Li gorî belgeyeke veşartî ya ku ji hêla malpere Defense One ve hate eşkerekirin, Washington sratejiyeke paralel ku armanca wê Awusturya, Macarîstan, Îtalya û Polonya ji YE’yê qut bike, dimeşîne.
Belge wekî “planeke sabotajê ya dîplomatîk” tê binavkirin ku armanc dike YE’yê ne bi rengekî sazûmanî, bi rêya dewletên endam bêbandor bike. Piştgiriya Trump ji bo serokên rastgir ên li van welatan wekî nîşanek vê yekê tê dîtin.
Beşa herî balkêş a belgeyê pêşniyara avahiyeke gerdûnî ya nû ye ku jê re “Core 5” tê gotine, ku ji DYE, Çîn, Rûsya, Hindîstan û Japonya pêk tê. YE’yê di vê avahiyê de cih nagire.
Daxuyaniyên Trump jî rageşiyan zêde dikin. Trump rexne li welatên Ewropayê dike û piştgiriya xwe ji bo serokên mîna Orban û Milei tîne ziman. Her wiha îdiayên destwerdana hilbijartinê red nake.
Qesra Spî, îdîa dike ku ev belge sexte ye û diyar dike ku tekane stratejiya DYE’yê belgeya fermî ya ku hatî weşandine.

