Bêstûn Abdullah ku 27’ê Tebaxê di şewata daristanên Pênciwênê de bi giranî birîndar bibû, tevî tedawiya du mehan jî jiyana xwe ji dest da.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir bi peyamekê sersaxî da malbata Bêstûn Abdullah yê ji gundê Kuaway ser bi navçeya Pêciwên ya Silêmaniyê.
Di 27’ê Tebaxa îsal de agir bi daristanên gundê Mesu û Helalawe ya ser bi navçeya Pênciwên ketibû. Bêstûn Abdullah û Alan Yusif ji bo vemirandinê ketibûn nava liv û tevgerê, lê di şewatê de bi giranî birîndar bibûn.
Alan Yusif ji ber giraniya birîna xwe di 24’ê Îlona 2025’an de jiyana xwe ji dest dabû.

