Şemî, 7 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê 3 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera erdhejên 6’ê Sibatê de bîranîn û bertek: Ne erdhej, pergala rantxwir kuşt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Haykir piştî 32 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Taş ê ku piştî 31 salan hat berdan: Baweriya ji bo pêvojiyê mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Rojava bi Mesûd Barzanî re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Semsûrê erdheja 6’ê Sibatê hate bîranîn: Ji bo karesatên nû çênebin em ê nedin jibîrkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elmanya hejmara leşkerên xwe yên li Hewlêrê kêm dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Tenduristiyê ya Amedê ji bo Kobanê banga lezgîn a alîkariya mirovî û tibî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nêrgiz Mihemedî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Çileyê 5 rojnamegerên jin hatin binçvakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapor: Li Amedê tundiya li jinê bi giranî di nava malbatê de pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê mehekê jinek hate kuştin, 4 jin jî bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Fransa çû serdana YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ê sînor nas nekin, dîwaran hilweşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Bayîk: Li Rojava civaka demokratîk û îradeya Kurd di hedefê de ye
Rojane

Bayîk: Li Rojava civaka demokratîk û îradeya Kurd di hedefê de ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk diyar kir ku êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê leşkerî ne, parçeyek ji meyla piralî ye ku "armanca wê tasfiyekirina civaka demokratîk û îradeya Kurd e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Sibat 2026 Dema xwendinê: 36 dq.
Parvekirin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayîk destnîşan kir ku êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê parçeyek ji vê şerê kurewî û herêmî ne û got ku Şoreşa Rojava bi her aliyên xwe ve pêşiya şerê parvekirina nû ya li Rojhilata Navîn girtiye, lewma dibe hedef. Bayîk got, “Êrîşên li ser Rojava hem xwedî rehendên navnetewî hem jî herêmî ne” û anî ziman ku ev êrîş rasterast bi polîtîkayên dewlet-navendî yên hêzên navnetewî ve girêdayî ne.

Cemîl Bayîk tespîta “Hêzên navnetewî ji ber ku dewletan ji xwe re dikin bingeh, polîtîkayeke wan a yekbûyî ya Kurd tune ye” kir û diyar kir ku Tirkiye, HTŞ û aktorên din ên herêmê li ser vê bingehê gihîştine hev û bi armanca “şikandina îradeya Kurd” hatine amadekirin.

Bayîk bal kişand ku meyla li ser Rojava ne tenê leşkerî yan jî siyasî ye, di heman demê de êrîşeke îdeolojîk e û got: “Aliyekî girîng ê êrîşa li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku civaka demokratîk dike hedef.” Bayîk bi bîr xist ku pergala li wir hatiye avakirin li ser “paradigmaya civaka demokratîk, ekolôjîk û azadîxweziya jinê” ava bûye. Lewma Bayîk diyar kir ku ev êrîş tê wateya “rasterast êrîşa li ser paradîgmaya civaka demokratîk” û anî ziman ku modela xweseriyê ya li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn xwedî wateyekê ye û ji ber vê bûye armanca bingehîn a van êrîşan.

Beşa yekem a hevpeyvîna taybet a Cemîl Bayîk ku daye ANF’ê bi vî rengî ye:

Em di demekê de ne ku rojane guherînên bingehînî rû didin û bandorê li tevahiya cîhanê dike. Li gelek herêmên cîhanê di asta xwecihî yan jî herêmî de şer diqewime. Mirov dikare qala şerekî welê bike ku bi krîzên aborî, civakî û dîplomatîk li her derê belav bûye. Rêber Apo ev yek weke Şerê Cîhanê yê Sêyemîn pênase kiribû. Rojhilata Navîn bi taybetî jî Kurdistan weke navenda vî şerî tê dîtin. Gelo sedema vê çi ye? Kurdistan ji vî alî ve xwedî girîngiyeke çawa ye? Çima di hedefê de ye?

Ji Şerê Kendavê yê Yekemîn û vir ve Şerê Cîhanê yê 3’yemîn diqewime. Ji ber ku naşibe şerên cîhanê yên 1. û 2. nabînin ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn destpê kiriye û dewam dike. Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di nava mercên kapîtalîzma globalbûyî de dewam dike. Ne weke Şerên Cîhanê yên 1. û 2. e ku xwe dispêre dijberiya hişk. Ji ber ku dijberîbûneke hişk û rêbazeke şer a têkbirina hev a di demeke kurt de ya weke Şerên Cîhanê yên 1. û 2. nîne. Lê belê şerek heye ku nakokî û şer bi şêweyên cuda dewam dikin. Ji bo welatên kapîtalîst ên din bi tifaqên cuda lawaz bike û xwe xurt bike têkoşîneke navxweyî ya sîstemê bênavber tê meşandin. Şerên cîhanê her tim di demên welê de diqewimin ku hevsengiyên berê hildiweşin, hevsengî û statuyên nû têne xwestin. Li şûna statu û hevsengiyên siyasî yên bi şerê sar re ji hev belav bûn, li gorî pêwîstiya sîstema kapîtalîst a global şerê avakirina statuko û hevsengiyên nû yên siyasî dimeşe. Ev şer ji ber karakterê kapîtalîzma global şerekî welê ye ku li dehan salan belav bûye, lê daîmî bûye. Ev yek jî bi giranî bi şêweyê şerê di asta herêmî de dewam dike. Ev rageşî hemû û şer parçeyek ji Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e. Divê mirov karakterê Şerê Cîhanê yê 3’yemîn bi vî rengî fêhm bikin. Her wiha divê mirov têkiliya vê yekê bi rastiya kapîtalîzma global re jî zanibin.

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di heman demê de bi krîza kapîtalîzma global re di zikhev de dewam dike. Kapîtalîzma global di nava krîzeke piralî de ye. Cudahî û neheqiya hatineyê ya navbera civak û welatan, krîza ekolojîk, dewamkirina serweriya li ser jinê bi rengekî giran, pirsgirêka koçberiyê, biçekbûn, dewamiya şer aliyên bingehîn ên vê krîzê ne. Ji ber ku muxalefeta çep a li nava sîstemê nekarî çraeseriyekê ji van pirsgirêkan re bibîne, partiyên rastgir li gelek welatan tên ser desthilatdariyê. Zêdebûna desthilatdariyên rastgir nîşaneya giranbûna mezin a krîza kapîtalîzmê ye.

Eşkere ye ku giranbûna krîzê wezîfeyeke dîrokî dide ser milê hêzên demokrasî û azadiyê. Di nava vê atmosfera krîzê de yên xwedî nêzîkatiyên rast ên îdeolojîk-polîtîk û projeyên çareseriyê, şensê xwe yê serketinê gelekî bilind e. Lewma ji ber ku paradîgmaya Rêber Apo xwedî wê karakterê ye ku dikare bersivê bide pirsgirêkên vê krîzê, diyar e ku têkoşîna me wê hîn bêhtir bi pêş ve bikeve. Ji ber ku Şerê Cîhanê yê 3’yemîn di ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê re dewam dike, tê dîtin ku paradîgma û projeyên çareseriyê yên Rêber Apo gihîştiye ser zemîna pêşketin û encamgiriyê. Tevgera me ya azadiyê ku heta niha bi pêş ketiye, tê dîtin ku li gel zehmetî û astengiyan jî eger paradîgmaya Rêbertî bi rengekî rast bikeve pratîkê pêşketinên heta niha çêbûne wê ji niha û pê ve hîn zêdetir bibin. Şert û mercên zehmet avabûna tevgera me bi xwe re anî. Lewma şert û mercên zehmet wê ji bo me bibin hinceta têkoşîn û serketinê.

Rojhilata Navîn di herikîna dîrokê de bûye ew cografya ku statuko û hevsengiyên siyasî lê ava bûne. Îro jî Rojhilata Navîn veguheriye qadeke şer ku hevsengiyên cîhanê lê ava bibin. Ji ber ku Kurdistan li navenda Rojhilata Navîn e şer jî li Kurdistanê û derdora wê giran dibe.

Rojhilata Navîn ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve ji bo cîhanê xwedî girîngiyê ye. Di cîhana me ya globalbûyî de divê mirov Rojhilata Navîn, Ewropa û Efrîkayê bi rengekî hevpare bibînin. Eger mirov rojavayê Asyayê jî li vê zêde bikin hingî em ê fêhm bikin bê Rojhilata Navîn ji aliyê jeopolîtîk ve çiqasî girîng e. Gava ku mirov girîngiya enerjiyê ya bi qasî avê ji bo civakan û kapîtalîzma global bihesibînin, wê demê mirov dikare baştir fêhm bikin bê çima ev şer li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Kurdistanê tê meşandin.

Bêguman hebûna Îsraîlê û daxwaza wê ya ji bo zêdekirina bandora xwe ya li ser herêmê, her wiha gavên ku di vê çarçoveyê de diavêje yek ji hêmaneke din a bingehîn e ku Rojhilata Navîn dike navenda Şerê Cîhanê yê 3’yemîn. Kurdistan di nava sînorên 4 dewletên Rojhilata Navîn de maye. Ji xwe ev 4 dewlet hevsengiyên Rojhilata Navîn diyar dikin. Di vê rewşê de Kurdistan li navenda şerê li Rojhilata Navîn dimîne. Lê belê Kurd di encama têkoşîna xwe ya bi dehan salan de îro bûne hêzeke girîng a siyasî. Hem li hundir li nava welatên ku lê ne hem jî li nava hevsengiyên siyasî yên Rojhilata Navîn xwedî cihekî gelekî girîng e. Êdî ti hêza herêmî û navneteweyî bêyî dîtina Kurdan nikare polîtîkayeke rast û encamgir a Rojhilata Navîn bimeşîne. Bêguman ji ber rewşa ku di nav de ne her çend halê hazir dewletan esas digirin jî Kurd wê di nava van hevsengiyên siyasî de teqez xwedî cihekî bin. Heta ku pirsgirêka hebûn û azadiyê ya Kurdan neyê çareserkirin ne welatên li ser Kurdistanê serwer in wê aram bibin ne jî hêzên navneteweyî wê karibin encamê ji polîtîkayên xwe yên herêmê werbigirin. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd hêmana esasî ya pirsgirêk û krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn e.

Ji ber ku Kurd li 4 parçeyan bi bandor in, hêzên herêmî û navneteweyî hewl didin wan bixin bin bandora xwe. Dixwazin Kurdan ya bêbandor bikin ya jî bixin bin bandora xwe. Lewma şerê herêmê li ser Kurdistanê tê meşandin. Kurd jî vê rewşa xwe ya girîng di têkoşîna polîtîk de dinirxînin û di têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê Kurd de têkoşîna bidestxistina destketiyan dimeşînin.

Rêber Apo di pêvajoya hevdîtinan de yên navbera salên 2013-2015’an de gotibû, êriş û şerê emperyalîst ê li Sûriyeyê xitimî wê piştî demekê ber bi bakur û rojhilat ve biçe. Gelo bûyerên ku îro diqewimin vê yekê piştrast dikin? Mînak, hûn li ser giranbûna şer a li Sûriyeyê çi difikirin? DYE’yê di dema dawî de bi rengekî eşkere Iraq û Îran xistiye hedefa xwe. Gelo şer dikare ber bi Iraq û Îranê ve biçe? Encamên xwe yên gengaz wê çi be? Wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bike? Tê gotin, wê dor bê Tirkiyeyê, gelo hûn tevlî vê nêrînê dibin?

Rojhilatê Derya Spî weke deriyekî ber bi Rojhilata Navîn û Ewropayê ye. Li vê derê Sûriye, Lubnan û Îsraîl hene. Xeze jî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dagirkirin. Di herikîna dîrokê de li ser Sûriyeyê têkoşîneke girîng hatiye meşandin. Împaratoriya Osmanî jî deriyê Sûriyeyê vekir û li ser tevahiya Rojhilata Navîn serwer bû. Qada ku Seferên Xaçê lê zêde bû ev qad bû. Di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de jî cografya Rojhilata Navîn yek ji wan qadên sereke yên têkoşîna siyasî û şer bû. Di navbera Îngilistan û Fransayê de bû qada têkoşînê. Dawiya dawî Fransa bi serweriya li ser Sûriyeyê, Îngilistanê jî bi serweriya li ser Iraq û Urdunê xwestin li herêmê bi bandor bin. Avabûna Îsraîlê rewşa Lubnan û Sûriyeyê hîn girîng kir. Lewma heta ku rewşa siyasî û hevsengiyên siyasî yên li Sûriyeyê negihêje aramiyekê, di paşeroja Rojhilata Navîn de wê her tim rewşeke nediyar hebe. Ji ber vê yekê bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îngilistan û Tirkiyeyê HTŞ xistin nava tevgerê û li Sûriyeyê dawî li rejîma Baasê anîn. Bêguman di mijara bidawîkirina rejîma Baasê de rola Îsraîlê jî heye. Piştî hilweşîna rejîma Baasê destwerdana Îsraîlê ya li Sûriyeyê weke parçeyek ji vê plana hilweşînê pêk hat.

Rejîma siyasî ya heyî ya li Îranê di hedefa DYE û Îsraîlê de ye. Destpêkê hêzên wekîl ên Îranê yên li Rojhilata Navîn bê bandor kirin. Niha jî Îranê yekser dikin hedef. Li Iraqê bi dagirkeriya DYE’yê re sîstemeke nû ya siyasî kete meriyetê. Hîn jî welatekî welê ye ku di bin bandora DYE’yê de ye. Lê belê ji ber ku yek ji qadên ku Îran nefesê lê werdigire Iraq e, dixwazin rêveberiya Iraqê ji rewşa ku piştgiriyê bide Îranê derxînin. Bi taybetî dixwazin Haşdî Şabî bê bandor bikin. Di dema hikumeta Sûdanî de li ser vê mijarê hin gav hatin avêtin. Lê belê DYE û Îsraîl vê yekê têrker nabînin. Dixwazin ji wê rewşê derxînin ku ji Îranê re nebin nefesek. Lewma Trump gef li namzetê serokwezîr ê Şîa xwar. Eger lihevkirinek neyê kirin wê hin destwerdan li Iraqê jî bibe. Li Iraqê ku aram bûye dibe ku hevsengiyên siyasî biguherin. Tercîha destpêkê ya DYE’yê dibe ku li aliyê afirandina lihevkirinekê be. Ji xwe xuya ye Malîkî dest ji serokwezaretiyê berdaye.

Ev yek eşkere bûye. Zemîna ku rejîma Îranê ya heyî li ser piyan bimîne nemaye. Ev rejîm ya wê biguhere yan jî hilweşe. Eger guherînin bingehînî neke, xuya ye encam wê bi vî rengî be. Lê belê rêveberiyeke ku xwe dispêre destwerdana derve dibe ku li Îranê krîz û pirsgirêkan hîn giran bike. Ji xwe şerê 12 rojan ji hin aliyan ve jib er vê yekê hate rawestandin. Serhildanên ku piştre rû dan, rejîm hîn bêhtir lawaz kir. Destwerdana hişt di serhildana gel de sistbûnek afirandibe jî nikare bê gotin ku rejîm xurt bûye.

Îsraîl û DYE alîgirê wê yekê ne ku Îran yekpare bimîne lê belê rejîm biguhere. Îraneke yekpare li gorî berjewendiyên xwe guncaw dibînin. Dema ku rejîm hilweşiya, Îran parçe nebe jî avabûna sîstemeke demokratîk a xwe dispêre herêmên xweser bivê nevê wê ava bibe. Ya rast dîroka Îranê xwedî dîrokeke siyasî ye ku xwe dispêre xweseriyên xwecihî. Hemdemîbûna vê yekê ya li Îranê wê aramiyê bi xwe re bîne. Kîjan hêz wê vê yekê bike, bi demê re em ê vê bibînin. Dîroka Rojhilata Navîn dîroka jiyana li nava xweseriya xwecihî ye. Fitneya neteweperestiyê ji cîhana rojava hatiye. Eger îro Rojhilata Navîn timî di nava krîzan de be sedemeke girîng a vê yekê ew e ku feraseta netewe dewletê ya ku li dijî dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn e weke fitneyekê li nava Rojhilata Navîn hatiye bicihkirin. Ji xwe polîtîkaya parçe bike-bi rê ve bibe ya navdar jî xwe dispêre feraseta netewe dewletê ya ji vî mejiyê yekperest.

Eger Tirkiye xwe negiherîne, bi feraseta neteweya demokratîk veneguhere sîstemeke demokratîk a xwe dispêre xwişk û biratiya Tirk û Kurdan, wê nikaribe xwe ji asta wî welatî rizgar bike ku timî di nava krîzan de ye û tê bikaranîn. Hêzên navneteweyî yên ku ji vê rewşê sûdê werdigirin, li ser bingeha berjewendiyan dibe ku li Tirkiyeyê dîzaynekê bikink. Neçareseriya pirsgirêka Kurd aliyê wê yê herî qels e. Neçareseriya vê pirsgirêkê wê ji bo Tirkiyeyê bibe pirsgirêkeke rasteqîn a mayindebûnê. Dewleta Tirk ji aliyekî ve xeteriyên dikare derkeve pêşiya wê dibîne; lê belê ji ber ku nekarî îradeya guhertina polîtîkaya Kurd a heta niha dimeşîne nîşan bide, weke ku we jî işaret pê kir dibe ku bi metirsiyan re rû bi rû bimîne.

Gelo ji ber ku şerê parvekirinê yê nû bi hemû aliyan xitimî Şoreşa Rojava bû hedefa êrişan? Sedemên wê çi ne? Kurdên ku di sedsala nû de bûn aktorek, gelo li ser wan tê ferzkirin ku li derve bêne hiştin? Planeke bi vî rengî dikare pêk were? Ji bo hêzên Kurd û gelan hûn dixwazin çi bibêjin? Di vê mijarê de pozîsyona Rêber Apo çi ye?

Rewşa ku çareseriya pirsgirêka Kurd herî zêde zehmet dike, parçebûna bi 4 parçeyan li navenda Rojhilata Navîn e. Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye. Li van welatan hemûyan Kurd koma duyemîna  herî mezin a etnîkî ye. Li Îranê Azerî hene, lê belê ji ber ku Şîatî li gel wan jî nasnameya sereke ye, aliyê wan ê etnîkî dernakeve pêş, nayê derxistin. Ev 4 dewlet di sedsala 20’emîn de bi feraseta netewe dewletê rengê xwe wergirtin. Nêzîkatiya herî hişk a li hemberî hebûna Kurdan li Tirkiyeyê hatibe nîşandan jî li 3 welatên din jî polîtîkaya serwerîperestiyê li ser Kurdan hate meşandin. Ji ber ku cihê Rojhilata Navîn li nava hevsengiyên cîhanê gelekî girîng e, hêzên navneteweyî jî ji aliyê polîtîkayên xwe ve dewletan esas werdigirin. Ev yek ji xwe di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de handîkapeke girîng e. Li aliyê din 4 dewlet di mijarên cuda de dijberê hev jî bin dema ku mijar dibe Kurd dikarin polîtîkayeke hevpar biafirînin. Ev rastî radixe pêş çavan bê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi kîjan zor û zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Dema ku ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîn hate meşandin, divê ev bêne dîtin û li gorî wê polîtîka bê meşandin. Ji bo ev handîkapên ku me qalê kir ji holê bêne rakirin, pêwîstî bi têkoşîneke xurt û bi biryar, her wiha bi hostatî û ziraviya polîtîk heye. Lewma di pirsgirêka Kurd de gotinên dijberî û dijminatiyê bersivê nabîne. Bi kurtasî pirsgirêka Kurd naşibe pirsgirêkên bi heman rengî yên li devereke din a cîhanê. Neçareseriya pirsgirêka Kurd ne ji ber kêm an jî zêdebûna daxwazan e. Ji ber polîtîkayên tinekirina hebûna Kurdan a bi feraseta netewe dewletê bêçareserî tê hiştin. Eger polîtîkayên li hemberî Kurdan tê meşandin bi pirsgirêkên li devereke din a cîhanê re weke hev bê dîtin, ev yek wê hem bibe xeflet hem jî polîtîkayên çareseriyê nikaribe biafirîne.

Êrişên li ser Rojava hem aliyên xwe yên navneteweyî hene hem jî yên herêmî. Hêzên Navneteweyî gihîştin wê baweriyê ku dewamkirina têkiliyên taktîkî yên bi Rojava re ya ku li dijî DAÎŞ’ê hevparî pê re kir ne li gorî berjewendiyên wan e; têkiliya bi Tirkiyeyê û hin welatên Ereb re hîn bêhtir li berjewendiyên xwe dîtin. Di mijara hilweşandina Esad de bi Tirkiye û welatên Ereb re li hev kirin. Berjewendiyên Îsraîlê li ber çavan girtin. Ji ber ku li ser bingeha hevkariya bi van welatan re polîtîkaya hevsengiyên siyasî yên nû yên li Rojhilata Navîn meşandin, çavên xwe li êrişên HTŞ’ê girtin. Hêzên navneteweyî ji ber ku dewletan ji xwe re dikin esas, xwedî polîtîkayeke hevgirtî ya Kurd nînin. Lewma berjewendî û hevsengiya din a polîtîk tercîh kirin. Ji xwe Komara Tirkiyeyê (TC) û HTŞ’ê her tim plan dikin ku vê pêk bînin û dest bi êrişê bikin. Bi peymana ku başûrê Sûriyeyê ji Îsraîlê re hişt, dest bi êrişê kirin.

Ya rast her kes dibîne ku Kurd xwedî wê hêzê ne ku dikarin bandorê li gelek mijarên li Rojhilata Navîn bikin. Têkoşîna ku bi dehan sal in li 4 parçeyên Kurdistanê tê meşandin Kurd ji aliyê siyasî ve kiriye hêzeke gelekî bi bandor. Bandorê li polîtîkaya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dikin. Tevgera Azadiyê ya Kurd polîtîkayên parçe bike-bide şerkirin-birêve bibe derbas kir û Rojhilata Navîn a li ser bingeha xwişk û biratiya gelan ji xwe re kir hedef. Ev yek jî li berjewendiyên hin hêzan nayê. Rola ku di sedsala 20’î de ji Kurdan re hatibû dayin ew bû ku Kurd bibin çavkaniya nearamiyê. Hêzên hegemonîk bi vî rengî welatên herêmê di bin serweriya xwe de dihiştin. Ev polîtîkaya di sedsala 20’emîn de hinekî derb xwaribe, qul bû be jî hîn dest ji vê polîtîkayê bernadin. Kurdan ji nedîtî ve nayên; lê belê çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêya lihevkirina demokratîk a dûrî ji şer li berjewendiyên xwe nabînin, polîtîkayeke Kurd a hevgirtî nameşînin. Lê belê ji ber ku Kurd îro li her parçeyên Kurdistanê veguherîne hêzeke girîng, meşandina vê polîtîkayê zehmet bûye. Eger Kurd têkoşîna xwe ya heta niha dimeşîne bênavber dewam bikin û hêzên siyasî yên Kurd dest ji polîtîkaya astengkirina hev an jî serweriya xwe ya li ser yê din berdin, ev polîtîka wê ji holê bê rakirin û Kurd li her welatê lê ne wê bibin xwedî jiyaneke azad û demokratîk. Projeya çareseriya demokratîk a Rêber Apo jî ku xwe dispêre neteweya demokratîk projeya jiholêrakirina polîtîkaya hêzên navneteweyî û herêmî ya li ser Kurdan e. Bi nêzîkatiyên neteweperestiyê yên teng ev polîtîka nikare ji holê bê rakirin, bi nêzîkatiyên bi vî rengî Kurd wê bi polîtîkayên qirkirinê re rû bi rû bimînin. Ji ber ku yekîtiya neteweya demokratîk a pêk were hêzê dide têkoşîna gelê Kurd a li hemû parçeyan, pirsgirêka azadî û hebûnê ya Kurdan a li 4 parçeyan wê çareser bibe.

Rêber Apo hem ji bo Kurdan aqlekî stratejîk datîne holê, hem jî demokratîkbûna hemû welatên herêmê dike armanc. Lihevhatina pêwîstiya demokratîkbûnê ya Rojhilata Navîn û aqlê Kurdan ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn sedemeke nû bide destpêkirin. Aqlê ku Rêber Apo danî holê di heman demê de wê sedsala 21’ê bike sedsala Kurdan. Rabûna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê ya li dijî êrişên li ser Rojava û dengvedana vê rabûnê li nava raya giştî ya cîhanê, careke din nîşan da ku hêza pêkanîna azadiyê ya gelê Kurd çiqasî bilind e.

Gelo gef li ser paradîgmaya Rêbertî heye? Ev êrişên ku hêzên herêmî û navneteweyî di nav de ne xwedî armanceke bêbandorkirina paradîgmaya civaka demokratîk e? Yan jî tenê êriş li ser îradeya Kurdan tê kirin? Li gel têkiliya vê îradeyê bi paradîgmaya civaka demokratîk hûn dikarin van êrişan binirxînin?

Paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo paradîgmayeke li dijî desthilatdarî, dewlet û kapîtalîzmê ye. Bêguman yên ku li ser gelan xwedî desthiladariya otorîter in û hêzên kapîtalîst modernîst ên ku mirovahî anîne ber tinebûnê paradîgmaya Rêber Apo qebûl nakin; li pêşiya bicihhatina wê dibin asteng. Lewma ne tenê li Rojava, li her devera ku Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd lê bi bandor in helwesteke li dijî vê paradîgmayê nîşan didin. Jin, ciwan, kedkar û civakên bindest hemû wê serî li ber modernîteya kapîtalîst netewînin ku xwezayê talan dike û zextê weke amûreke li dijî civakan bi kar tîne. Li her devera cîhanê yên xwedî meylên cuda yên siyasî û îdeolojîk li dijî van hêzên li dijî civak û xwezayê têkoşînê dimeşînin. Tevgera me ku di vê mijarê de xwedî teorî û îdeolojiyeke sîstematîk e, bêguman hêzeke welê ye ku wê têkoşîna herî bi bandor bimeşîne. Tercîha me ew e ku vê têkoşînê ne li eniyê û li hemberî hev bi şerkirinê, lê di atmosfereke demokratîk de bimeşînin. Aliyekî têkoşîna me jî xwegihandina li vê zemîna têkoşînê ye. Gel û civakên bindst têkoşîna xwe herî zêde û bi bandor li nava van mercan dimeşînin. Li çar parçeyên Kurdistanê û welatên navborî em rêbazeke bi vî rengî ya têkoşînê ji xwe re dikin armanc û esas. Ji bo federasyona Başûrê Kurdistanê jî em têkoşîneke siyasî û îdeolojîk a bi vî rengî rast dibînin.

Aliyekî girîng ê êrişên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jî êrişa li ser civaka demokratîk e. Serwerê Şamê HTŞ bêguman sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê qebûl nedikir û nedipejirand. Eşkere bû ku wê bi Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re biketibûya nava rageşiyekê. Ev yek wê rageşiyek di nava atmosfereke demokratîk de bûya, yan jî bi bikaranîna amûrên tundiyê bûya? Ji ber ku serwerên Şamê xwedî mejiyekî demokratîk nînin, tiştekî nepen nebû ku wê tundiyê bi kar bînin. Bêguman zemîn û hêza xwe tine bû ku vê bi serê xwe bikin. Piştî ku erêkirina hêzên navneteweyî û piştgiriya welatên herêmê wergirt, hem ji bo tinekirina vê sîstema demokratîk hem jî şikandina îradeya Kurd ket nava liv û tevgerê.

Eşkere ye ku êriş li ser sîstema demokratîk a li Rojava hate kirin. Tom Barrack got, li Rojhilata Navîn demokrasî nabe, monarşî guncaw e. Ev yek heqaretek li gelên Rojhilata Navîn e; gelên Rojhilata Navîn hêjayî demokrasiyê nabîne. Bi vê gotinê re gef li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate xwarin. Dema ku monarşî ji bo Rojhilata Navîn bê pêşniyarkirin, bêguman sîstema demokratîk a li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li ser monarşiyên li Rojhilata Navîn û sîstemên ne demokratîk weke metirsî tê dîtin. Ev sîstema demokratîk ji bo Rojhilata Navîn a ku sîstema kapîtalîst modernîst destnîşan dike, tê wateya xeteriyê. Yek ji armancên êrişa li ser sîstema xweseriya demokratîk a Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê armanca tasfiyekirina xeteriya li ser xwe ye.

Tirkiyeyê ji xwe heta niha demokratîkbûn li ser mayindebûna xwe weke gefekê didît. Bi sedema ku Kurd sûdê jê werbigirin gavên demokratîkbûnê neavêt. Demokrasî weke encameke xwezayî tê wateya demokrasiya xwecihî; liberçavgirtina îradeya xwecihî. Ji ber vê jî Tirkiye şertê xweseriya xwecihî ya Ewropayê qebûl nake. Welatek nîne ku demokratîk be lê xweseriya nasnameyên cuda û xwerêveberiyê qebûl nake. Eger demokrasî pêkhatina îradeya gel be hingî wê îradeya xwecihî jî bê qebûlkirin. Tirkiye ji şaredariyên li bajaran di bin erka walî de li navçeyan jî di bin erka qeymeqaman de ji aliyê gel ve tê hilbijartin, zêdetir e. Şaredarî ne tenê ew qada kar e ku rê, av, kanalîzasyon, komkirina sergo dikin.

Ne hêzên koalîsyonê, ne HTŞ’ê ne jî Tirkiyeyê sîstema xwerêveberiyê qebûl kirin ku li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin. Demokrasiyê weke sîstemeke rêveberiyê dibînin ku sîstema wan bê bandor bike. Lewma xwestin bi şikandina îradeya Kurdan re sîstema demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bikin. Ji ber ku ev sîstema xwe dispêre civakên Ereb, Suryan, Çerkez, Tirkmen, Ermen ji aliyê îradeya Kurd a Şoreşa Rojava ve hate afirandin. Lewma êrişa li vê îradeya Kurd êrika yekser a li ser paradîgmaya civaka demokratîk e. Dîtin ku eger ev paradîgma li Sûriyeyê bi bandor bibe wê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe.

Di rewşeke bi vî rengî de tê gotin ku paradîgma hate têkbirin, fikrê jiyaneke wekhev, azad, demokratîk û bi hev re ya gelan, avakirina civaka demokratîk hilweşiya ye û di şexsê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûye xeyalek. Gelo hûn vê nirxandinê çawa dibînin?

Gotina paradîgmaya civaka ekolojîk, demokratîk û azadîparêziya jinê ya Rêber Apo û avakirina civaka demokratîk a vê yekê hilweşiya ye tê wateya gotina, mirovahî hewcedarê kapîtalîzm, sîstema mêtingeriya zordar e. Demekê Francis Fukuyama gotibû, dawî li dîrokê hatiye. Yanî hatibû gotin; ji bo mirovahiyê sîstema herî dawî neolîberalîzm e, ji vê wêdetir sîstemeke aborî û civakî ya siyasî nîne. Piştî ku reel sosyalîzm ji ber şaşitiyên navxweyî ji hev ket, ev yek weke serketina kapîtalîzmê hatibû dîtin.

Eger îro sîstemeke hilweşiyayî hebe ev jî sîstema kapîtalîst modernîst a desthilatdarîperest û dewletperest e. Pirsgirêkên ku niha bi serê mirovahiyê ve aniye û tengaviya heyî ya li cîhanê, gelo nade pêş çavê mirovahiyê ku divê ev sîstem ji holê bê rakirin? Yên ku dibêjin fikrê jiyana wekhev, azad û demokratîk a gelan di şexsê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hilweşiya ye, mejiyê wan bi xwe di hilweşînê de ye. Ew kes û derdor in ku koleyê fikrên hinekan e, ji fikrê jiyana demokratîk û azad bêpar in. Hilweşîna vê paradîgmayê li aliyekî, ev fikir sîstemeke siyasî û civakî ye ku ji mirovahiyê re hêviyeke nû ye, mirovahî wê gav bi gav hîn bêhtir bipejirîne. Gotinên demagojîk ên wan derdoran e ku ji bilî sîstema neteweperestî û kapîtalîst modernîst bi sîstemeke din nizanin. Ya rast dijberiya wan a li Apo û PKK’ê vê yekê bi wan dide gotin. Gotina wan kesan e ku di nava wê paranoyayê de ne ku 50 sal in hewl didin qisûreke Rêber Apo û PKK’ê bibînin. Lê belê gel, kedkar, jin, ciwan û hêzên di lêgerîna azadiyê de ne vê paradîgmayê weke hêviyê dibînin.

Ev paradîgma 14 sal in kêmasiyên xwe hebin jî li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ketiye pratîkê. Ji bilî Tirkiye û dijberên Rêbertî, bûye modelek ku li cîhanê mînak tê dîtin. Hatiye ispatkirin ku sîstemeke civakî ya xwe bispêre vê paradîgmayê dikare bê avakirin. Li Rojava di pratîkkirinê de kêmasiyên xwe hene ku dikare bê rexnekirin û em jî rexne dikin. Lê belê sîstemeke jiyanê ya civakî ava bûye. Jin gihîştin jiyaneke azad ku li devera cîhanê negihîştiye. Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan, Ermen, Tirkmen bêyî şerê hev bikin di nava xwişk û biratiyê de jiyan. Bi êrişa hêzên navneteweyî û hêzên dijminê Kurdan û demokrasiyê re derbek li vê sîstemê ketibe jî nikare bê gotin ku ev fikir û proje hilweşiya ye. Tenê hin qadên ku hate xwestin ev proje lê bi cih bê anîn ji aliyê dijminên demokrasiyê ve hatin dagirkirin.

Tê zanîn ku fikrên Hz. Îsa jî fikrên Hz. Mûhammed jî weke xeyalekê dihate dîtin û dihate xwestin ku dev jê bê berdan. Li hemberî sîstema kapîtalîst modernîst a ku mirovahiyê diqedîne pêşkêşnekirina utopyayekê ku bibe hêvî ji mirovahiyê re, bi navê mirovahiyê tê wateya qebûlkirina mirinê. Mirovahî nemiriye. Paradîgmaya Rêbertî bangek e ku nîşan dide ku mirovahî nemiriye, mercên mirovbûnê bi nirxên demokratîk ên civakîbûnê jinûve zindî dibe. Ev yek projeyeke rizgariyê ye. Mirovahî ne dikare sîstema dewletperest a desthilatdariyê ya heyî qebûl bike ne jî sîstema kapîtalîst modernîst. Eger fikir û sîstemeke hilweşiyayî hebe ew jî sîstema dewletperestiya desthilatdariyê ya bi serweriya mêr e. Sîstema dijî, bide jiyîn û paşeroja mirovahiyê wê bi paradîgmaya Rêber Apo pêk were.

Gelo dikare bê gotin ku gel nikarin bi hev re bijîn, tenê dikarin bibin dijminê hev û hevdu bikukjin? Dikare bê gotin ku sîstemeke wekhev, azad û demokratîk nikare bê avakirin? Rojhilata Navîn dergûşa mirovahiyê ye; gelek nirx ji vê derê li cîhanê belav bûne. Piştre dogmatîzm der bû. Li ser vê yekê jî eger bê gotin ku ji Rojhilata Navîn tiştek nabe, ev yek wê bê wateya tinehesibandina nirxên dîrokî yên Rojhilata Navîn. Ev yek nêrîneke oryantalîst yanî nêrîna bi fikrekî rojavayî li ser Rojhilata Navîn e. Tê wateya ku xwe biçûk dixîne û dibêje, tiştek ji me nabe. Paşerojeke vî fikrî nîne. Rêber Apo ji bo tevahiya mirovahiyê projeya rizgariyê datîne holê. Lê belê weke ku bibêjin, ‘Ji heman gundî pêxember dernakeve’, tê gotin ku yekî Kurd û ji Rojhilata Navîn nikare paradîgmayeke bi vî rengî ya rizgariyê dîne holê. Şaş nîne ku mirov kesên ku êrişî paradîgmaya Rêbertî dikin bi vî rengî vebêjin. Li şûna ku paradîgmaya Rêber Apo û nirxên ku daniye holê pesnê wan bê dayin û xwedî lê bê derketin, nîşandana nêzîkatiyeke berevajî vê yekê tê wateya ‘mirovahî nikare bi rengekî xwişk-bira, demokratîk û azad bijî’. Demekê mirovên xwedî mejiyê rastgir û faşîst digotin xwezaya mirov zêde şexsî ye, sîstemeke bi vî rengî ya civakîparêz nikare ava bike. Diyar e ku yên di paradîgmaya Rêbertî de li qisûrekê digerin jî di nava heman şaşitiyê de ne. Bi kurtasî ev paradîgma û projeya wê hilneweşiya ye; berevajî vê yekê wê hîn bêhtir bi pêş bikeve û gel jî xwedî lê derkeve.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê SIBATA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 13’Ê GULANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Dayika Aştiyê Hediye Duman jiyana xwe ji dest da

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hediye Duman li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hediye…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hesandinê rapora ÇED’ê nîne, lê lêgerîna li madenê dewam dike

Rapora ÇED’ê ya şîrketa ku li Zozanê Hesandinê dixebite, eşkere bû ku sala 2020’î di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji Meclîsa Malbatên Şehîdan ji bo meşa 14’ê Sibatê ya li Strasbourgê bang

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parlamentera PE Kanko: Têkçûna Kurdan tê wateya mayîna DAIŞ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê SIBATA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Rihayê 3 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?