Ji bo gerîayên PKK’ê Turkan Adiyaman (Jiyan) û Cengîz Adiyaman (Firat) ku xwişk-bira ne û Mûrat Adiguzel (Şêr) ên ku di dîrokên cuda de şehîd bûne, li Mala Şînê ya Mazîdagê ya li navçeya Rezanê ya Amedê sersaxî hate danîn. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. Girse, heta cihê sersaxiyê bi dirûşma “Şehîd Namirin” meşiya. Endamê MEBYA-DER’ê Şehmûs Karadag di sersaxiy de axivî, sersaxî ji malbatan re xwest û got dê xwedî li têkoşîna wan derkevin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Bunyamîn Yildiz (Yilmaz Piling) ê ku di 27’ê Kanûna 2021’ê de li Qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû jî li Mizgefta Haci Abdurrahman Enç a li navçeya Rezanê sersaxî hate danîn. Sersaxî, bi girseyî hate ziyaretkirin. Endama MEBYA-DER’ê Guler Sevîrtek di şînê de axivî û got: “Em xwedî li têkoşîna birûmet a şehîdên xwe derkevin. Em têkoşîna wan mezin bikin.”

