În, 20 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newroza dîrokî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hebûna Êzidiyan û mifteya destûrî ya bêderî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê di greva birçîbûnê de ye daket 42 kîloyan, pirsgirêkên tenduristiyê giran bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan a navneteweyî ya ji bo mafê hêviyê û rakirina tecrîdê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasûngûr serdana Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê bilind dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newrozên destpêkê yên Tevgera Apoyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya Newrozê serdana Şehîdgeha Mihemed Karasungur hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Beriya rûniştina rojnamevan Ercument Akdenîz daxuyanî hate dayîn
Rojane

Beriya rûniştina rojnamevan Ercument Akdenîz daxuyanî hate dayîn

Beriya rûniştina yekemîn a rojnamevan Ercûment Akdenîz daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya de wiha hate gotin, “Ti rojnamevan ne bi tenê ne. Kedkarên çapemeniyê wê dev ji nivîsandina rastiyan, pirsîna pirsan û agahdarkirina raya giştî bernedin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Beriya rûniştina yekem a doza rojnamevan Ercûment Akdenîz ku di 22’ê Sibatê de di çarçoveya operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibû girtin û bi îdiaya ‘endamê rêxistinê ye’ tê darizandin, li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi Sendîkaya Karkerên Weşanê û Çapxaneyê ya Tirkiyeyê (DÎSK Basın-İş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger e daxuyanî hat dayîn. Di çalakiyê de dirûşmeyên wekî ‘Ercûment Akdenîz ne bi tenê ye’ û ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hatin berzkirin.

Di daxuyaniyê de rojnamevan Elîf Akgul a ku metn xwend, bal kişand ku xebatên pîşeyî yên Ercûment Akdenîz wek sûc tên nîşandan û wiha hat gotin, “Rewşa ku Ercûment Akdenîz pê re rû bi rû maye, tabloya tarî ya rojnamegeriya li welat careke din radixe ber çavan. Lêgerîna aştiyê ya di dema me de dewam dike, ji destpêkê heta dawiyê li dijî sedema hepskirina Ercûment e. Di heman demê de peyamên aştiyê tên dayîn, ji bo rojnamevan û siyasetmedaran rewşeke ku ji aliyê dadgeriyê ve bê tehdîtkirin nayê qebûlkirin. Di serî de wezîfeya rojnamevanan a nûçe û nivîsandina rastiyan, her wiha mafê gel ê wergirtina agahiyan, bi zexta desthilatdariya siyasî bi rengekî sîstematîk tê tinekirin. Li hemberî vê yekê em ê bi xwedîderketina li heqîqetê bi xurtî bisekinin.”

‘HEQÎQET NAYÊ BÊDENGKIRIN’

Elîf Akgul diyar kir ku gelek rojnamevanên mîna Ercûment Akdenîz ji ber sedemên bi heman rengî hatine darizandin û girtin û wiha axivî: “Dîsa endamê sendîkaya me rojnamevan Fûrkan Karabay bêyî ku hinceteke şênber were nîşandan hate girtin û tevî ku bi mehan derbas bû jî hê jî îdîanameyek li ser wî nehatiye amadekirin. Ev rewş operasyoneke tepisandinê ye. Weke DÎSK’ê Em bi zelalî dibêjin: Ercûment Akdenîz ne bi tenê ye. Furkan Karabay ne bi tenê ye. Ti rojnamevan bi tenê nîne. Kedkarên çapemeniyê wê dest ji nivîsandin, pirsîn, pirsîna rastiyan û agahdarkirina raya giştî bernedin. Ji ber ku heqîqet nayê bêdengkirin.”

JI ERCUMENT AKDENÎZ PEYAM 

Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê Tûrgût Dedeoglû peyama ku Ercûment Akdenîz ji girtîgehê şandibû xwend û got, “Ez dixwazim dengê Ercûment bilind bikim.” Di notê de ev îfade cih girtin: “Di dema binçavkirinê de me dikarîbû kîjan nûçe bikira? Civakîbûna aştiyê, kuştina jinan, erdheja Stenbolê, drama penaberan û gelekên din. Rojnameger ji azadiya xwe ya raporkirinê bêpar tên hiştin. Binçavkirina rojnamevanan tê wateya binpêkirina azadiya çapemeniyê. Em ê nehêlin pênûsên Ûgûr Mûmcû, Mûsa Anter û Metîn Goktepe bikevin erdê.”

TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ 

Li ser navê Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) rojnamevan Dîren Yurtsever axivî û wiha got: “Em ê li dijî her cure êrîşên li ser rojnamegeriyê û azadiya raman û îfadeyê têkoşînê bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku bi rakirina hemû qedexeyên li ser azadiyan re wê aştî û demokrasî were vî welatî. Weke rojnamevan, ji bo dawîanîna li hemû daxuyaniyên antî demokratîk ên li vî welatî, pêkanîna azadiya çapemeniyê û hatina aştî û demokrasiyê li vî welatî, em ê her têbikoşin.”

‘DENGÊ BI MÎLYONAN E’ 

Hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî bal kişand ku dosyeya HDK’ê piştî 13 salan weke hinceta girtinê derketiye holê û wiha got: “Em careke din li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind dikin. Li vir dengê milyonan heye. Di nava 6 mehan de cara pêşîn Ercûment li dadgehê tê dîtin, ew rojnamevan û siyasetmedar e. Li vî welatî daxwaza maf, azadî û aştiyê sûc tê dîtin. Mirovên ku wê pêşeroja Tirkiyeyê ronî bikin tên girtin. Em dizanin ku em ê bi têkoşînê hevalên xwe azad bikin.”

Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik got, “Di navbera binçavkirina Ercûment Akdenîz û girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Ekrem Îmamoglû û Can Atalay de têkilî heye. Ji bo tiştên ku li dijî wan radiwestin ceza tê dayîn. Daxwaza me gelekî zelal e: edalet ji bo her kesî, azadî ji her kesî re.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Ozgul Sakî û Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn bertek nîşanî girtina Ercûment Akdenîz dan û xwestin zextên li dijî rojnamevanan bi dawî bibe. 

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê CHP’ê endamên xwe yên ji bo komîsyonê diyar kirin
Nûçeya Pişt re Ji jinên ciwan ji bo şehîdên pêşeng klîbek
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 25’Ê HEZÎRANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Îlham Ehmed: Divê gelê me helwesta xwe ya neteweyî nîşan bide

Îlham Ehmed diyar kir ku ji bo pêşiya şerên nû li Sûriyeyê bigin hewldanên mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barand

Çeteyên dewleta Tirk bombe li gundên başûrê Kobanê barandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Amed ji Newrozê re amade ye: Peyama Rêber Apo wê bê xwendin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karamûs: Divê Newroz li her qadê bi ruhê yekîtiya neteweyî bê pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî êrişa li ser Durziyan Îsraîlê li binesaziya hikumeta demkî xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nûrhaq Ararat: Herî zêde ciwan bi heqîqeta Newrozê zanin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?