Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agin: Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê divê xeta têkoşîna hevpar bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê statuya Birêz Ocalan were zelalkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Beştaş: Di pêvajoyê de xitimîneke cidî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bayindir: Deriyên Îmraliyê vekin!
Kurdistan

Bayindir: Deriyên Îmraliyê vekin!

Li Geverê li dijî derbeya qeyûm çalakiyek hate lidarxistin û di çalakiyê de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û got: ‘’Dev ji polîtîkayên qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Em ê heya serketinê li ber xwe bidin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Nerazîbûnên li hemberî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê yên di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de berdewam dikin. Li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir çalakî û meşeke girseyî hatin lidarxistin. Gelek rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di têketina bajêr de ji aliyê girseyeke mezin ve hate pêşwazîkirin. Beşdarên çalakiyê gelek caran dirûşmeyên; ‘’Zext nikarin me têk bibin’’, ‘’Em ê bi têkoşînê ser bikevin’’, “Bijî berxwedana gelê Kurd’’, ‘’Bêdeng nebe, wê dor were te jî’’, ‘’Wê roj were û AKP’ê hesabê bide’’ û ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ hatin berzkirin. 

Bayindir, di daxuyaniya li navenda bajêr a piştî meşê hat dayîn de axivî û anî ziman ku gelê Geverê li hemberî ewqas zilmê ti carî stûyê xwe netewandiye û got, “Gelê me ev 5 roj in li dijî vê zilmê li ber xwe dide. Kurd û dostên wan li dijî desteserkirina îradeyê li kolanan e. Gelê me desteserkirina îradeya gelê Kurd qebûl nake û dê qebûl neke. Wisa difikirin ku bi vê polîtîkaya zalimane wê têkoşîna gelê Kurd paşve bixin. Eger armanca we ew be ku hûn serî li gelê Kurd bidin tewandin, biçin mala xwe. Ji ber ku hûn ê ti carî nikaribin serî li vî gelî bidin tewandin. Desthilatdarî dijminahiya hemû bindestan dike. Me ev yek careke din li Esenyûrt dît. Ev desthilatdarî zilmê li hemû gelan dike. Çiqasî êrîşî îrada gelê Kurd bikin, wê gelê Kurd jî ewqasî xurt bersivê bide. Gelê Kurd wê li hemberî zilma we stûyê xwe xwar neke.”

Bayindir, da xuyakirin ku pirsgirêka Kurd ancax bi pêşengiya Rêber Apo dikare çareser bibe û got, “Ev dest ne destê biratî û aştiyê ye, destê ji bo şikandina îradeyê ye. Ev gel wê xwedî li îrade û rûmeta xwe derkeve. Heta niha me nehiştiye rûmeta me ji aliyê Enqereyê ve were pelixandin û ji niha û pê ve jî em ê nehêlin. Dest ji êrîşa li ser îrada gelê Kurd berdin. Kesek maye ku ji ber vê zilma we lêpirsîn derbarê wî/wê de nehatiye vekirin? Ev lêkolîn nîşan didin ku hûn çiqas zordar in. Behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dikin. Her kes di pencereya xwe de dinêre. Çareserî û muxatabê pirsgirêka Kurd diyar e. Ev pirsgirêk sed sal in didome. Ji aliyekî ve hûn dibêjin hûn ê pirsgirêkê çareser bikin, li aliyê din êrîşî nirxên gelê me dikin. Em vê durûtiyê qebûl nakin. Rê û dirba çareseriya pirsgirêka Kurd diyar e. Çareseriya vê pirsgirêkê bi birêz Ocalan pêkan e. Dest ji polîtîkyên xwe yên qirêj berdin, deriyên Îmraliyê vekin. Dev ji polîtîkayên xwe yên qeyûman berdin da ku çareserî li pêş bikeve.”

‘EM Ê TEQEZ VAN ZALIMAN BIŞÎNIN’

Bayindir, diyar kir ku têkoşîna azadiya gelê Kurd têkoşîna bi mîlyonan e û got: “Ev têkoşîna têkoşîna rewa ye. Em ê teqez van zalimên ku hewl didin îrada me binpê bikin bişînin. Em ê heta serketinê li ber xwe bidin.”

Piştî daxuyaniyê girse heta ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê meş li dar xist û sirûdan xwend û li ber avahiya partiye çalaki bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanê got ‘şaredariyên me vala bikin’ hate girtin
Nûçeya Pişt re Tulay Hatîmogûllari: Bi berxwedanê ev xak wê ji qeyûman bê paqijkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Sînemager Mûrat Çîçek hate veşartin

Senarîst û sînemager Mûrat Çîçek ku li Japonyayêli qereqolê bi rengekî gumanbar jiyana xwe ji…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Divê jin pişta xwe bidin şiyanên xwe û kar bikin’

Seyran Tofîq ku li parêzgeha Helebceyê dijî, 20 sal in mijûlî karê ristin û tevnê…

Ji aliyê Stêrk TV

Doza Kobanê: Metirsiya qirkirinê ya li ser Kurdan didome

Siyasetmedara girtî Zeynep Karaman di rûniştina doza Kobanê de axivî û diyar kir ku xeteriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Xizmên windayan car din edalet xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?