Pêncşem, 22 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di 6 mehan de 568 binpêkirinên mafan û 344 zarokan jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TUHAD-DER: Di sê mehên dawî de herî kêm berdana 90 girtiyan hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rejîma Îranê li Bane û Sine 3 kes binçav kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HANA: Rejîma Îranê Kurdan direvîne û winda dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê bang li Îranê kir: Aqûbeta Xalid Berzincî diyar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Bersiva pêwîst ji Muxafizên Şoreşê yên Îranê re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îran di navbera Başûr û Rojhilat de dîwar lê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Herêma Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûşen Yakût: Divê dawî li polîtîkayên bêcezahiştina qetilkirina jinan bê anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mechthild Exo: Jineolojî divê bibe bingeha me ya pratîkî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Efrîkaya Başûr bertek nîşanî cezayê darvekirinê ya ji bo Werîşe Muradî dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî û Qoserê du jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Nobeda Jin, Edalet û Bîrê de işaert bi doza destavêtinê ya li Sêweregê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nîqaşên entegrasyonê de YPJ weke hêzeke xweser cih digire

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin’
Rojane

‘Bi rêk û pêk nebaşî li girtiyan tê kirin’

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîngeha a Baroya Amedê Reyhan Gok anî ziman ku bi rêk û pêk êşkence û kiryarên xerab li girtiyan têne kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Ji Baroya Amedê Reyhan Gok diyar ki rku mafê jiyan, tenduristî, darizandina adîl û ewlehiya hiqûqî yê girtiyan ku pîvanên bingehîn e û bi peymanên navneteweyî hatiye misogerkirin, bi rêk û pêk tê binpêkirin.

Sekretera Giştî ya Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Reyhan Gok ji ANF’ê re axivî û anî ziman, ku binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan bi destê dozger û dadgeran hîn bêhtir hatine zêdekirin. Gok diyar kir ku gelek kiryarên xirab û êşkence li girtiyan têne kirin û got, “Astengkirina mafê agahîwergirtin û têkiliyê, şert û mercên nebaş ên xwarinê, astengkirina derfet û pêwîstiyan, şert û mercên ku bi rengekî neyînî bandorê li tenduristiya derûnî û bedenê ya mirovan dike, şopandina girtiyan bi rengekî nehiqûqî, kiryarên xerab û êşkence, biryarên bi rengekî nehiqûqî têne wergirtin û bêparhiştina mirovan ji azadiyê, çend ji wan mafan e ku têne binpêkirin.”

PIRSGIRÊK KRONÎK BÛ

Gok ragihand ku derfetên ji bo paqijiyê ji girtiyan re nayên dayin, buhayê li kantînê gelekî zêde ye û got, “Dema ku xizmên girtiyan pereyan ji girtiyan re dişînin, ev yek dibe sedema lêpirsîn û darizandinê. Alavên ku bi kargoyê têne şandin salên dawî bi rêk û pêk têne astengkirin. Şert û mercên xwarinê gelekî nebaş e. Gelek caran girtî bi jehrê ketin. Ev yek bûyerên kêm caran diqewimin nîne, kronîk bûne. Hevdîtinên bi malbatê re, şandin û wergirtina nameyan, mafê hevdîtina bi parêzeran re têne astengkirin û sansurkirin. Qada taybet a koxûşan bi kamerayan têne şopandin. Ev yek dibe sedema binpêkirina hin mafan.”

BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ Û JIYANÊ

Reyhan Gok bi bîr xist ku bi taybetî ji ber raporên ‘dikare li girtîgehê bê hiştin’ ên Saziya Tipa Edlî gelek girtiyan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan û got, “Di mijara mafê tenduristiyê de gelek mafên girtiyan têne binpêkirin. Mûayeneya bi rengê kelepçekirî, derengxistina sewka ji bo nexweşxaneyê, di dema sewkê de lêgerîna bi rengê tazîkirî, astengkirina tedawiyê bi destê hin personelên tenduristiyê, kêmbûna hejmara personelên tenduristiyê li girtîgehan, binpêkirina mafê tenduristî û jiyanê yê girtiyane. Girtiyên extiyar û nexweş ku gelek nexweşiyên kronîk bi wan re hene û divê li girtîgehê neyên hiştin, nayên berdan. Raporên Saziya Tipa Edlî yên dûrî ji zanistiyê û exlaqê tipê, dibe sedema ku girtiyên nexweş li girtîgehan bêne hiştin. Bi nêzîkatiyên bi zanebûn an jî xemsariyê yên rêveberiya girtîgehan, dozgerî û dadgeriyê, her wiha bi helwesta Saziya Tipa Edlî û desthilatdariyê girtî jiyana xwe ji dest didin.”

Reyhan Gok ragihand ku bi biryara Saziyên Çavdêrî û Îdareyê girtiyên ku cezayê li wan hatiye birîn tevî ku qediya ye jî nayên berdan û got, “Girtiyên ku şert û mercên li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin, cara duyemîn têne cezakirin. Ev nêzîkatî li dijî hiqûqê û Destûra Bingehîn e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 7’Ê TÎRMEHA 2024’AN
Nûçeya Pişt re KCK’ê bang kir: Berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê mezin bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Xizmên windayan li çar bajaran hatin ba hev

ÎHD û xizmên windayan li Amed, Êlih, Riha û Colemêrgê hatin ba hev û aqûbeta…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Jiyana girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî di xeteriyê de ye!

Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şilêr Mam Qadrî ya ku di Girtîgeha Urmiyeyê de tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

DBP: Em ê li gorî rexne û daxwazên gel nexşerêyekê amade bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Nabe ku pêvajoya aştiyê bi bêçekbûnê bê pênasekirin, gavên demorkatîkbûnê divê bêne avêtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 22’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

TJA’yê li 3 navçeyên Stenbolê çalakiya meşaleyî li dar xist: Deriyên Îmraliyê vekin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?