Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniiyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi 3 fuzeyan gundê Muhsinlî hedef girt. Her wiha bi drona xwekujî (kamîkaze) herêm hat hedefgirtin.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Hoşerî jî bi hawanan bombe kir. Di encama van êrîşan de ku bi çekên giran hatin kirin, zirarên madî çêbûn.