Bi deh hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û meşeke girseyî pêk anîn. Meş li Qada Jina Azad destpê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmeyên “Bijî Berxwedana QSD’ê” û “Bimre Faşîz” hate berzkirin. Di meşa girseyî de wêneyên Rêber Apo, şehîdên şoreşê û alên QSD’ê hatin hildan.
Piştî meşê ji bo şehîdên Şoreşa Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Li vir Hevserokê TEV-DEM’ê ya Kantona Firatê Enwer Mislim axivî. Mislim, diyar kir ku bi têkçûna rejîma Baas’ê û êrîşên çeteyên dewleta Tirk a dagirker re qonaxeke nû li herêmê destpêkiriye û anî ziman ku divê hê bêhtir hêzên koalîsyonê bi erkên xwe rabin.
‘EM BEŞEKÎ BINGEHÎN JI SÛRYEYÊ NE’
Mislim, destnîşan kir ku peyama gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar e û wiha domand, “Weke gel daxwaza me Sûriyeyeke demokratîk e. Em beşekî bingehîn ji Sûriyeyê ne. Divê ev yek bikeve pratîkê. Divê êrîşên li ser herêmê bên rawestandin. Em daxuyaniyên hikûmeta demkî ya nû ya Şamê erênî dibînin. Divê her kes ji bo demokrasi li welat pêk bê, bikeve nava hewldanan.”