Şemî, 10 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HDK’ê piştî kongreya dîrokî banga seferberiya rêxistinbûna demokratîk kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Buldan: Em ê vê pêvajoya dîrokî bi hev re birêsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya dîrokî ya PKK’ê di manşetên cîhanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leyla Zana: Serdema nû berpirsiyariyên nû li ser her kesî ferz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê kongreya PKK’ê weke ‘qonaxeke dîrokî’ pênase kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê 7 xwendekarên zanîngehê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amedê Meclîsa Kirmanckî hat avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn bi serketî pêk anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pênc şoreşger di salvegera 15’emîn a darvekirinê de têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Garê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şarbajêr kolberek hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzvanên Sînor ên Iraqê li Silêmaniyeyê ciwanek qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Êrîş li girtiyên jin hatine kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Pexşan Ezîzî bi hezaran îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Nîsanê de herî kêm 34 jin hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nava Durziyan de cih û rola jinê

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Nîsanê 2 rojnamevanên jin hatin binçavkirin, 9 jî hîn girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê êriş û zexta li ser Durziyan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê diyarî Sirri Sureyya Onder hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê helbestvan û nivîskar Fadil Ozturk hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê de çîrokên Kurdistanê…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd didome: Divê Kurd çîrokên xwe vebêjin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatên Îbrahîm Ehmed hatin dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîna Dokumanter a Gulistan Tara bertek nîşanî sansûrkirina ‘Vejîna Kurd’ da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • RIHA
  • HESEKÊ
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe!
Rojane

Besê Hozat: Bêyî garantiya qanûnî û hiqûqî ev pêvajo bi rê ve naçe!

Besê Hozat anî ziman ku hikumetê ji bo pêşveçûna pêvajoyê ti gav neavêtiye û got, "Pêwîstiya bingehîn a çekdanîna PKK'ê avakirina bingeha hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekê berde, nikare xwe fesih bike. Ev zelal e."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2025 Dema xwendinê: 23 dq.
Parvekirin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a Televîzyona Medya Haberê bû û bûyerên piştî banga 27’ê Sibatê ya Rêber Apo nirxand. Nirxandina Besê Hozat bi vî rengî ye:

“Beriya her tiştî Newrozê li Rêber Apo, gelê me, gelên me, dostên me pîroz dikim. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Zekiye Alkan de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînim.

Em di hefteya lehengiyê de ne. Ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê Hefteya Lehengiyê ye. Di şexsê hevrê Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de hemû şehîdên azadiyê û şoreşê bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.

NEWROZ REFERANDÛMA BANGA RÊBER APO BÛ

Newroza 2025’an bi rastî jî Newroza herî bi heybet a hemû serdeman bû. Ji 7 heta 70 salî gelê Kurdistanê, gelan, dostan Newroz pîroz kirin, daketin qadan. Bi milyonan mirovî deryayeke ji mirovan, okyanûseke ji mirovan ava kirin. Hem li çar parçeyên Kurdistanê hem jî li derveyî welat Newroz bi coşeke gelekî mezin hate pîrozkirin. Newroza îsal coş û kelecaneke mezin da me hemûyan. Bêguman a ku Newroz ewqasî bi coş, kelecan û bi heybet kir, Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo bû. Hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin, silava Rêber Apo, wergirtina nêrînên Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk coş û kelecan mezin kir.

Di Newrozê de bi xurtî xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê me hate derketin û bi milyonan mirovî bang silav kirin. Careke din bi xurtî hate destnîşankirin ku ‘Rêber Apo îradeya me ye’. Di Newrozê de hate gotin, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’. Weke referandûmek ji bo banga Rêber Apo bû. Referandûma Banga Aştî û Civaka Demokratîk, azadiya Rêber Apo, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Bi milyonan mirovî li her derê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn ziman.

Newroz ji xwe Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Newroza ‘Azadî ji Rêber Apo re, Aştî û Civaka Demokratîk’ bû. Lewma Newroz hêjayî nav û wateya xwe bi rengekî gelekî bi coş, bi heybet ji aliyê bi milyonan mirovî ve hate pîrozkirin û xwedî li vê bangê hate derketin. Bi milyonan mirovî daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Biryardariya xwe nîşan da ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîneke gelekî xurt bimeşînin. Lewma dilsozî, hezkirin, hurmet û baweriya bi Rêber Apo re di asta herî bilind de di vê Newrozê de hate nîşandan. Gelê me jî, gelên me jî, dostên me jî di vê Newrozê de hezkirin, hurmet û dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo re bi rengê herî xurt nîşan dan. Ev yek gelekî girîng bû.

Bêguman Newroza Amedê ji bo Bakurê Kurdistanê bû asta herî bilind. Bi rastî jî zêdeyî milyonek mirov li hev kom bûn. Veguherî mîna deryayeke ji mirovan. Gelekî bi heybet bû. Daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, Banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li Newroza Amedê û hemû Newrozan xist.

Cudahiyeke bi vî rengî ya Newroza îsal hebû. Ya rast divê mirov hemû Newrozan bi vî rengî pîroz bikin. Li hemû navçe, bajar, li her deverê, li hemû herêman, li bajarên Tirkiyeyê, li her devera ku Kurd lê ne, li metropolan gelekî bi heybet û bi coş Newroz hate pîrozkirin. Ev yek bi xurtî hate pîrozkirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê, li derveyî welêt jî rewş bi vî rengî bû. Ya rast divê mirov vê yekê timî bikin. Gelekî girîng e û Amed bû asta herî bilind a vê yekê. Mînak Newroza Wanê jî gelekî bi heybet bû. Batman, Sêrt jî bi heman rengî bû. Amed bû asta herî bilind. Di hemûyan de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga aştî û civaka demokratîk mohra xwe lê xist.

Îsal li Rojhilatê Kurdistanê jî gelekî bi heybet bû. Hinekan gotin, Newrozeke awarte bû. Bi rastî jî Newrozeke bi wî rengî bû. Hema bibêjin li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê erd û ezman tijî mirov bûn. Bû Newroz. Bi rengekî bi heybet hate pêşwazîkirin. Di vê Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, demokrasiya ji bo Îranê mohra xwe li Newrozê xist.

Rojavayê Kurdistanê jî bi wî rengî bû. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Newroz li hemû bajaran bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Kobanê ji ber komkujiyê çend rojan taloq kir. Lê belê bi taybetî di 20-21’ê Adarê de gelekî bi heybet hate pîrozkirin. Li vir jî daxwaza ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, banga Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li pîrozbahiyan xist. Bi milyonan mirovî gotin, ‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’. Li Rojava jî weke li hemû parçeyên din û derveyî welat bi rengê herî xurt hate pîrozkirin. Ev gelekî girîng bû, gelekî bi wate bû.

Newroza îsal xwedî wateyeke gelekî cuda ye. Peyamên siyasî gelekî xurt bûn. Ji aliyekî ve daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Banga Aştî û Civaka Demokratîk, li aliyê din jî banga ji bo yekîtiya neteweyî ya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Ev jî gelekî girîng bû. Li qadên Newrozê peyamên li ser yekîtiya demokratîk gelekî bi xurtî hatin dayin, banga vê yekê hate kirin. Di vê mijarê de gel daxwaz û bendewariyên xwe ji pêşengên xwe bêhtir bi xurtî nîşan da. Ev yek jî gelekî girîng bû. Di nava Kurdan de hest, hişmendî û ruhê yekîtiya neteweyî ya demokratîk gelekî xurt kir û mezin kir.

Bêguman Kurdistan bi wateyeke cuda pîroz dike. Weke cejneke berxwedanê, cejna azadiyê pîroz dike. Newroz berxwedan e, serhildana li dijî zilmê ye. Wateyeke xwe ya gelekî cuda heye. Lê belê gelên ku Newrozê pîroz dikin jî bihar bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin. Lewma ez Newrozê li her kesî pîroz dikim. Newrozê li hevrêyên li çiyê, li zindanan li ber xwe didin pîroz dikim.

DEWLET BI RENGEKÎ NE CIDÎ NÊZÎK DIBE

Bêguman Rêber Apo ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, komareke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk a li ser bingeha çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd 50 sal in bênavber têdikoşe. 26 sal in jî li Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîd û êşkenceyê de vê têkoşînê dimeşîne. Herî dawî bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk re ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, çareseriya bi rêya hiqûqî û siyaseta demokratîk îradeyeke gelekî xurt nîşan da û bang kir. Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev yek hem ji bo Kurdistanê, hem ji bo Kurdan, hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê, bindestan û jinan bangeke gelekî girîng e. Helwesta Rêber Apo, keda wî gelekî hêja ye.

Lê belê dewlet ne cidî tevdigere. Bi taybetî desthilatdariya AKP-MHP dûrî cidiyetê nêzîk bûn. Bi rengekî ne samîmî nêzîk bûn. Heta roja îro jî ev Wezîrê Edaletê yê ne cidî Yilmaz Tûnç daxuyaniyên dûrî ruh û karakterê rewşê didin. Daxuyaniyên ne cidî dide. Pratîka wî jî bi heman rengî ye. Pirsgirêk ne tenê daxuyanî ye, pratîka wî jî bi heman rengî ye. Desthilatdariyê, dewletê heta niha ti gav neavêtiye.

Normal rêveberiya PKK’ê, bi taybetî hevalê Abbas ev pêvajo bi şênberî, bi rengekî ku bê fêhmkirin raxist pêş çavan. Rewşa li aliyê me, her wiha rewşa li aliyê desthilatdarî û dewletê jî nîşan da.

Hefteya ku bang hate kirin diviyabû Mafê Hêviyê yekser bi cih bihata anîn. Ev pêvajo diviyabû di nava hev de, paralelî hev bi rê ve biçûya. Lê belê ev nehat kirin. Ji bo Mafê Hêviyê bi cih bê anîn pêwîstî bi guhertinên qanûnî hebû. Şert û pêwîstî bû ku li meclîsê komîsyon bê avakirin, sererastkirinên hiqûqî qanûnî bêne kirin, guhertinên qanûnî bêne kirin. Lê belê ev nehat kirin. Di şert û mercên Rêber Apo de ti guhertin nehat kirin.

Tecrîd li Îmraliyê dewam dike. Normal bi bangê re diviyabû tecrîd bi temamî ji holê hatibûya rakirin. Bi pêkanîna Mafê Hêviyê re diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata. Rêber Apo piştî bangê diviyabû têkilî bi tevgera xwe, rêveberiya PKK’ê re danîbûya. Diviya bû timî di nava têkiliyê de bûya. Diviyabû bi vî rengî bûya ku bi hev re dema lidarketina kongreyê diyar bikira, rojev bi hev re destnîşan bikira. Ji bo Rêber Apo kongreya PKK’ê bi xwe bi rê ve bibe, tevlî kongreya PKK’ê bibe.

Rêber Apo lîderê damezrîner ê PKK’ê ye. Ew bi xwe jî vê dibêjin, Bahçelî jî, AKP’yî jî vê dibêjin. Eger lîderê damezrîner ê PKK’ê be, eger ew rêber e ku PKK damezrandiye, hingî di fesihkirina PKK’ê de jî wê ev rêberê damezrîner bi rola xwe rabe. Wê yekser di nav de be. Wê vê kongreyê yekser bi rê ve bibe.

Niha, ev yek pêk nehat. Piştî bangê bi Rêber Apo re ti têkilî nehate danîn. Serlêdanên malbatê yên ji bo hevdîtinê têne redkirin. Malbat, parêzer ji bo hevdîtinê timî serlêdanan dikin, lê belê tê redkirin, nayê qebûlkirin. Nromal diviyabû bi rêk û pêk bi PKK’ê re di nava têkiliyê de bûya.

Weke min got, komkirina kongreyê, diyarkirina dema kombûnê, destnîşankirina rojevê, rêvebirina kongreyê; ev pêvajo hemû diviyabû Rêber Apo li gel rêveberiya PKK’ê bimeşanda. Diviyabû yekser bimeşanda. Li gel vê yekê diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên ku dixwaze têkiliyê dîne.

HETA KU RÊBER APO YEKSER NEKEVE DEWRÊ KONGRE NACIVE, GERÎLA DEST JI ÇEKÊ BERNADE

Rojnamevan, siyasetmedar, akademîsyen, nivîskar, saziyên civaka sivîl, heyetên cuda, hiqûqnas; derdorên cuda yên ku dixwazin Rêber Apo bibînin, diviyabû karîbûna pê re hevdîtin bikira. Diviyabû her kesê dixwest karîbûya biçûya gel Rêber Apo, hevdîtin pê re bikira. Diviyabû Rêber Apo karîbûya bi her kesên dixwazin re têkilî danîbûya. Statuya Îmraliyê diviyabû bi temamî bihata guhertin. Diviyabû ev sîstem, sîstema Îmraliyê, sîstema tecrîd û êşkenceyê bi temamî ji holê bihata rakirin. Bihata parçekirin û ji hev bihata xistin. Diviyabû azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bihata.

Mebesta me ji şert û mercên kar û jiyana azad ev e. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Diviyabû Rêber Apo rêxistina xwe jî di nav de bi hemû derdorên dixwazin wî bibînin re karîbûya di nava têkiliyê de bûya. Ev yek diviyabû bihata kirin. Ev hate kirin? Nehate kirin. Tecrîd dewam dike. Di ser 27’ê Sibatê re 24 roj derbas bûne. Hîn jî guhertinek nîne. Têkilî pê re nîne, agahî jê nîne, agahiya me nîne.

Ev ê çawa bibe? Rêveberiya PKK’ê daxuyanî da. Heta ku Rêber Apo nebe, heta ku Rêber Apo yekser nekeve dewrê PKK nikare kongreya xwe bicivîne, nikare biryarê bide, nikare xwe fesih bike, gerîla nikare dest ji çekan berde. Ev zelal e. Ti aliyekî vê yê bê nîqaşkirin nîne. Tenê Rêber Apo dikare vê pêvajoyê bi rê ve bibe.

Hevalan gotin. Teqez bi wî rengî ye. Rêveberê pêvajoya aştî û civaka demokratîk Rêber Apo ye. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Pêvajoya veguherîna demokratîk û jinûve avabûnê ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin, tê birêvebirin. Ji bilî wî, kes nikare wê îradeyê, hêzê û înîsiyatîfê nîşan bide. Ev zelal e.

Heta ku di vê mijarê de gavek neyê avêtin ev kongre nikare bicive, nikare biryareke bi wî rengî werbigire. Ji bo biryareke bi wî rengî nikare bicive. Yekane kesê ku vê bike Rêber Apo ye. Damezrînerê PKK’ê ye. Yê ku dawî li vê pêvajoyê bîne, dawî li pêvajoya têkoşîna çekdarî bîne Rêber Apo bi xwe ye. Ev zelal e.

GUHERTINA WÊ MEWZÛATÊ KARÊ 2-3 ROJAN E

Niha Wezîrê Edaletê radibe dibêje ‘Mafê Hêviyê di mewzûatê de nîne’. Gelo ew mewzûat ayeta Quranê ye? Tu pêvajoyeke ewçend cidî dide destpêkirin, bêguman tu yê mewzûatê biguherîne. Eger tu cidî be, ji dil be hingî tu yê mewzûatê biguherîne. Guhertina wê mewzûatê jî karê 2-3 rojan e. Me lêkolîn kir. Ji yên ku pê zanin hinekî lêkolîn kir, agahî dan me.

Eger bixwazin wê di nava çend rojan de wê mewzûatê biguherînin, guhertinên qanûnî bikin. Mafê Hêviyê di nava 3-4 rojan de dikare bi cih bê anîn. 3-4 qanûn e, ew dikarin bêne guhertin, Mafê Hêviyê bi cih bê anîn. Lê belê naxwaze. Ne karekî ku neyê kirine e. Mewzûat dikare bê guhertin. Dikare mewzûatê biguherînin. Rêber Apo dikare peyama bi dîmen jî bide.

PEYAMA BI DÎMEN EZMÛNEK BÛ

Me çima di peyama bi dîmen de israr kir? Ji ber ku ew ezmûnek bû. Testkirina desthilatdarî û dewletê bû. Me xwest test bikin bê çiqasî cidî ye. Eger cidîbûna wê li ber peyama bi dîmen ranebûna, wê nebûna asteng. Wê pêvajoyeke ewçend dîrokê bê destpêkirin, pêvajoyeke cidî bê meşandin, pirsgirêka 100 salî bê çareserkirin, lê xwe ji peyameke bi dîmen vegire. Ev çawa dibe? Ev yek cidiyet û samîmiyeta te radixe pêş çavan. Ya rast, di wir de maskeya wan kete xwarê. Bi astengkirina peyama bi dîmen re maskeya li ber rûyê wan kete xwarê, rûyê wan ê rast hate dîtin. Piştre jî ji xwe dewama wê nehat, vaye hûn dibînin.

Niha li ser çi diaxive, dibêje; ‘Mafê Hêviyê di mewzûatê de nîne’. Mewzûatê biguherîne! Eger tu cidî be tu yê wê mewzûatê biguherîne. Tu yê guhertina qanûnî bike, mafê hêviyê di nava 3-4 rojan de bi cih bîne. Heta ku garantiya qanûnî û hiqûqî ya vê pêvajoyê nebe, ev pêvajo nikare bi pêş ve biçe. Eger bi vî rengî dewam bike, sibe, dusib wê temamiya wê heyeta ji 7 kesan a çû Îmraliyê bê girtin. Ti garantiya wê nîne. Hevserokên DEM Partiyê jî di nav de. Garantiya wê nîne. Ji ber ku garantiya qanûnî hiqûqî nîne. Her tişt li derveyî hiqûqê tê kirin. Weke ku îllegal tê kirin.

Garantiyeke vê pêvajoyê nîne. Lewma teqez divê garantiyeke hiqûqî û qanûnî hebe. Di vê mijarê de divê qanûn bêne amadekirin. Sererastkirinên hiqûqî divê bêne kirin û li meclîsê qanûn bê qebûlkirin. Rêberê me hîn di destpêka pêvajoyê de got. Got, ‘Bila li meclîsê partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê bi hev re komîsyoneke hevpar ava bikin. Ev komîsyon jî guhertinên qanûnî bike. Bila garantiya hiqûqî û qanûnî ya vê pêvajoyê ava bibe, zemîna wê ava bib’. Ti ji van nehate kirin.

Berevajî vê yekê ji bo ev zemîn ava nebe bi her awayî êrîş têne kirin. Ev ê çawa bimeşe?

Eger pirsgirêka Kurd li şûna têkoşîna çekdarî wê bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk bê çareserkirin, eger wê li ser vê zemînê çareser bibe, wê demê divê zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk hebe. Divê rewşa vê, zemîna vê bê avakirin. Ev nebe wê PKK çawa dest ji çekan berde? Pêwîstiya bingehÎn a çekdanîna PKK’ê avakirinan aliyê hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Heta ku ev nebe PKK nikare dest ji çekan berde, nikare xwe fesih bike Ev gelekî zelal e. Naveroka Banga Aştî û Civaka Demokratîk jî bi temamî tê vê wateyê.

EW BANG MUTABAQATEKE HEVPAR E, TU YÊ PÊWÎSTIYÊN WÊ BI CIH BÎNE!

Her wiha vê jî bibêjim. Banga Aştî û Civaka Demokratîk, banga ku Rêberê me kir di heman demê de mutabaqateke hevpar e. Mutabaqateke hevpar e ku bi heyeta dewletê re hatiye amadekirin. Mînak, kes zêde balê nakişîne ser vê rastiyê, lê belê ez weke şexs vê yekê gelekî girîng dibînim. Dewletê jî naveroka vê bangê qebûl kiriye. Lewma konsensuseke hevpar ava bûye. Naveroka vê bangê çi ye, wateya wê çi ye? Ev bang banga ji bo komara demokratîk e. Ev bang banga ji bo lihevkirina demokratîk e. Ev bang banga ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi aliyên hiqûqî û siyaseta demokratîk e. Dewletê jî ev qebûl kiriye. Jİ ber ku mutabaqateke hevpar e.

Eger dewletê ev qebûl nekiribûya, gelo ev bang wê karîbûya bihata kirin? Pêkan bû? Wê destûra vê yekê bida? Madem, ey dewlet, desthilatdarî tu proje, perspektîf û polîtîkaya komara demokratîk qebûl dike, lihevkirina demokratîk qebûl dike, çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk qebûl dike; wê demê tu yê gavê biavêje, tu yê gava şênber biavêje. Tu yê zemîna hiqûqî qanûnî ya vê yekê biafirîne. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rengê hiqûqî û siyaseta demokratîk tu yê li meclîsê zemînê vê yekê ava bike. Meclîs wê bi xurtî bixebite. Rêber Apo heman piştî bangê tavilê ji aliyê fîzîkî ve azad bibe. Wê bi rêxistina xwe, bi her kesî re têkiliyê dîne. Tu yê cidî be, samîmî be û van êrîşan rawestîne.

Na, bi israr dibêjin, ‘Ev bang bê şert e, bê merc e, Ocalan bi vî rengî gotibû!’ Wê demê weke dewlet û desthilatdariyê te tiştek ji wê bangê fêhm nekiriye! Divê rûnên û çil carî wê bangê bixwînin. Divê fêhm bikin bê tê çi wateyê. Bang bi xwe çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha hiqûq û siyaseta demokratîk e. Çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha xweseriya demokratîk, demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Te bi destûrdayinê re ew bang qebûl kir. Ew bang ji xwe mutabaqateke hevpar e. Wê demê tu yê berpirsyariyên wê bi cih bîne. Li gorî wê tu yê gavê biavêje, tu yê cidî be.

Nêzîkatî eşkere ye. ‘Bang hate kirin, bila yekser dema kongreyê diyar bikin, kongreyê bicivînin, xwe fesih bikin, çekan dînin’. Nabe bi vî rengî. Ji wan heye ku yên li hemberî wan fêhm nake. Dek û dolabên ku vê dewletê sed sal in li ser Kurdan gerandiye, ma kêm e? Komplo, lîstik, fen û fûtên li Kurdan kirine, ma hindik in? Ma Kurd bi van nizanin? Hişek heye, bîrek heye! Hişmendiyeke kûr heye, bûyerên qewimîne hene, tecrûbe hene. Kî wê bikeve van xefikan? Eger tu di vê de israr bike, wê demê em ê bibêjin, tu fen û fûtan dike, tu dek û dolaban digerîne, ya ku tu dike komplogerî ye, tu li pey lîstikan e, tu taktîka siyasî dike. Tu manewraya siyasî dike. Nêteke te ya ji bo çareseriya pirsgirêkê bi rêyên siyaseta demokratîk û hiqûqê nîne.

Derdê te ew e ku tu Kurdan, têkoşîna wan a 50 salî bi hemû nirxên xwe, bi nirxên azadî demokrasiyê ji holê rake, tasfiye bike. Polîtîkaya qirkirinê dewam bike. Israra ji bo vê ye. Tu bi rêya taktîkê dixwaze vê bike. Wê demê em ê bi vî rengî bibêjin û bi vî rengî binirxînin.

Fikar û guman ji xwe hene. Ji destpêkê ve hebûn. Lê belê Rêber Apo bi rastiya vê dewletê zane û têkoşîneke gelekî xurt dimeşîne. Dixwaze pêvajoyeke bi kêrî civaka Tirkiyeyê, jinan, gelê Kurd û gelan bê bimeşîne û bi ser bixîne.

Di vê mijarê de bêguman divê têkoşîn bê meşandin. Bi taybetî pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê ji aliyê me ve gelekî bi xurtî bê meşandin. Divê em ji vê pêvajoyê vê encamê werbigirin. Divê em guh bidin banga Rêber Apo, yanî bi perspektîfa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û civaka demokratîk vê pêngavê teqez bigihînin serketinê û têkoşîneke bi vî rengî bimeşînin.

Dewam dike…

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di Newroza Stenbolê de beyana îradeyê: Em bi Rêber Apo re ne
Nûçeya Pişt re ‘Ev Konferans wê bibe peyamek ji bo hemû jin û siyasetmedaran’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komxebata Hiqûqî ya mafê jinê li Hesekê destpê kir

Komxebata Hiqûqî û Şêwermendiyê ya li ser girîngiya bicihbûna mafên jinê li destûra nû ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Protesto dewam dikin: Rêzgirtina li îradeyê mecbûriyeteke qanûnî ye

Li gelek bajaran li hemberî desteserkirina şaredariyan çalakî hatin lidarxistin û ev yek hatin gotin:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî dagirkeriya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, kampanyaya navneteweyî

Li dijî dagirkerî û sûcên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, kampanyayek hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

HDK’ê piştî kongreya dîrokî banga seferberiya rêxistinbûna demokratîk kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Pervîn Buldan: Em ê vê pêvajoya dîrokî bi hev re birêsin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Kongreya dîrokî ya PKK’ê di manşetên cîhanê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Şahiya Çanda Êzidxanê sibe li Elmanyayê tê lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?