Duşem, 26 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li herêma Saratov a Rûsyayê çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koçyîgît: Birêz Ocalan bi israr got ku ‘guherîna li Sûriyeyê divê demokratîk be!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 26’Ê ÇILEYA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya Rojava de Baran Abdî yê ji Kobanê hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîr û Denîzliyê êrîşên li ser Rojava hatin şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Sengeserê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê meşa piştevaniya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Abdî bi Bafil Talabanî re axivî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bang hate kirin ku medyaya şerê taybet li Başûr were qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Serdeştê: Em serî natewînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê: Wê bi yekîtiya gelê Kurd şer têk biçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Silêmanî îro jî ji bo Rojava li qadan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Kobanê li dijî mirin û tarîtiyê qîrîna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê piştgirî dan berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Koyê bazin diyarî kesên ku tevlî alîkariyê dibin dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê êrişê dibin ser gundên Kobanê, şer dewam dike
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî
Jin

Berfîn Denîz Gabar: Mîrateya Bêrîtan îro jî dijî

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku Bêrîtan pêşenga artêşbûna jinê ye û mîrateya wê îro jî di bingeha têkoşînê de dijî. Hasret Dilgêş Amed jî got, “Em ê têkoşîna wê bigihînin serkeftinê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fermandara YJA Starê Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku divê wek YJA Star Rêber Apo rast fêm bikin û bixin pratîkê û wisa got: “Bi taybetî divê em her gotina Rêber Apo ya ku ji Îmraliyê tê, mîna Bêrîtan rast fêm bikin û bi awayekî rast bicîh bînin. Em dikarin tenê bi vî awayî azadiya fizîkî ya Rêber Apo jî pêk bînin.”

 

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Denîz Gabar, bi boneya 33’emîn salvegera şehadeta Bêrîtanê (Gülnaz Karataş) ji ANF’ê re axivî. Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku bi saya perspektîfên Rêber Apo û helwesta Bêrîtanê, artêşbûna jinê pêk hatiye û wiha got: “Ev pêvajo bi perspektîfên Rêber Apo pêş ket û berpirsyariyeke mezin xist ser milên me. Me jî li ser vê bingehê hewl da ku em pêş bikevin. Hevala Bêrîtan bi helwest û pêşengiya xwe bû yek ji fermandarên bingehîn ên artêşa YJA Starê. Îro jî artêşbûna me ya jinê, li ser bingehên ku ew avêt bilind bûye û teqez bûye.”

ÇIMA BÊRÎTANÊ ESAS DIGIRIN?

Berfîn Denîz Gabar, “Çima em hevala Bêrîtan ji xwe re esas digirin?” pirsî û wiha îzah kir:

* Hevala Bêrîtan, got, “Ez fermandareke jin im. Ez ê jinan perwerde bikim û bi helwesta xwe di qada leşkerî de ji hevalên jin re pêşengiyê bikim,” û yekem kes bû ku ev berpirsiyarî xist ser milên xwe. Ji ber vê yekê, têkoşîna wê ji bo me xwedî nirxeke bingehîn e. Ew felsefeya ku jin divê çawa bi hev re mijûl bin, çawa hev û du pêş bixin, çawa bibin xwedî îrade û kesên azad, di jiyanê de çawa dikarin roleke bingehîn bigirin, hilgirt li ser milên xwe û bi ser ket.

* Sedemek din jî ew e ku ew bi awayekî pratîk bersiva herî xurt da perspektîfa Rêber Apo ya ku dibêje “artêşbûna jinê dikare were avakirin”. Ev artêş ji artêşên din ên cîhanê cudatir e. Ne artêşeke ku şer bi xwe re tîne, artêşeke ku derfetên azadiyê diafirîne ye. Divê ev mijar bi van pîvanan were destgirtin, li gorî wê perspektîf û rêgez werin avakirin.

* Hevala Bêrîtan di sala 1992’an dema têkoşîneke mezin dihat meşandin de gihîşt şehadetê. Bi çalakiya xwe hem hevkariya hêzên xayin hem jî ya dewleta Tirk hejand. Çalakiya wê, bersiva herî mezin bû ku ji hevkaran re hatibû dayîn. Ji ber vê yekê Rêber Apo dibêje, “Bêrîtan xetek e”. Em gerîlayên jin jî vê xetê ji xwe re wekî bingeh digirin. Xeta hevala Bêrîtan, hem girêdanbûna bi Rêber Apo re ye hem jî bi nasnameya jinê li dijî hemû nêzîkatiyên hevkar sembola berxwedanê ye. Ew got, “wekê fermandareke jin, ez dikarim bersivê bidim,” û vê yekê bi çalakiya xwe piştrast kir. Ev sekna hevala Bêrîtan, bersiva herî zelal e ji bo pirsa “Jin çawa dikare bibe gerîla?” ye. Îro jî em di pêvajoyeke wisa re derbas dibin. Divê em zanibin ku artêşbûna jinê ya ku li ser mîrateya hevala Bêrîtan hatiye avakirin, bi helwest û tevlîbûna xwe vê xetê hîn xurtir dike.

* Bawerî û biryardariya ku hevala Bêrîtan li hemberî hemû paşverûtiyên zilamsalarî pêş xist, ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a îlhamê. Bêrîtan, hemû gotinên zihniyeta zilamsalar bi sekna xwe vala derxist. Bi hişmendî û baweriya ku ji Rêber Apo wergirt, di her şert û mercî de hişmendiya azadiya jinê çand. Di heman demê de jin bi vê hişmendiyê rastiya xwe nas kir. Artêşbûna me ya jinê felsefeya jiyanê ye. Felsefeya hevaltî ya jin û mêran e. Li ser vê bingehê artêşbûna jinê hate avakirin û heta îro hat. Îro em dibînin ku li her derê cîhanê jin tevlî artêşa jinê dibin.

DIVÊ EM RÊBER APO WEKE BÊRÎTAN FÊM BIKIN

Berfîn Denîz Gabar diyar kir ku di vê sedsalê de bi helwest û hişmendiya Bêrîtanê, bi yekirina leşkeriyê û hişmendiyê dikarin xweparastineke xurt pêş bixin û wiha axivî: “Hevala Bêrîtan her çendî Rêber Apo qet nedîtibe jî, kesê ku hevaltîya rast ava kiribû. Îro weke YJA Star tişta ku divê em esas bigirin jî ev e; Rêber Apo rast fêm bikin û pêk bînin. Bi taybetî îro, divê em her gotina Rêber Apo ya ku ji Îmraliyê tê, weke Bêrîtan rast fêm bikin û bi awayekî rast pêk bînin. Em dikarin tenê bi vî awayî azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bînin.”

 

EM Ê TÊKOŞÎNA BÊRÎTANÊ BIGIHÎNIN SERKEFTINÊ

Gerîlaya YJA Starê Hasret Dilgêş Amed, di şexsê Bêrîtanê de hemû şehîdên meha Cotmehê bi hurmet bibîr anî û wiha got: “Di tevgera azadiyê de şehîd qet nayên jibîrkirin; ji ber ku her şehîdek li pey xwe mîrateyeke mezin dihêle. Bi taybetî kesên mîna hevala Bêrîtanê ku bi nasnameya jinê li ser xwebûnê israr kirin û li dijî xiyanetê xeteke mezin a berxwedanê afirandin, ji bo me mînak in. Em jî wekî gerîlayên YJA Starê li ser şopa fermandara xwe têkoşînê mezin dikin. Îro, di artêşa ku fermandar Bêrîtan lê pêşengî kir de cih girtin ji bo me şanaziyeke mezin e. Di vê serdemê de rola jinê û mîsyona wê çiqasî girîng e, bêtir zelal dibe.

Hevala Bêrîtan xwedî hişmendiyeke mezin û sekneke şoreşgerî bû. Yekem kesê ku bi wêrekiyê got divê li ser jiyana Rêber Apo roman were nivîsîn jî ew bû. Em gerîlayên azadiyê, li ser şopa hevala Bêrîtan, ji sala 1992’an heta îro çawa hatin, ji niha û şûnde jî em ê ala wê hîn bilindtir hildin, têkoşîna wê bigihînin serkeftinê. Bi rêberê azad re em ê azadiya rastîn pêk bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’
Nûçeya Pişt re Îmralî – Avakirina xeyala hevbeş (7)
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji Înîsiyatîfa Zarokên Agir çalakiyên şewitandinê

Înîsiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Mersîn û Mûglayê pîkapek, febrîqeyek û mînîbusek şewitandiye.

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora binpêkirinan: 501 kes li herêmên dagirkirî hatin revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji destpêka îsal…

Ji aliyê Stêrk TV

Li gorî CIA’yê ger alîkariyek cidî nebe dibe ku Ûkrayna îsal şer winda bike

Karbidestek CIA'yê roja Pêncşemê ragihand ku ger DYE’ê alîkariyek cidî nede, wê Ûkrayna heta dawiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Ji Amerîkaya Latînî heta Rojava piştgirî: ‘Em Rê Nadine Jenosîdeke Nû’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

180 hunermendan bang kir: Ji Rojava re statu!

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

YJK Skandînaviya ji bo Rojava banga hevgirtinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Gerîlayên YJA Starê: Li Rojava îradeya jinên azad hedef tê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?