîtin ku kes pê nehese, ji bo wê salekê dirêj dikin ku Weysî Aktaş dernekeve. Ev her tiştî îfade dike ku li Îmraliyê sîstema ku yên ku komplo kirin, NATO, Yekîtiya Ewropa, CPT, xayinên Kurd kirin, tê jiyankirin. Ji ber wê gelê me lazim e li dijî wê têkoşîna xwe bilind bike. Rêber Apo dubare dubare bixwîne, parêznameyên Rêber Apo bi kûranî fêhm bikin, li gorî wê jî têkoşînê mezin bikin. Tenê ku gelê me, dostên gelê me ku têkoşîn kirin ew têkoşîna ku zexteke mezin çêkir, wê demê neçar dimînin dest ji wê siyasetê berdidin. Eger welê nebe dixwazin bi israr wê siyasetê dewam bike. Di vir de banga min ji bo parêzeran heye, divê têkoşîna hiqûqî baş bikin. Nebêjin em hinek gavan diavêjin lê belê encamê wernagirin. Divê ji aliyê hiqûqî ve têkoşînê xurt bikin, li qada navneteweyî jî hiqûqnas hene. Dikarin bi wan re vê têkoşînê bikin. Ev têkoşîneke. Divê welê bê fêhmkirin. Eger welê bê fêhmkirin, ji aliyê hiqûqî ve têkoşîn bê xurtkirin ew ê hem NATO, hem Tirkiye, hem Yekîtiya Ewropa, hem jî CPT tengav bike. Hinek têkoşîn çêbû, tengav bûn mecbûr man biaxivin. Serokê CPT di axaftina xwe de her tişt îtiraf kir ku siyaseteke çawa tê meşandin. Ew diyar kir.
Pêngava ‘Azadî ji Rêber Apo re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ 8 meh li pey xwe hiştin û di merheleya duyemîn de ye. Hûn der barê asta heyî ya pêngavê û tiştên ji niha û pê ve bêne kirin dixwazin çi bibêjin?
Ji bo wê pêngavê di zindanên dewleta Tirk de gelek heval û welatparêz têkoşînekê dimeşînin. Ew têkoşîna têkoşîneke bi rûmet e. Çi gotin? Gotin, madem ku hûn li ser Rêber Apo mutleq tecrîd êşkenceyê dimeşînin, em jî weke Rêber Apo dixwazin jiyan bikin. Hûn nikarin me ji Rêber Apo qut bikin. Hûn li ser Rêber Apo her tiştî qut bikin, hûn her roj her kêliyê êşkenceyê bikin, hûn ji bo me jî hinek qanûnan pêk bînin. Em vê qebûl nakin. Ji ber wê madem ku Rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re nikare hevdîtinê bike, em jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê çênakin, em dernakevin dadgehên we. Em naçin tenduristiyê jî. Madem ku hûn bi tenduristiya Rêber Apo dilîzin, hûn şerekî taybet dimeşînin em jî vê qebûl nakin. Yanî di vir de pêngaveke welê kirin. Rêber Apo, xeta Rêber Apo, berxwedana Rêber Apo ji xwe re kirin esas. Dîsa li qada navneteweyî gelek rewşenbîran, hunermendan, akademîsyenan, siyasetmedaran, hiqûqnasan ji bo CPT nameyek şandin. Ji CPT xwestin ku ew rapora ku li Îmraliyê amade kir eşkere bike. Her wiha tavilê biçe Îmraliyê. Yanî Rêber Apo li wê derê ye yan ne li wir e. Rewşa Rêber Apo çi ye? Ji bo çi hûn nahêlin ku hevdîtin çêbibin? Em di gumanê de ne. Ew daxuyanî dan. Ew name şandin. Û her rojê jî daxuyaniyê didin. Dîsa gelê me bi taybetî li Rojava ji bo wê pêngavê her roj çalakiyan dike. Li beşên din jî çalakî hene, name hene, daxuyanî hene, protesto hene. Ji bo wê bi vê wesîleyê ez wan hemûyan silav dikim, pîroz dikim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim. Rast e, me pêngavek dan destpêkirin. Pêngava destpêkê bi hemû kêmasiyên xwe bi serketî temam bû. Rojevek çêkir, li ser wê me dest bi pêngava duyemîn kir, hîn jî dewam dike. Hinek çalakî hatin kirin, lê belê ew kêm in, divê ew çalakî hîn bi xurtî bêne kirin. Eger em van çalakiyan bi gelek rêbazan xurt bi pêş nexin, zexteke mezin li ser dagirkeriya Tirk li ser CPT li ser Konseya Ewropayê çênekin vê siyaseta ku dimeşînin wê israr bikin. Israra ku dikin ji ber kêmasiya çalakiyên me dikin. Divê gelê me bi vê zanibe.
Hem li nava gelê me hem li qada navneteweyî xwendina parêznameyên Rêber Apo destpê kir. Ew karekî pir baş bû. Niha lazim em wê dewam bikin. Lê belê em ê hîn xurt bikin, gavekê hîn bi pêş biavêjin. Em parêznameyan bixwînin, me çi ji parêznameyê fêhm kiriye, em wê binivîsînin û bi hinekan re jî nîqaş bikin. Bi vî rengî em parêznameyan bigihînin her kesî. Rêber Apo çi got? Got, ku parêznameyên min bigihêje ku derê ez li wê derê me. Yanî wezîfeyeke welê dan pêşiya me, ku em karibin fikrê Rêber Apo bigihînin her cihekî. Ev wezîfeya her hevalekî ye, wezîfeya her welatparêzî ye, wezîfeya dostên gelê Kurd e. Eger ku em vê wezîfeyê pêk bînin, her kes li gel xwe bernameya parêznameyê bide pêşiya xwe, hem xwendin, nivîsandin hem jî nîqaşkirin, gelek semîner, komxebat divê bêne kirin. Yanî tevgereke welê civakî, xurt divê em bi pêş bixin. Hem li nava Kurdan hem jî li qada navneteweyî. Çalakiyên ku dibin hevdu tam temam nakin, parçe parçe çêdikin. Divê vana di navendekê de bêne birêxistinkirin. Ev çalakî divê hevdu temam bikin ku hêza wan derkeve holê. Welê nebe gelek çalakî çêdibin lê belê bêyî agahiya hevdu ne. Ji ber wê ev çalakî zêde encameke xurt bi xwe re nîne. Lewma divê ji bo Rêber Apo komîteyeke hiqûqî jî çêbibe, ew komîte li mafên Rêber Apo xwedî derkeve, têkoşîna wê bike û her kesî li ser wê bingehê bixe nava liv û tevgerê. Eger di vê çarçoveyê de kar bê kirin pêngava duyemîn wê bigihêje armanca xwe. Armanca pêngava duyemîn çi ye? Bi fîzîkî azadiya Rêber Apo ye. Siyaseta ku dagirker qirker li ser Kurdan dimeşîne bidawîkirina wan e. Pêkanîna azadiya gelê Kurd e. Ji bo wê ew pêngav pêngaveke stratejîk e. Her kes divê li ser wî esasî li her deverê wezîfeyê xwe zanibe û pêk bîne. Daxwaza min ji her kesî li ser vî esasî ye.
Em di roj û meha şehîdan de ne. Girîngiya şehîdên Gulanê di têkoşîna roja me de hûn çawa dinirxînin?
Meha Gulanê me kir meha şehîdan. 18’ê Gulanê jî me kir roja şehîdan. Vaya lazim e baş bê fêhmkirin. Ji bo me ne tenê meha Gulanê meha şehîdan e, 18’ê Gulanê roja şehîdan e. Em tevgereke şehîdan e. Em li ser xeta şehîdan dimeşin. Li ser armancên wan dimeşin. Di hemû mehan de di hemû rojan de em şehîdan didin. Ev rastiyeke. Bi vêya em nirxan ava dikin, nirxan mezin dikin û diparêzin. Vaya gelê me zindî kir, bi pêş xist, gihîşte asta navneteweyî êdî mirovahî li gelê Kurd hêviyeke mezin dixwaze. Vaya temamî bi têkoşîna şehîdan çêbû. Bingeha vê tevgerê şehîd heye. Têkoşîna şehîdan heye. Me çi qezenç kiriye, me bi van şehîdan qezenç kiriye em deyndarê wan e. Em dixwazin deynê xwe bidin. Em li ser vî esasî têdikoşin. Hêza me, çavkaniya me temamî şehîd in. Em bi xeyalên wan, bi hestên wan, bi têkoşîna wan, nirxên ku wan ava kirin em xwe çêdikin, em xwe bi pêş dixin. Hêza me di vir de ye. Ji ber wê ev tevger bû tevgereke azadiyê. Bû hêviyeke mezin ji bo mirovahiyê. Eger ku me xeta şehîdan ji bo xwe esas wergirt, va jî Rêber Apo bi me da fêhmkirin. Ji ber ku Rêber Apo xwest ji bo gelê Kurd nirxan ava bike. Ji ber ku hemû nirx ji destê gelê Kurd hatibû wergirtin. Lewma mabû ku ji holê rabe. Rêber Apo ji bo wê têkoşîneke mezin kir. Vaya bi şehîdan kir. Ji ber wê her şehîdek kir xelekek ji bo têkoşînê mezin bike, ji bo gelê Kurd nirxan ava bike. Kengî ev nirx hatin avakirin, gelê Kurd jî welê zindî bû, welê bi pêş ket, welê bû hêviyek ji bo mirovahiyê. Eger gelek ji bo xwe nirxan ava neke, nirxên azadiyê xurt neke, bi pêş nexe ew gel nikare jiyan bike. Eger ku gelê me îro li ser piyan e, dîrokê dinivîsîne, ji bo mirovahiyê bûye hêviyeke mezin. Ew li ser vê esasê ye. Eger ku me 18’ê Gulanê kir roja şehîdan, sedema wê di wê rojê de hevalê Hakî Karer hate qetilkirin. Hevalê Hakî Karer ne Kurd bû, ne xelkê Kurdistanê bû. Xelkê Tirkiyeyê bû. Hevalê Hakî Karer di wê demê de ku Kurd li têkoşînê xwedî dernediket li gelê Kurd xwedî derket. Li dijî siyaseta dewleta Tirkiyeyê ya qirker derket. Ji ber ku dewleta Tirkiyeyê timî stratejiyek dimeşand ku Kurdan bi tenê bihêle û tine bike. Hevalê Hakî Karer li ber vê yekê rabû û tevlî vê tevgerê bû. Eger ku hate qetilkirin jî ji ber wê hate qetilkirin. Di vê mehê de ne tenê me şehîdên mezin dane. Gelê Tirkiyeyê jî şehîdên mezin daye, gelê Ereb jî şehîdên mezin daye. Li Rojhilata Navîn jî gelek têkoşîn bi pêş ketiye. Di têkoşîna demokrasî û azadiyê de gelek şehîd çêbûn. Li Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan, Yûsûf Aslan, Sînan Cemgîl, Îbrahîm Kaypakkaya, Ûlaş. Hîn jî mirov dikare bijimêre. Li Somayê di madenê de. Dîsa li Rojhilat 4 şoreşgerên Kurd hatin darvekirin. Silêman Moînî hate kuştin. Leyla Qasim, li Qamişlo şehîd. Yanî li tevahiya beşên Kurdistanê, Tirkiyeyê welê şehîdên mezin hene. Ji bo PKK’ê jî Mehmet Karasûngûr, hevala Mizgîn, Qasim Engîn mirov dikare gelek şehîdan bînin bîra xwe. Şehîdên me yên Hewlêrê, Barzaniyan komkujiyeke mezin kir. Bi vê wesîleyê ez van şehîdan hemûyan bi bîr tînim, hurmeta xwe ji bo wan diyar dikim, soza ku me dane şehîdan dubare dikim. Me bi şehîdan ev têkoşîn bi pêş xist, hîn jî bi şehîdan em bi pêş dixin. Ti carî em dest ji xeta Rêber Apo, ku xeta şehîdan e, bernadin. Rêber Apo çawa xwe kir berdevkê şehîdan, milîtanên vê tevgerê yên PKK û PAJK’ê jî hemû berdevkên şehîdan e. Lewma temamiya jiyana xwe jiyan dikin, hemû tiştên xwe dixin xizmeta vê xetê. Di vê xetê de serketin heye, encamwergirtin heye. Banga min lazim e her mirovekî me şehîdan ji bo xwe bikin esas. Jiyana wan lêkolîn bikin, bi jiyana wan re jiyana xwe bikin yek, ku karibin wan şehîdan mezin bijîn, mezin bidin jiyîn. Ev wezîfeya me hemûyan e. Dewleta Tirkiyeyê dijminê gelê Kurd e. Vê dijminatiyê hem li zindanan hem jî li derveyî zindanan pêk tîne. Ne tenê li Bakur li hemû beşan pêk tîne. Gelê me bi vê zane. Ji zindanan her roj cenaze derdikevin. Jinên extiyar ên 70, 80 salî yên ku nikarin bimeşin, dixin zindanan. Tolhildanê ji gelê Kurd hiltînin. Bi vî rengî dixwazin çavê her kesî bitirsînin. Ji bo her kes tevlî têkoşînê nebin, dest ji têkoşînê berdin ku ew jî karibin armancên xwe yên qirkirinê pêk bînin. Vê siyasetê bi temamî ji bo wê dimeşînin. Siyaseteke qirkirinê ye, li zindanan, li derveyî zindanan, li hemû beşan vê pêk tînin. Lazim e gelê me vê baş zanibe. Li dijî dijmin hêrseke mezin bijî, bi dijmin re jiyankirin nabe. Tiştê ku dijmin li Kurdistanê pêk tîne bi temamî ji bo ku Kurdan ji holê rabike ye. Welatparêzî nikare vê qebûl bike. Welatparêzî ji mirovan çi dixwaze? Li dijî dagirkeriyê qirkirinê bi her alî ve seknê dixwaze. Ev mafê her mirovekî Kurd e.
Wê dewam bike…