Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aydinê şahiya Newrozê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qersê Newroz di bin berfê de hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bi hezaran kes li qadên Newrozê ne
Kurdistan

Bi hezaran kes li qadên Newrozê ne

Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran bi beşdariya bi hezaran kesî dewam dikin. Di serî de herêma Serhedê li 14 navendan agirê Newrozê tê geşkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Adar 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

AGIRÎ / PANOS

Li navçeya Panosê ya Agiriyê pîrozbahiya Cejna Newrozê li ber Navenda Çandê hate lidarxistin. Qada ku bi flamayên DEM Partiyê hate xemilandin, bi şêniyên bajêr tijî bû. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê destpê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ hate qîrîn.

Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Panosê Rojbîn Kartal di pîrobahiyê de wiha got: “Em neferên têkoşîna Kawayên şoreşger a li dijî Dehaqan e. Em li dijî xiyanetê mîna Rahşanan, mîna Semayan bedena xwe dikin mertal. Bi vê îrade û azweriyê em amade ne ku xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em baş bi pirsgirêkên Panosê û çareseriyên wê dizanin.”
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Kerem Kirtay jî wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Em bi hev re bimeşin. Gelo hûn amade ne ku em Panosê bi hev re birêve bibin? Em hewl bidin layiqî we bibin.” 
 
Aktîvîsta TJA’yê Helen Işik jî bal kişand ser grevênb birçîbûnê yên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Ew îradeya me ne. Îradeya gelê kurd nas nakğin. Em neviyên Şêx Seîd in. Em ê tu caran ji têkoşîna xwe paşvegavê neavêjin.”

MÛŞ / MILAZGIR
 
Navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgir a Mûşê jî Qada Qesaban bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî jî pîrozbahî bi tevlibûna hezaran kesan hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî tev li pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me biqudret e” hatin vekirin. Zarok û jin bi cil û bergên kurdî ketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan heta demekî dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Kemal Ozel di pîrozbahiyê de spasiya gel kir ku tevî hewayê nebaş jî hatine qadê. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Yafes Dînar jî got ku Newroz roja azadî û berxwedanê ye û Newroza her kesî pîroz kir. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Milazgirê Gulistan Ozel jî wiha got: “Newroz, roja berxwedan û azadiyê ye. Em ê berxwedana xwe ya 31’ê Adarê bi coşa Newrozê mezintir bikni. Bi ruhê Kawayê şoreşger em ê di 31’ê Adarê de tiştên aydê xwe dîsa bistînin. Rojên azad ên ku jin, ciwan û gelê me bijîn nêz in.” 
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Ahmet Kenan Turker jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de Newroza xwe bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. Bila Newroz bibe wesîleya aştî, azadî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.” 
 
KOP
 
Pîrozbahiya Newroza navçeya Kopê ya Mûşê jî bi tevlibûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li rex Termînala Kopê hat lidarxistin û qad bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Xelkê navçeyê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê. 
 
Bi taybet jî tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû û welatiyan li ber stranên kurdî xelekên govendê gerandin. Welatiyên li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin, jiyan, azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin. 
 
Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî tev li pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Piştre jî namzeta hevşaredariyê Aryan Dogan wiha bangî gel kir: “Me îro li vir careke din dîrok nivîsand. Bêguman ev dîrok nexşerêya aştî û demokrasiyê ye. We îro ragihandin ku em ê xwedî li vê nexşerêyê derkevin. Bila her kes baş li vê qadê binêre. Em dibêjin ku dem dema serkeftinê ye, dê kesên ziman, dîrok û çanda me qedexe dikin qebûl nekin û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin. Gelê me bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman xelas nabe. Heta ku gelê me li van qadan be hûn dê nekarin bi ser kevin. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya azadiyê.”

Namzetê heşvaredariyê Arafat Kardagi jî ev tişt anî ziman: “Îro jî Dehaq zarokên kurdan asîmîle dikin, tune dihesibînin. Lê li dijî wan berxwedasnek heye û dê berxwedana me bi ser keve. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Em qeyûman qebûl nakin û dê wan bişînin. Ev hilbijartin ji bo hevalên me yên girtî û yên li sirgunê ye.” 

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî piştre çendek beşên nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştre jî Boz ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û hevdîtin tên astengkirin. Çima? Ji ber ku dizanin ku gotineke birêz Ocalan wê gelek pirsgirêkên vê desthilatdariyê afirandine berevajî bike. Lewma ji dengê wî ditirsin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir lê li tevahiya welêt belav bû. Her wiha li girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Peyama wan pir zelal e; daxwaza azadiya birêz Ocalan û bidawîkirina zextên li ser girtiyên siyasî dikin. Em jî li vir careke din dibêjin ku ji birêz Abdullah Ocalan re azadî û dawî li zextên ser girtiyan bînin.” 
 
Herî dawî jî  Boz anî ziman ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser kevin. 
 
Hunermenda Şehrîbana Kurdî piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
SÊRT/DIHÊ 
 
Li Qada Kanî Mergî ya li quntara Çiyayê Çiravê yê navçeya Dihê ya Sêrtê bi dirûşmeya “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Gel, qada ku bi alên rengîn ên Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi rengên kesk û sor û zer hatiye xemilandin, berî ku Newroz dest pê bike dagirt. 
 
Gelê Dihê li ber muzîkên hatin lêxistin govend gerandin û hêj diherikin qada Newrozê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal dê axaftinekê bike. 
 
BALIKESÎR 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Balikesîrê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li qada Deve Gureşî ya Taxa Bahçelîevler a navçeya Bûrhaniyeyê, bi tevlibûna parlamenterê partiya xwe yê Antalyayê Sarûhan Olûç Newrozê pîroz dike. 
 
Ji her beşa civakê di saetên serê sibê de gel herikî qada Newrozê ya coşeke mezin lê heye. Newroza ku gel bi cil û bergên xwe yên netewî tev li bûn bi tilîliyên jinan û gerandina govendê dest pê kir. Li qada ku Newroz lê hate pîrozkirin pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. 
 
Li Newroza ku alên DEM Partiyê tên hilgirtin de gel peyamê didin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bayê DEM’ê dê were. 
 
Newroz bi axaftina Serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç berdewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk a dagirker hêzên leşkerî dişîne Başûrê Kurdistanê
Nûçeya Pişt re Paşînyan: Eger em hin gundên stratejîk nedin Azerbaycanê wê şer destpê bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.