Bi serpereştiya Kongra Star a bajarê Qamişloyê meşek girseyî bi dirûşma “Bi Ruhê Komînal û Civaka Demokratîk, Em ê Bi Rêber Apo Re Azad Bijîn” li bajarê Qamişlo pêk hat. Bi hezaran şênî, sazî û dezgehên 4 bajaran; Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîs ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Kongra Star hatin hildan û dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nebe”, “Bijî Berxwedana Îmralî”, “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.
Meş ji çerxerêya Sonî destpê kir û li çerxerêya Şehîdan a li naverasta bajêr veguherî mitîngê. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, mitîng destpê kir.
Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û diyar kir ku ev meşa îro ya azadî, wekhevî, demokrasî û azadiya Rêber Apo ye. Rihan Loqo wiha berdewam kir: “Pergalên hegemon bi hişmendiyeke qirker, dagirker, nîjadperest û komploger xwestin siyasyeta xwe li ser ciwan, jin û gelên azadîxwaz bidin meşnadin. Lê gel û jinan bi pêşengiya Rêber Apo berxwedaniyek mezin meşandin. Eger em îro qala berxwedan û têkoşînê dikin ev bi pêşengiya Mîmarê Azadiyê Rêberê Mirovahiyê Rêber Apo ye. Piştî banga dîrokî ya Rêber Apo li Kurdistan û Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinên mezin çêdibin. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk careke din mijara azadiya gelan û jinan, nasnameya gelê Kurd kete rojevê. Ji bo ku em pêşengtiya vê pêvajoyê bikin divê em rêxistinbûna xwe li taxan, gundan, bajaran, kantonan xurt bikin û destê Rêber Apo xurt bikin. Rêber Apo dibêje ‘Civakek demokratîk’, em jî dibêjin azadiya Rêber Apo azadiya civaka demokratîk e.”
Rêvebera Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan Eyda Xelîl jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axivî û got: “Bi pêşengiya dewleta Tirk planên qirêj li ser xwîna gelên herêmê tên kirin û piştgiriyê didin rêxistinên terorîst. Vê jî di bin navê parastina gelan de dikin. Lê ev rêxistinên terorîst û pişgirtên wan nizanin ku Rêber Apo di sedsala 21’an de ji bo parastina van pêkhateyan derketiye. Em jî soz didin ku heta azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftinan mitîng bi dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

