Dûran Kalkan ji ANF’ê re axivî û got: “Bi komployê îmhaya Rêber Apo hatiye armanckirin û li ser vê esasê jî hatiye xwestin ku pêşengê azadiya gelê Kurd PKK bê tasfiyekirin û hemû astengiyên li pêşiya qirkirina Kurd bên rakirin. Bi têkoşîna li dijî vê yekê planên komplogeran xira bûne.”
Dûran Kalkan diyar kir ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ divê di warê herêmî û kûreyî de belav bibe û got: “Bi têkoşînê serketin tê bidestxistin; gelek planên komployê xira bûn. Gelek caran hate têkbirin. Niha Pêngava Azadiya Kûreyî dibe fînala vê. Teqez bi parçekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike; ev dikare were pêkanîn. Dersên têkoşîna 26 salî, vê yekê nîşanî me dide. Di nava têkoşîna 26 salan de gelek caran planên êrîşa komploya navneteweyî hatine şikandin, ev yek îspat dike ku komplo bi temamî dikare bê parçekirin û tunekirin.”
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê û geşedanên siyasî yên herêmî û kûreyî, ji ajansa me re ev nirxandin kir:
Salvegera 26’emîn a êrîşa komploya navneteweyî ye ku 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hate destpêkirin. Komplo çi bû û çi armanc kir?
Belê, em ketin meha Cotmehê; Salvegereke nû ya Komploya 9’ê Cotmehê. Lewma divê em komployê û têkoşîna li dijî komployê rast fêm bikin. Weke tevger û gel, 26 sal in bi pêşengiya Rêber Apo li dijî êrîşên komploya navneteweyî em berxwedaneke dîrokî dimeşînin. Li ser vî bingehî, em destpêkê afirênerê vê berxwedana lehengiyê Rêber Apo û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê me silav dikin. Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber Apo xeleka ji agir çêkirin, 26 sal in xwedî li Rêber Apo derdikevin û diparêzin bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Em ê li ser xeta Rêbertî û şehîdan hîn rasttir û bi biryar bimeşin, komploya navneteweyî û sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê têk bibin.
Weke tê zanîn komploya navneteweyî weke şênber 9’ê Cotmeha 1998’an bi derketina Rêber Apo ya ji Sûriyeyê hate destpêkirin, şopandina herî mezin a dîrokê ji Rûsyayê heta Ewropayê û ji wir jî heta Efrîqayê, zêdeyî 4 mehan hate meşandin. Bi vê êrîşê re îmhaya Rêber Apo hate armanckirin û li ser vê esasê jî hatiye xwestin ku pêşengê azadiya gelê Kurd PKK bê tasfiyekirin û hemû astengiyên li pêşiya qirkirina Kurd bên rakirin. Li ser vî bingehî hatiye armanckirin ku qirkirina Kurd pêk bînin. Hêzên komploger ên navneteweyî bi rastî jî pir bi plan û rêxistinkirî tevgeriyane. Stratejiya êrîşê ya ji bo xwe herî guncaw derxistine holê û xistine meriyetê.
Lê belê li dijî van êrîşên îmhayê yên komploger, Rêber Apo sekneke pir bi baldar û bihestiyar pêş xist û tevgera û gelê me li ser bingehê dirûşmeya “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” li dora Rêber Apo kom bûn. Bi saya vê yekê armanca îmhaya navborî hate pûçkirin û têkbirin. Hêzên komploger ên ku fêm kirin bi rêbazên tarî nikarin Rêber Apo îmha bikin, rêbaz guhertin û planeke nû çêkirin û bi vî rengî komploya 15’ê Sibata 1999’an derxistin holê. Eger mirov be, dest ji armanca xwe ya qirkirina Kurd, tasfiyekirina PKK’ê û îmhakirina Rêber Apo neberdane; tenê dema ku nekarîn bi rêbazên komploger Rêber Apo îmha bikin, rêbaz guhertin û neçar man ku ji xwe re rêbazên îmhayê yên nû peyda bikin.
Komplo, di 9’ê Cotmehê de weke êrîşeke îmhayê derket holê. Gelek kes vê ji bîr dikin, ji nedîtî ve tên. Lê belê komplogeran roja 9’ê Cotmehê xwestin Rêber Apo îmha bikin û tune bikin. Binêrin niha çawa dixwazin tune bikin, ti kes li roniya çavê ti kesê meyze nake. Em li cîhaneke welê ne ku qanûna daristanê lê derbasdar e; hêz di destê kê de be, bêyî ku girêdayî ti quralên exlaqî û hiqûqî bimînin bi hovane êrîş dikin. Ev pêvajoya bi rewşa xwe ya herî şênber bi êrîşa li ser Rêber Apo re destpê kir. Di destpêka salên 90’î de, di pêvajoya çareseriya sosyalîzma reel de jî di wan qadan de êrîş çêbû lê ji dervey wê êrîşeke bi vê tarzê wê demê destpê kir. Bi têkoşînê ev êrîşên îmhayê hatin pûçkirin. Dijberên me plan çêkirin, hewl dan pêk bînin û têk çûn. Komploya 15’ê Sibatê ji bo îdamkirina Rêber Apo hate pêşbînîkirin. Hinek ji nava me ewqasê ji rastiyê qut bûn ku gotin, ‘Ji bo li Îmraliyê pirsgirêka Kurd çareser bikin Rêber Apo birin’. Lê belê ji bo îdamkirinê birin. Îmha wê bi îdamê pêk bihata. Bi têkoşînê pêşî li îdamê hate girtin. Ferasetên bi vî rengî encama vê nêzîkatiyê ne, “têkoşîn encam nade, têkoşîna gelan, jinan û ciwanan wê bê kirin lê encam nade, ti hêza van nîne, tenê desthilatdar encamê diyar dikin.” Ji destpêkê ve tişta şaş ev e. Têkoşîna gelan, têkoşîna Kurdan û têkoşîna Rêber Apo ya li ser xeta rast, bibandor û fedayîtiyê her tim encamên serketî dan. Aliyê dijber vale derxist, têk bir û destkeftî bi dest xist. Pêşî li îdam û îmhayê girt.
Piştre hêzên komploger bi polîtîkaya rizandinê ya di nava sîstema Îmraliyê de fikirîn ku wê weke îdeolojîk tune bikin. Qaşo rêveberên bi aqil ên dewleta Tirk ev nêzîkatî raber kirin, ‘Her kesê Apo bi kar aniye, hinekê jî em bi vî rengî bi kar bînin, ji xwe re bidin xizmetkirin’. Xwestin vê bi hikûmeta di bin serokatiya Ecevît de bimeşînin, lê belê di encamê de ew bi xwe têk çûn. Rêber Apo, di nava sîstema Îmraliyê de jî fikir hilberand; weke dîrokî rexnedayîna têkoşîna hemû bindestdan da û ev têkoşîn gihand paradîgmayeke nû. Li Îmraliyê şoreşa zihniyet û entelektuel a herî mezin a dîrokê pêk anî. Ji bo hemû bindestan paradîgmaya nû ya ku rêya rizgariyê nîşan dide û xeta şaristaniya demokratîk pêş xist û sîstema wê afirand. Paradîgmaya modernîteya demokratîk derxist holê. Evane geşedanên şoreşger ên herî mezin ên dîrokê ne. Yanî nîşan da ku di wan şert û mercan de jî têkoşîn dikare bê meşandin; mirov di her şert û mercê de dikare têbikoşe, geşedanê bi dest bixe û destkeftî bi dest bixe. Me ev yek di têkoşîna Îmraliyê de jî dît. Di encamê de kesên ku dixwazin Rêber Apo li Îmraliyê birizînin, rastî fikrê herî şoreşger hatin û têk çûn. Piştre hêvî kirin ku bi rêbazên derewker û sextekar ên AKP, rêveberiya Tayyîp Erdogan encam wergirin. Bi rengê “pêvajoya çareseriyê” yan jî ‘pirsgirêka Kurd ez ê çareser bikim’ bi her cure derew û hîleyê xwestin encam bigirin. Xwestin aliyê dijber bixabînin û bi vî rengî bi ser bikevin; bi vî rengî hezar cure rêbaz pêş xistin. Di nava 20 salên borî de gelek caran plan çêkirin. Li dijî van hemûyan têkoşîneke mezin hate meşandin. Bi vî rengî Tayyîp Erdogan û şêwazê wî yê rêvebirina komployê, vale hate derxistin û hate têkbirin. Ji dervey wî ti kesê din nedîtin, nikarin biguherin. Tirkiye weke “gardiyan” hate erkdarkirin; yanî wê komployê pratîk bike û bibe encamê, weke sîstema rêvebirina Îmraliyê siyaseta Tirkiyeyê ji zû ve ye qediyaye, di krîzê de ye û nikare derkeve. Bi Tirkiyeyê re sîstema komploger di nava krîz û kaosê de ye, nikare ji wir derkeve.
Di têkoşîna 26 salan a li dijî komployê de encamên çawa derketin?
Ji bo ku bibin welatparêzek rast û berpirsyariyên welatparêziyê binîn cih pêwîste destpêkê rastiya komployê heta hestiyên xwe hîs bikin. Bi awayek din ne gengaz e. Di hawirê komployê de nêzikatiyên sere sere û teng çêbûn, kesên ku difikirîn xwe dikarin bidin jiyandin çêbûn û kesên ku gilî dikirin û digotin zehmetî dide jiyana me çêbûn. Lê ev 26 sal in, hebûna Kurd di bin şûrê Demoklesê de jiyan dike. Di her kêliyê 24 saetê rojê de xwe bi berxwedana zanebûnek û rêxistinbûnek mezin re dide domandin. Em berdin rehet û azad jiyankirinê û bûyîna xwedî her curê derfeta jiyanê, berovajî di pergala êşkence, tecrit û qirkirina Îmraliyê de tê jiyandin.
Kesên ku destketiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê meyze kirin û gotin bi vî awayî dikare bê jiyandin çêbûn. Dîsa kesên ku pişta xwe dan nirxên Bakurê Kurdistanê û xwestin xwe bidin jiyandin çêbûn. Ev hemû xwe xapandin bû. Behsa destkeftiyên Kurdan dikin, rast e. Lê belê ev destkeftî çawa ser hatin afirandin û çawa ser piya dimînin? Ev destkeftî li Îmraliyê di bin pergala êşkence, qirkirin û tecrîtê de 24 saet berxwedana hebûnê dayînê re tê domandin, ser piya tê hîştin. Ev nirx tiştên wisa bi hêsanî werin jiyankirin nînin ango ji bo hinek kes kêfa xwe bikin nehatina afirandin. Bi xwîna deh hezaran şehîdan û her roj şehîd dayînê re ev destkeftî tên jiyandin, zêde kirin û mezinkirin. Di vî alî de pêwîste rastiya komployê ya bi rastiya qirkirina Kurd baş were dîtin. Êrîşên qirkirina Kurd wek êrîşên komploya navnetewî didomin. Ev 26 sal in, hebûna Kurdê azad ji 9’ê Cotmehê 1998’an vir ve berxwedana fedaî ya girêdayî berxwedana Îmraliyê ve tê pêkanîn. Wekî din tu kes vê temsil nake, yên din sexte ne. Mirov nikare rastiya Kurd bi mêzêkirina Hewlerê fêm bike. em dikarin ji ku fêm bikin? Em dikarin bi mêzekirina Îmraliyê fêm bikin. Rastiya Kurdê rast û Kurdê aza dli wir e, ew di bin êrîşê tunekirinê de ye. Kesên ku dibêjin, “ez dixwazim li Kurdistanê bi awayek azad bijîm” pêwîste bizanin û bibînin ku ev jiyan li Îmraliyê çawa hat afirandin û bi têkoşînekê çawa re hat pêk anîn. Têkoşîna li hemberî komployê ev 26 salan de pêşketinên gelek girîng afirand. Pêwîste em li ser wê bisekînin. Pêwîste encamgeriya Pêngava Kurevî ya azadiyê jî hinek li vir meze bikin û bibînin. Lewre rast fêmnekirina komployê mirov dibe rastiya Kurd, qirkirina Kurd, pergal û zihnîyeta ku vê qirkirinê afirandiyê, pergala kurevî ya modernîteya Kapîtalîst rast fêmnekirinê. Vê rast fêmnekirin jî dihêle ku mirov azadiya Kurd, ji lewra jiyana azad û demokratîk a rast qezenckirina mirovahiyê rast fêm neke. Zihnîyet û pergala mêtînger, qirker rast fêmnekirin, nahelê ku li hemberî komployê jî rast têkoşînkirinek derkeve. Encamên wek, “li hemberî komployê têkoşîn nabe, komplo têk naçe û li hemberî komployê serkeftî nabe” derdikeve holê. Gelek aliyên tesfiyekar a di nav me de bi vî şeklî derketin holê. Di bin hemû nêzikatiyên ez ezbûn, bêrêxistinî, li gorî xwebûn û wek ‘fikrên min’ de jî ev heye. Di esasê xwe de li ser nirxên li hember komployê têkoşîn meşandinê tê jiyandin, lê ne di ferqê de ne. Nêzikatiyên wek, hinek nirx derketine holê, ez ê van çawa bigirim bin serweriya xwe ya şexsî, li gorî xwe çawa bidim jiyandin derdikeve holê û ev pir xeter in. Ev wek tiştê haram xwarin e. Fêmnekirina li ser kîjan nirxan tê jiyandin, wek gespkirina nirxê kesên ku bi xwedanê afirandiyê ye. Ev jî ji dizbûna modernîteya Kapîtalîst pêvetir ne tiştekî din e. Wî bi şêwazekî din dayîna jiyankirin e. Di têkoşîna 26 salan de encamên çawa derketin, pêwîste ev were dîtin. ji bo vê jî pêwîste armancên komployê baş were zanîn.
Ji bo bûyerên îro bên fêmkirin Şerê Cihanê Sêyemîn a ku ew û komplo di nav hevde hatin jiyandin heye. Di vê mijarê de hûn dikarin çi bêjin?
Rewşa şerekî ku nêzî 35 salan didome heye. Hinekan dema digotin, “wê şerek wiha çêbibe?” di esasê xwe de ev şer hinek cihan dihat jiyandin. Me got, ‘kesên ne hundirê şerbûn, şer nedîtin û fêm nekirin.’ Bi rastî jî wiha bûye. Dema kêr negihîje wan mirovan ders ji tiştên ku tên serê yên din dernaxin. Fêmkêriya wan dema kêr bigihîje wan çêdibe. Herhal em ji ber ku zêde digihîje me xwe digihînin zanabûnek wiha. Li Îmraliyê çêbûna şoreşa zîhniyetê ya herî xurt bi pergalê ve girêdayî ye. Bi kûrbûn, dîrokîbûn û kurevîbûna êrîşê ve girêdayî ye. yên ku ne wiha ne, di nav jiyana xwe ya ji rêzê, ezez û teng de cihanê wek bixweşî dibînin û dibêjin hinek bûyer mirov rehetsiz dike. Lê belê rastî jî şerekê cihanê hat jiyandin.
Em şerê cihanê, “yekemîn, duyemîn û sêyemîn” dinirxînin. Di esasê xwe de bi vî awayî pênasekirin ne, bi bûyîna hêza hegemon a modernîteya Kapîtalîst re şer kurevî bûn û şerê cihanê derketin holê. Pergala modernîteya Kapîtelîst tê wateya şer û êrîşê. Berî ku ev şer bibin kureyî herêmî bûn. Dema pergal bû kurevî, yanî dema pergala dewletdar cihan hemû xist bin serweriya xwe şer jî bûn şerê cihanê û ji wê rojê hata niha didomin. Çima wek şerê, “yekemîn, duyemîn û sêyemîn” ji hev cuda bûn? Ev bi şoreşa Sovyetan a 1917’an li Rûsyayê çêbû ve eleqadar e. Ew şoreş, lêhûrbûna şer kêmtir kir. Hişt ku hêzên şer dikin agirbest îlan bikin. Lewre bi angaşta alternatîfek ji pergalê re diafirînim derket holê û ew tirsand. Bi tirsa wê neçar man ku agirbest îlan bikin. Şerê Cihanê yê Yekemîn bi vî awayî bi dawî bû. Nexwe bi bernameya şer ve ew şer xilas nebû. Pergal bernameya xwe nebir encame.
Şerê Cihanê Duyemîn jî îtîraza Elmanyayê Hîtlerê ya ji vê agirbestê re bû. Sermayeyê Elmanyayê bi faşîzma Hîtlerê re xwest şansê xwe bicerîbîne û ji sermayeyê kureyî re bibe serwer. Wî jî Yekitiya Sovyetan ne serketî kir û berxwedana Sovyetan ew têk bir. Di serê salên 90’î de dema Yekitiya Sovyetan belav bû li pêşiya pergala modernîteya Kapîtalîst a kurevî ji bo şerê cihanê bimeşîne tu astengî nema. Em dikarin Sosyalîzma Pêkhatî di milê zihniyet, terz û pergalî de rexne bikin, lê pêwîste mafê wî jî teslîm bikin. Bû xwedî taybetmendiyek şerê cihanê kurevî ya modernîteya Kapîtalîst dibe agirbestê. Ji 1920’an 1940’ê û 1950’an heta 1990’î bi du beşan re di sedsala 20’emîn de li cihanê rewşek wiha derxist holê. Digotin şerê cihanê em temsîl dikin, ji vê re jî mafê wan hebû. Lewre yê ku dihîşt agirbes hebe hebûna Sovyetan bû. Tenê hebûna Sovyetan a askerî û siyasî ne, hebûna wan a bîrdozî û hebûna sosyalîzmê bû. Tiştê ku vê derdixist holê jiyanek alternatîf a li hemberî Kapîtalîzmê û derxistina holê alternatîfa cihanê bû. Tirsa li hemberî vê tekelên sermayeyê dewsa şer bir sînorkirina pêvçûnê û li hev hatin e. Hîşt ku bibin asta herî kêm.
Vê bi saziyên cur be cur ên kurevî ve jî kirin. Ji Şerê Cihanê ya Yekemîn Cemîyet-î Akvam çêkirin. Piştî şerê cihanê duyemîn şunde jî kirin Neteweyên Yekbûyî. Hinek saziyên din jî avakirin, bi van re hîştin ku were kontrol kirin. Wê çaxê tê dîtîn ku pergal ji şer derneket, ev şaş bû. ‘Qeyran kûrtir dibe, piştre bi şer re qeyranê siviktir dike’ bi vî şeklî nebû. Yê ku ji şer derxistî, zor daye ku derkeve û agirbest bike hebûna Yekitiya Sovyetan û Şoreşa Cotmehê bû. Hebûna lêgera cihana alternatîf bû. Piştî ku ev ji holê rabû, wekî destpêkê cihan dubare ket şer.
Yê destpêkê şerê Elman û Îngîlîz bû. Ji vê re gotin, ‘şerê cihan ji nû ve parvekirinê’ Esasê wî jî li ser çavkaniyên enerjî û riyan serweriyê parvekirin bû. Cewhera vê jî ji aliyê Ewropayê ve dewlemendiyên Asyayê mêtîn bû. Îngîlîstan bûbû, “împaratoriya ku roj naçe ava.” Sermayeyê Îngîlîstanê bûbû sermayeyek hegemon û li ser Asyayê serwerî avakiribû. Sermayê Elman a ku nû pêşdiket û xurt dibû jî xwest ji vê para xwe bigire û got ‘pêwîste hûn hîn zêdetir par bidin min.’ Xwest li ser çavkaniyên enerjî û riyan hîn zêdetir serwerî çêke û şer wiha derket holê. Li gorî vê kurgu kirin. Di destpêkê şer de dewlemendiyên Asyayê birina Ewropayê, malên ku li Ewropa dihat hilberandin jî birina Asyayê hebû. Lewre nufûs li Asyayê bû, dewlemendî li Asyayê hîn zêdetir bû û mezextin jî li Asyayê hîn zêdetir bû. Kapîtalîzma Ewropa encex dikaribû bi mal û bazara Asyayê xwe heyî bike. Lewre pêwîst bû kar bike. Di mantiqa kar de karê zêde hebû. Bi xirsa xwe ya her ku diçû mezin dibû re li ku derê dewlemendî hebû, li ku derê bazar mezin bû wê êrîşî wê derê bikira. Li ser vî bingehî ji Ewropayê heta Asyayê xwestin rêya bazirganî û enerjiyê ava bikin. Weke Projeya Rêya Berlîn-Bexda-Besrayê destpê kir. Ev jî projeya Îngilîz bû. Îngilîzan xwestin ji Asya û Hindistanê re rêya bazirganiyê vekin. Abdulhamît bi Elmanan re tifaq çêkir û proje da Elmanan. Îngilistan li dijî vê yekê rabû û bi Fransa-Rûsyayê re tifaq çêkir. Dema rêveberiya Îtîhat û Terakkî jî bi Elmanan re çeperê şer ava kir, ketin nava şer. Hate dîtin ku Elmanya wê vê rêyê çêbike; bi wî rengî li ser Hindistanê re wê di mêtingeriya Asyayê de bi bandor bibe. Li hemberî vê yekê Îngilistan-Fransa-Rûsya jî ji bo bidestxistina xaka Osmanî ketin nava şer. Di sala 1914’an de dest bi şer kirin, di nava xwe de nîqaş kirin. Di sala 1916’an de têkildarî ka wê Rojhilata Navîn çawa parve bikin, Îngilistan-Fransa û Rûsya li hev kirin. Yanî sîstema modernîteya kapîtalîst wê çawa bibe hegemoniya kûreyî, Rojhilata Navîn çawa parve bike nexşeya wê derxistin. Bi Şoreşa Sovyetê re di dawiya sala 1917’an de Rûsya ji vê peymanê û şer vekişiya. Eniya Rûsya lewaz ket, lewma eniya şer guherî. Li aliyekê sosyalîsta alternatîf bi lêgerînê tehdît kir, li aliyê din jî tifaqa şer xira kir. Îngilistan û Fransa, li hemberî Elmanyayê bi encameke ku bi dest xistî tiştek li Rojhilata Navîn xêz kirin, lê belê nebûna Rûsyayê û Şoreşa Cotmehê, di cihê hebûna Yekîtiya Sovyetan de Dewleta Komara Tirkiyeyê hate avakirin.
Weke serketina Mustafa Kemal tê nirxandin. Rewşa nû ya ku şoreşa Sovyetê afirandî, baş dît û nirxand. Xwe spart artêşa Osmanî ya ku bi vekişîna Rûsyayê re li ser piyan ma, hêza berxwedanê ya gelê Kurd jî xiste nava liv û tevgerê. Bi vê yekê re di sala 1923’yan de Peymana Lozanê ya îmze kir û Dewleta Komara Tirkiyeyê da qebûlkirin. Hêzên desthilatdar Îngilistan û Fransayê ev yek qebûl kirin. Ji ber ku li dijî Şoreşa Cotmehê û Yekîtiya Sovyetan ji bo xwe biparêze, li gorî wê modelê jixwe qad qada Rûsyayê bû, qadên xwe parve kirin, bi wî re jî li hev kirin.
Ew weke model pêşbînî kirin ku li Rojhilata Navîn sîstema netew-dewletê ya kapîtalîzma kûreyî pêş bixe. Ev, heta sala 1990’an wiha hat. Dema di 90’an de Yekîtiya Sovyeta hilweşiya, rewşa şer jinûve destpê kir. Em geşedanên niha, li ser esasê encamên ku piştî 35 salan derketine holê dibînin ku di rastiyê de hîna di navenda kar de şerê rêya enerjiyê heye. Şerê ka wê rêya bazirganiyê ji kuderê were, heye. Şerê Ukraynayê jî li ser wê yekê ye. Rûsya û Çînê tifaq çêkir; li ser Ukraynayê bi Ewropa re jî li hev kir û xwestin li ser bingehê projeya Çînê ya bi navê ‘Yek Nifş, Yek Rê’ rêya enerjiyê di bakurê Deryaya Reş re derbas bikin. DYE’yê li wir mudaxile kir. Ji bo wê girt ber çavê xwe ku ji Efganistanê vekişe û NATO xurt kir. Li aliyê din Tirkiyeyê xwest ku ji vê re alternatîfê pêş bixe; bi Tirkiyeyê re têkoşîn kirin. Di encamê de, şerê ku ji 1990’an û wir ve destpê kir, daxwaza avakirina rêyeke enerjiyê ya wiha biewle ye.
Em dikarin bibêjin ku ‘Stratejiya Pergala Cîhanê ya Nû’ ya di dema başavbûna Yekîtiya Sovyetan de ji aliyê DYE’yê ve hatî derxistin, stratejiya amadekirina rêya enerjiyê ya bi vî rengî heye?
Erê, ji bo vê yekê rê vekirin ku Iraq Kuweytê dagir bike û piştre jî ev yek weke sedem nîşan dan. Leşker şandin Korfezê. Hewl dan ku Kofreza Basrayê hem ji bejahî û hem jî ji hewayî bixin di bin kontrola xwe de. Vê yekê têrê nekir, êrîşa 11’ê Îlona 2011’an weke sedem nîşan dan û li hemberî Efxanistan û Iraqê êrîşên dagirkeriyê dan destpêkirin. Hem xwestin li ser Erebistana Suûdî Korfezê û hem jî heya Iraq û Efxanistanê qadên xwe berfirek kirin û bi vê yekê hewl dan ku Korfez û derdora wê bixin si bin kontrola xwe ya leşkerî de. Qaşo ev yek misogerkirina beşa projeya rêyê ye. Ji bo ku vê yekê bikin, ji bo xwe egerek ava kirin. Dagirkeriya Sedam ya Kuweytê bû hincet. Lê belê di Şerê Korfezê yê li hemberî Iraqê dan destpêkirin de Sedam Huseyîn têk nebirin. Ji deh salan zêdetir Sedam Huseyîn li Bexadyê girtin û bi hev ra man. Ji ber ku amade nebûn, hêza wan tune bû û tirsiyan. Herî zêde jî ji geşadanên li Kurdistanê tirsiyan. Bi metirsiya ku Têkoşîna Azadiyê ya li Bakurê Kurdistanê pêşketî, wê derbasî Başûr bibe û li wir jî bandorê li Iraqê bike, di gel ku ji Yekîtiya Sovyetan re nebûne alternatîf jî yên ku ji wan tirsiyan û hê bi talûkeyê re rû bi rû ne, wê li ser Kurdistanê bi wê re rû bi rû bimînin û girêdayî van yekan Sedam Huseyîn li ser piyan girtin.
Di sala 1991’an de li Başûrê Kurdistanê li gel Operasyona Hêza Çakûç rêveberiya Hewlêrê ava kirin, armanca vê yekê dorpêşkirina Bexdayê ya ji aliyê bakur ve bû lê belê weke esas jî astengkirina PKK’ê ya ji bo Başûrê Kurdistanê bû. Astengkirina yekbûna Bakur û Başûrê Kurdistanê ya li ser xeta azadiyê bû. Di sala 1991’an de DYE’yê bi Operasyona Hêza Çakûç rêveberiya hewlêrê da destpêkirin, Rêber Apo jî bi qadên Botan- Behdînanê yên hatine rizgarkirin, Kurdistana azad ava kir û li Tirkiye û Iraqê pêngaveke ku demokratîkbûnê pêşbînî dike, biavêje. Dibûn du projeyên dijber. Projeya Emerîkayê hate sepandin. Projeya ku ji aliyê Rêber Apo ve dihat pêşbînîkirin, di pratîkê de nehat sepandin. Evî hê wê demê hatin li hemberî hev. Bi rêya rêveberiya Hewlêr û Operasyona Hêza Çakûç bûn asteng ku PKK derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. Rêveberiya PDK-YNK’ê ava kirin û qaşo statûya Kurdan dan. Bi vî awayî rê li ber birîn û li hemberî PKK’ê hêza alternatîf ava kirin. Nexwe PDK û YNK tune bûn.
Di sala 1988’an de hemû belav bûbûn û çûbûn. Hin ji wan li Rojhilatê, hin li Bakur û jin hî li Ewropayê bûn. Li Başûr kesek tune bû. Ev yek, di heman demê de destpêka komployê ye. Amadekariya dorpêçkirina PKK’ê bûn. Beriya dagirkirina Iraq û Efxanistanê, ji bo ku zêdetir Korfezê bixin di bin kontrola xwe de diviya ku rêveberiya Sedam Huseyîn bi temamî ji holê rakin. Ji bo ku vê yekê pêk bînin jî xwestin destpêkê PKK û Rêber Apo bêbandor bikin. Ger em bala xwe bidinê, ew qasî zêde tirsiyan yanî. Digotin dibe ku bibe hêzeke alternatîf û em ê li hember lawaz bimînin û bi tirseke mezin tevgeriyan. Di Şerê Cîhanê yê Yekamîn de tecrûbeyeke wan ya bi vî rengî tune bû, tirsa wan tune bû. A rastî Şoreşa Îlonê jî hinekî ji ber wê valahiyê pêk hat; Bolşevîkan bi hêzeke lawaz li Rûsyayê desthilatdarî bi dest xist, çimkî derfet guncav bûn û li hemberî wan alternatîfek nebû. Ji ber wê yekê, pergal ji wê netirsiya, ji ber vê yekê valahî ava dikir. Bolşevîkan jî ji wê valahiyê sûd wergirt lê belê piştî salên 90’î pergalê nexwest valahiyeke bi vî rengî çêbibe. Her kêsê altefnatîf bê bandor kir. Ji bo bêbandorkirina alternatîfa PKK’ê jî beriya ku êrîşê li Bexdayêm bike Komploya Navneteweyî anî rojevê. Xwest ku Rêber Apo tune bikin, PKK’ê bê bandor bikin û êrîşî li Bexdayê bikin. Nekarîn tune bikin, lê xistin di bin pergala tecrîdê ya Îmraliyê û piştre êrîşî li Bexdayê kirin.
Bi vî awayî di bîst salên ewil de Korfez û derdora wê xistin bin kontrola xwe. Piştî sala 2010’an jî serhildanên ku jê re dibêjina ‘Bihara Ereban’ mixalefeta civakî ya li dijî dîktatoriyên netewe-dewletên Ereb ji bo ku di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi kar bînin, xwestin Rojhilatê Behra Spî bixin bin kontrola xwe. Girêdayî vê yekê bi ser komên Îslamî yên radîkal û dewletparêz ve çûn. Hem ji rêvebriya Husnu Mubarek derbas bûn û hem jî bi kontrolkirina rêveberiya Ihvan-i Muslîm re Misir û Efrîqaya Başûr heya astekê xistin bin kontrola xwe. Li gel DAÎŞ’ê jî xwestin Iraq û Sûriyeyê perçe û lawaz bikin û li van deran xwe nîşan dan. Ev hemû di rastiyê de kontrolkirina Rojhilatê Behra Spî ne. Dema ku DYE hê di nava lêgerînên vê rêyê de bû û hê zelal nekiribû, plana wê ya ku vê rêyê li ser sînorê Iraqê bîne û ji Bakûrê Sûriyeyê bibe Behra Spî hebû. Şerê li dijî DAÎŞ’ê yê li Kobanê, tifaqa li gel gelê Kurd di rastiyê de pêkanîna qada rêya enerjiyê û garantîkirina wê bû. Plan û projeyên wan bi vî reng bûn. Lê belê Tirkiye li pêşiya vê bû asteng. Êrîşî li Cerablusê kir, Îdlib dagir kir û zext li DYE’yê kir. Di têkoşîna Rojava de weke leşkerî nekarî bi lez pêş bikeve û bandorekê ava bike. Di rewşeke wiha de Tirkiyeyê ev plana DYE’yê pûç kir. Li ser vê yekê weke rêyeke ewletir berê xwe dan behrê û di encamê de jî di sala 2022’yan de di civîna G-20 a li Hindistanê ev projeya rêyê îlan kirin.
Bi derdorên têkildar re li hev hatin. Aliyê Korfezê bi temamî garantî kirin. Li ser Rojhilatê Behra Spî jî li hev kirin. Lihevkirina Îsraîl û Ereban jî kirin. Lihevkirina li gel Misir, Elmanya û welatên din jî hate kirin. Lihevkirinên Misir-Îran, Suûdî- Îranê jî çêbûn. Hinekî jî bi rêya wan lihevkirinan ewlehiya Korfezê dabîn kirin. Xwestın astengiyên mayîn jî bi paqijkirinê ji holê rakin. Yûnanîstan û Qibrisa Başûr jî amade kirin. Bi salan e DYE û Elmanya Yûnanîstanê ji bo projeyeke b vî rengî amade dikin. Hem di warê leşkerî de alîkarî dan û hem jî jê re bender ava kirin.
Tirkiye çima dixwaze projeya rêyê ya hatî îlankirin sabote bike? Bi vê yekê çi armanc dike?
Tirkiye piştî ku ev projeya rêyê hate îlankirin, pê hesiya ku tê heramoyîkirin û li hemberî vê yekê îtîraz kir. Tirkiye destpêkê xwest bi şerê Azerbeycan û Ermenistanê alternatîfekê pêş bixe. Xwest ku Azerbeycanê bi rêya bejahî bi Tirkiyeyê ve girê bide û rêya ku rasterast ji Asyaya Navîn tê ava bike. Li hemberî wê yekê Îran û Îsraîlê li Tengava Zengezorê zext li Azerbeycanê kirin û bi vî rengî planên Tirkiyeyê yên li wir pûç kirin.
Tirkiye niha dixwaze vê yekê li gel Iraqê bike. Di bin navê ‘’Projeya Rêya Pêşketinê’’ de dixwaze ji Korfezê ber bi Tirkiyeyê ve rêya alternatîf ya ku diçe Ewropayê ava bike. Li hemberî wê yekê dengê xwe dernaxînin; lê belê projeya xwe disepînin. Tirkiyeyê xwest li gel Iraqê rêya pêşketinê birêxistin bike û bike alternatîf û bi rêya Hamasê jî projeya ku li Hindistanê hatî îlankirin pûç bike. Êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê girêdayî vê yekê bû. Li pişr perdeyê yeqez Tirkiye jî hebû; bi destê Tayyîp Erdogan bi xwe kirin. Qaşo wê Îsraîl bikirana qada neewle. Di rastiyê de yên ku ev yek dixwestin DYE û Îsraîl bûn. Wan dixwest hincetekê peyda bikin û astengiyên li pêşiya xwe yanî Hamas û Hîzbûlahê bi derxistina şerekî ji holê rakin. Hamasê ev yek kir; Tirkiyeyê jî berê Hamasê da vê yekê. Dibêjin ku Îranê berê Hamasê da tiştekî bi vî regî lê belê tu eleqeya Îranê pê re tune ye. Hin kes jî dibêjin ku ‘’ Îran hê di destpêkê de li gel wan li hev kiriye.’’ Ez wisa nafikirim. Îran li Korfeza Basrayê li gel vê yekê di nava lihevkirinekê de ye. Ji ber vê yekê ne di nava şerekî wisa de ye ku vê rêyê pûç bike. Gelek derdorên çepgir vê yekê îdîa dikin; bi taybetî jî dewleta Tirk û hikûmeta AKP’ê vê yekê dikin û her kes dikeve li dû wan. Wisa bû ku a niha Tayyîp Erdogan bûye serkê cepheya li dijî DYE û Îsraîlê. Di wan rojên dawîn de diaxive û dibêje ku ‘serok em in, wê her kes li dû me were’ lê belê ev hemû sixte û derew in. DYE û Îsraîl Tayyîp Erdoganî weke ajanekê bi kar tînin. Destpêkê ji bo ku Hamasê bipirçiqînin, Erdogan beralî kirin û Hamas ji aliyê Îsraîlê ve hate pirçiqandin. Piştre jî Hizbûllah tehrîk kirin û gotin ku Hîzbûllah li Lubnanê wiha şer dike û wê li Îranê wiha şer bike û di encamê de şerê Lubnanê jî derxistin. Tirkiye di derxistina şeran de serkeftî ye. Tirkiye van yekan çima dike? Dixwaze vê projeya rêyê ji van deran xirab bike. Dixwaze şer li van deran berdewam be û dora şerî neyê Tirkiyeyê. Çimkî rêya enerjiyê wê ji Rojhilatê Behra Spî derbas bibe û ev şer hemû ji bo dabînkirina ewlehiya Rojhilatê Behra Spî ne. Beşeke mezin a Rojhilatê Behra Spî li ser sînorên Tirkiyeyê ye.
Li Rojhilatê Behra Spî wê bendara herî mezin Başûrê Qibrisê be. Ev, dema ku giha Başûrê Qibrisê wê Bakûrê Qibrisê bixin ser Başûrê Qibrisê; wê li Bakurê Qibrisê kesek nemîne. Ger Tirkiye li wir bibe astengî dibe ku li Tirkiyeym jî bixin. Çimkî Tirkiye ma derveyî rêya enerjiyê. Tirkiye ji bo ku Kurd sûdê jê wernegire bû asteng ku ji Bakurê Sûriyeyê derbas bibe; bi vî awayî bi xwe jî derveyê rêyê ma. Heya niha hemû rêyên enerjiyê li ser Tirkiyeyê derbas dibûn. Digotin ku ‘em di navbera Asya û Ewropayê de weke pirekê ne, pozîsyona me ya stratejîk gelekî girîng e, rêya her tiştî ji Tirkiyeyê derbas dibe.’ Bi rastî ji ji rojhilat ber bi rojava re ji Tirkiyeyê derbas dibû. Ji başûr ber bi bakur ve dihat û ji Tirkiyeyê derbas dibû; hemû ji Bendava Stenbolê derbas dibû. Niha Bendava Stenbolê hate heramoyîkirin. Temamiya Tirkiyeyê tê heramoyîkirin. Bi vî awayî girîngiya Tirkiyeyê ya stratejîk ji holê radibe. Ya yekem, li hemberî Yekîtiya Sovyetan girîng bû; bi rêya Lozanê li hev kirin û ev yek ji holê rabû. Ya duyem jî rêya bazirganiyê bû û girîng bû û bi vî awayî bi rêya vê projeyê ev yek ji holê rabûn. Ji bo pergala modernîteya kapîtalîst girîngiyeke dewleta Tirk a taybet namîne.
Ji aliyekî din ve navenda şerî Tirkiye ye. Şerê Cîhanê yê Yekemîn li ser Osmaniyan dest pê kir. Dewama Osmaniyan jî Tirkiye ye. Di rastiyê de perçekirina parvekirina tifaqa Îngilîstan- Fransa- Rûsyayê ya Rojhilata Navîn û Osmaniyan aliyên Fransa û Îngilistanê pêk hatin; aliyê Rûsyayê pêk nehat. Li deverên ku dabûn Rûsyayê dewleta Tirk hate avakirin.
Rewşeke bi vî rengî heye: Dewleta Tirk, ne guncavî plana hegemonîk a navneteweyî ya modernîteya kapîtalîst e; berovajî wê ye, dewleta herî zêde dijberî wê ye dewleta Tirk e. Çimkî li gorî wê planê dewleteke bi vî rengî tune bû. Di dawiya wê de piştî ku Rûsya vekişiya jî Peymana Sevrê îmze kirin. Ne bendav, Ege û Kurdistan jî cihekî biçûk dan Tirkan. Di rastiyê de beriya wê di parvekirinên Rûsya-Ingilîstan- Fransayê de dibe ku Tirkiye qet tune bû. Bi temamî bi awayekî konjonkturel bû dewleteke bi vî rengî; ne guncavî plana hegeminîk ya modernîteya kapîtalîst e. Hebûna Şoreşa Îlonê û Yekîtiya Sovyetan ev yek derxist holê. Niha jî di tunebûna wan de weke modernîteya kapîtalîst, pergala hegemoniya navnetweyî xwe ji nû ve saz dike; çavdêriya geşedanên heyî jî dike, her wiha aliyên dijberî xwe jî ji holê radike.
Ya herî zêde di nava nakokiyan de ye jî Tirkiye ye. Ji ber wê yekê navenda şerî li Tirkiyeyê ye; wê li Tirkiyeyê bi dawî bibe. Wê şerê mezinli Tirkiyeyê pêk were. Hem ji bo pergal li Rojhilata Navîn ji nû ve were sazkirin û hem jî ji ber egera rêya enerjiyê ya heyî wê wisa be. Her çend dereng jî be ev ek ji aliyê rêveberên Tirkiyeyê ve hate fêmkirin. Bi derengî rêya enerjiyê dîtin, dema ku hate îlankirin pê hesiyan û tayyîp Erdogan bi lez û bez ji bo ku vê yekê pûç bike Şerê Qerebaxê anî rojevê. Di demên dawîn de hinekî pê hesiyan, ji ber wê yekê ji bo şerî li derveyî xwe bigire û şerî veguherîne şerê di navbera Îran û Îsraîl-DYE’yê de her tiştî dikin. Tirkiye dibêje ku bila bibe şerê Îran û DYE’yê, bi vî awayî bila şer neyê Tirkiyeyê û bila ev pozîsyona Tirkiyeyê were parastin. Çawa ku di bin banê Îngilistan-Fransa-Yekîtıya Sovyetan de Tirkiye hate avakirin, niha jî dibêje bila şerê Îran-DYE’yê çêbibe û dest nedin Tirkiyeyê yan jî pergala kapîlatîst ya navneteweyî mihtacê Tirkiyeyê be. Dixwazin Tirkiyeya heyî were parastin. Lê belê wê wisa nebe. Tirkiye ji bo vê yekê her cyer navtêdan kirin. Divê ev rastî were dîtin.
Sîstema Modernîteya Kapîtalîst bi şerê li Xeze, Lubnanê re armanca xwe çi ye? Îran dixwaze çi bike. Qonaxên vî şerî wê çawa be. Tirkiye li kîjan devera vî şerî ye, wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bike?
Rêveberiya Îranê di şerê Xezeyê de bi basîret tevgeriya. Xwe nekir aliyê şer. Lê belê Hîzbûllah cuda ye; Hîzbûllah dikare weke hêzeke welê bê dîtin ku ji aliyê Îranê ve hatiye birêxistinkirin. Têkiliyên Hamas-Îranê û Hîzbûllah-Îranê cuda bûn. Me digot, Îran wê firsendê nede şerekî bi vî rengî li Lubnanê rû bide, xwe neke aliyê şer; bi rewşa heyî re hewl dide ku neke; daxuyaniyên wan vê yekê nîşan dide. Îran hîn jî dibêje ‘Em ê bi Îsraîlê re nekevin nava şer’. Lê belê dikarîbû Hîzbûllah biparasta, çima nekarî biparêze? Mînak dikarîbû xwe vekişîne; li Kendava Basrayê şer nekirin, çima li Lubnanê Hîzbûllah xist nava şer, gelo xwest bi vî rengî bibe? Hinek dibêje, ‘Îranê li hev kir û rêveberiya Hîzbûllahê firot’. Gelo rastî bi vî rengî ye, yan jî hêza xwe têrê nekir? Ji ber ku provokasyon, hewldanên sorkirinê gelekî rû dan. Bi taybetî dewleta Tirk gelekî sor kir. Lewma gelo nekarî pêşî li sorkirinê bigire lewma kete nava şer? Em tam vê nizanin. Lê belê ev diyar bû; piştî Xezeyê wê dor bihata Lubnanê, piştre jî Sûriye, piştre Qibris û Tirkiye. Bi vî rengî wê biçe.
Çapemeniya azad nirxandinên Rêber Apo yên li ser Îsraîlê diweşîne. Li ser vê bingehê qala avakirina dewleta Îsraîlê tê kirin. Belê, hewl didin civakeke Yahûdî ava bikin. Ji çar aliyên cîhanê kom dikin û tînin; ya rast dewleta Îsraîlê biryargeha sermayeya navneteweyî ya li Rojhilata Navîn e. Ji xwe sermayeya Yahûdî jî bi bandor e. Li ser vê bingehê dixwazin bi bandor bikin. Hem ewlehiya wê misoger dikin hem jî dixwazin bikin navenda rêya enerjiyê. Bi vî rengî wê Rojhilata Navîn bi tifaqa Îsraîl-Ereb ava bikin. Diyar e Îranî jî di nava vê tifaqê de ne û li hev kirine. Lihevkirina Îran-Siûdî, Îran-Misrê ev yek pêk anî. Bi rengekî eşkere bi DYE’yê re li hev nekirin lê belê lihevkirina Îranê bi Siûdî û Misrê re peymana bi vê sîstemê re bû.
Tirkiye di nava NATO’yê jî de be, bi vê sîstemê re di nava nakokiyê de ye. Şerê Îsraîlê şerê sîstemê ye. Li pişt wê DYE û NATO hene. DYE biryar da ku hêzên nû yên leşkerî û hêza deryayî bîne; di her gavê de hêza xwe ya leşkerî zêde kir. Dema ku Iraqê Qûweyt dagir kir, dema Krîza Kendavê destpê kir DYE’yê di nava sê mehan de 150 hezar leşkerên xwe li Siûdî, Qûweyt, Mîrnişînên Ereb, li Rojhilata Navîn bi cih kir. Niha şerê Xezeyê destpê kir, hêza xwe ya deryayî anî Rojhilatê Derya Spî û Derya Sor. Vê carê jî ji deryayê Rojhilata Navîn kontrol dike. Ji bejahî ve hin cihên bingehîn kontrol kir; niha jî ji deryayê kontrol dike. Îsraîl bi navê wan şer dike.
Ya duyemîn; rêveberiya şer a Îsraîlê hinekî bi rêbaza DAÎŞ’ê tevdigere. Rêbazeke derba giran lê dixe, şok dike, bi kar tîne. Li Xezeyê jî bi vî rengî kir, lê li hemberî Hîzbûllahê herî zêde vê dike. Di vê çarçoveyê de hem cîhazên ragihandinê teqand, hem jî biryargeha wan bi îstîxbaratê ji hewayê îmha kir. Dixwaze yên li hemberî xwe şok bike, her kesî şok bike. Dixwaze atmosfereke welê biafirîne ku nîşan bide ‘Kes nikare li hemberî Îsraîlê şer bike, kes nikare Îsraîlê rawestîne’. Bi vê yekê dixwaze serweriya xwe pêk bîne.
Hêza xwe ya teknîk û îstîxbaratê bi kar tîne. Di şerê nû de rewş bi vî rengî ye. Niha jî operasyona bejahî daye destpêkirin. Dibe ku bêçekkirina Hîzbûllahê ferz bike; lê belê eger ew nebe wê qadeke berireh a li ser sînorê Îsraîlê yê li aliyê Lubnanê weke herêmeke tampon ferz bike, daxwaza bêçekkirina vê herêmê bike. Berê di destpêka salên 1980’î de hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hebû ku ji gelek dewletan pêk dihat. Di navbera Fîlîstîniyan û Îsraîlê de herêma tampon ava kiribûn. Piştre bi êrîşa 1982’an re dema ku gerîlayên Fîlîstînê xwe ji Lubnanê vekişandin, dawî li wê hêzê anîn. Hîzbûllahê ew valahî hemû dagirt. Hem valahiya ji ber vekişîna hêza aştiyê, hem jî valahiya ji ber vekişîna gerîlayên Fîlîstînê ji aliyê Hîzbûllahê ve hate dagirtin. Niha wê wan hemûyan paşve dehf bidin.
Wê vê yekê bidin kirin: Yek, ji Lubnanê wê ti gefeke leşkerî li Îsraîlê neyê xwarin. Duyemîn; Lubnan wê li ser bazirganiya li Rojhilatê Derya Spî nebe gefek; berevajî vê yekê wê pê re di nava ahengiyê de be û tevlî bibe. Dibe ku vê di demeke kurt de karibin biafirînin. Encama ku li hemberî Hîzbûllahê bi dest xistin, nîşan dide ku wê vê bikin. Hîzbûllahê derbeke giran xwar. Çawa xwar, çima ewqasî bê amadekarî bû? Mirov baş bi sedemên wê nizanin, lê belê em bi vê zanin: di têkiliya rêxistinî de danûstandin, ragihandin girîng e, ev yek di asteke zêde bi teknîkê ve girêdane, ji ber ku ew der timî bi keşfê dihate kontrolkirin. Piştî ku bi teqandina cîhazan têkiliya wan a bi teknîkê re qut kirin, welê li Hîzbûllahê hat ku nekarî xwe bi rê ve bibe. Îstîxbarat wê demê hîn bêhtir bi lez kete dewrê. Ji ber vê parçebûna ragihandin û êrîşa teknîkî bi çend gavan li temamiya rêveberiyê xistin. Hîzbûllahê hinekî pişta xwe bi Îranê germ dikir. Ya rast piştgirî dida Hamasê lê belê di daxuyaniyên Hasan Nasrallah de destpêkê şerekî li hemberî Îsraîlê tine bû; tiştên nêzî polîtîkaya Îranê digot. Bi demê re sorkirin, provokasyon zêde bûn, ketin rewşa şer. Ne li bendê bûn ku êrîşeke bi vî rengî bê kirin; dîplomasî di dewrê de bû, Fransa û derdorên mîna wê di nava hewldanên dîplomatîk de bûn; xuya ye di wir de hinekî valahî çêbû, Îsraîlê sûd ji wê valahiyê wergirt û derb lê xist. Bi qasî Hamasê nekarî li ber xwe bide. Bi carekê ve rêveberiyê bi temamî derb xwar. Ya rast, Hîzbûllahê mîna Hamasê qadek kontrol dikir. Temamiya başûrê Lubnanê di destê Hîzbûllahê de bû, xwe dispart civaka Şîa, bingeheke xwe ya civakî hebû. Di rêxistiniya binê erdê de mînak dihate nîşandan.
Niha hîn jî dibêjin wê li hemberî operasyona bejahî li ber xwe bide, lê belê ew çiqasî karibe li ber xwe bide em bi wê nizanin. Dibe ku heta astekê berxwedan hebe, lê belê piştî ku rêveberiyê derb xwar, wê zehmet be ku berxwedanê bimeşînin. Eger rêveberiyê derb nexwaribûya, ji Xezeyê bêhtir karîbû li ber xwe bide, ji ber ku qadên xwe yên bejahî hene. Eger binê erdê bi xurtî amade kiribin, ku karên Hîzbûllahê mînak dihate nîşandan, bi vî rengî tevlî şerê Sûriyeyê bû; di wir de jî tecrûbeyeke Hîzbûllahê hebû. Eger Îsraîlê mîna ku êrîşî Xezeyê kir êrîş bikira wê li Lubnanê zehmetî bikişanda. Eger di destpêkê de bi rêbaza dagirkeriyê êrîş bikira wê derb bixwara. Hîzbûllahê wê hîn bi xurtî li ber xwe bida. Ya rast, taktîka Îsraîlê gelekî bi bandor e. Destpêkê têkiliyê bibire, piştre li rêveberiyê bixe. Hêza şerker amadekariya xwe ya binê erdê çiqasî hebe jî piştî van herdu darbeyan wê nikaribe bê birêvebirin, nikaribe têkiliyê dîne, nikaribe bibe rêveberî, nikaribe li ber xwe bide. Dîsa jî mirov nikare tiştekî şênber bibêje, lê belê şerê li Lubnanê bi qasî şerê li Xezeyê dibe ku dirêj neke. Bi vî rengî mirov dikare binirxîne.
Sûriye wê bide ser xeteke çawa, di vê mijarê de em nikarin tiştekî bibêjin. Ya rast li Sûriyeyê bi esasî Rûsya heye. Rovanşa şerê Rûsya-Ûkraynayê wê li Sûriyeyê be, yan jî Ûkrayna cuda, Sûriye wê cuda be, mirov baş bi vê nizanin. Ev yek nakokiyên navxweyî yên sîstemê ne, şerê berjewendiyan e. Tu yê lê binere Rûsya wê li Ûkraynayê şer bike lê belê li Sûriyeyê li hev bike ku dernekeve derveyî sîstemê. Ji xwe operasyonên li Sûriyeyê DYE-Rûsyayê di çarçoveya tifaqekê de meşandin. Ev yek heta şerê rê bi vî rengî bû. Piştî şerê Ûkraynayê ev rewş hinekî xera bû, lê belê ew xet jî bi temamî xera nebûye. Hem rewşa rêveberiya Esad, hem rewşa Sûriyeyê hem jî hebûna Rûsyayê ya li Derya Spî bi esasî li wir in. Wê li wir diyar bibe; eger bi Rûsyayê re şer bikin wê zehmet be, yek ji hêzên ku Rûsyayê teşwîz bike ku li hemberî DYE’yê şer bike dîsa Tirkiye ye. Eger bi wî rengî bibe Tirkiye wê xwe ewle bike. Eger şerekî DYE-Rûsyayê rû bide, çawa ku dewleta Tirk xwe spart şerê DYE-Sowyetê û xwe ava kir, niha jî dixwaze bi şerê navbera DYE-Rûsyayê li ser piyan bimîne. Bi wî rengî bibe dikare bimîne. Lê belê em niha baş nizanin, eger bi Rûsyayê re li hev bikin, ku bi vî rengî Sûriye li pêşiya bazirganiya li Rojhilatê Derya Spî nebe asteng, wê dor were Tirkiyeyê. Wê operasyonê li ser Tirkiyeyê di ser Qibrisê re bikin. Wê bi rêya enerjiyê ve bê girêdan. Wê ji Tirkiyeyê bixwazin ku bi temamî teslîm bibe û bibe xulam. Wê rewşeke li gorî xwe nehêlin. Eger bi wî rengî neke wê Tirkiyeyê parçe bikin. Plansaziya Peymana Sewrê heye.. Beriya wê planên Peymana Brest-Litovsk hene. Li ser bingeha wan, wê Tirkiyeyê parçe bikin. Rêber Apo beriya 15 salan ev yek nivîsî, gelek caran jî hişyar kir. Got, ‘Tiştên ku jê bawer dikin wê, we parçe parçe bikin’. Lê guh nedan. Faşîzma AKP-MHP’ê Tirkiye xist nava felaketeke bi vî rengî.
Rêber Apo got, “Tirkiyeya heyî di nava vê sîstemê de nîne. Di nava hegemonya kapîtalîst a global de Tirkiye nîne. Lewma Tirkiye tenê di nava vê sîstemê de bi sîstemeke alternatîf dikare hebûna xwe dewam bike Ev jî eger Kurdistan Azad, Tirkiye Demokratîk bibe, li Rojhilata Navîn pêşengiyê ji afirandina konfederalîzma demokratîk re bike, hingî Tirkiye dikare hebûna xwe biparêze.” Projeya Rêber Apo ev bû. Hişyariyên xwe li ser vê bingehê bûn. Li şûna ku guh bidin vê yekê ji bo PKK’ê tine bikin, ji bo Rêber Apo bi tecrîdê bitepisîne, hewl dan bêbandor bikin. Bi tecrîdê û êrîşa li ser PKK’ê xwestin gelê Kurd bitepisînin. Yanî AKP-Tayyîp Erdogan-Devlet Bahçelî bi qumarê lîstin, hinekî xwe spartin Rûsyayê, hinekî hin dever sor kir, êrîşên dagirkeriyê kir û jê hebû ku bi vî rengî wê karibe li ser piyan bimîne. Lê belê berevajî vê yekê berê wê dan vê yekê. Ji bo êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava, Başûr destûr dan. Ji bo karibin operasyoneke hîn mezin li ser Tirkiyeyê bikin, ev yek kirin. Lewma rewşa li Sûriyeyê bi helwesta Rûsyayê ve girêdayî ye. Eger li wir şerek bibe, navenda şer jî wê Tirkiye be; nakokî û şer wê li Tirkiyeyê giran bibe, divê ev yek teqez bê dîtin. Hebûna dewleta Tirk a heyî wê bi dawî bibe.
Xuya ye sîstem ji ber hebûna PKK’ê ji hewldanên pêwîst ên li Tirkiyeyê ditirse. Gelo ji ber vê tirsê destûr dan dewleta Tirk ku êrîşên dagirkeriyê li derveyî sînorê xwe bike?
Dewleta Tirk dema ku Idlib dagir kir, leşker li Cerablûsê bi cih kir û hewl da ji aliyê leşkerî ve Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê dagir bike ji xwe Lozan ji holê rakir. Li gorî Peymana Lozanê wê Tirkiye neketibûya nava van sînoran. Bi hewldana ji bo dagirkeriyê re sînor ji holê rakir; lewma Lozan jî ji holê rakir. Niha jinûve avabûn li ser xeta enerjiyê dibe. Li Lubnanê, li Sûriyeyê eger pirsgirêk çareser bibin wê pirsgirêka Ereb-Îsraîlê jî çareser bibe. Wê pêşî li lihevkirina Îsraîl-Ereb bi temamî vebe. Rojhilata Navîn a nû wê li gorî vê bê avakirin, bi îhtimaleke mezin Îran divê bi vê re li hev bike, ji ber ku Îran di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de nekate parçekirin; di yekbûna hegemonay global a sîstema kapîtalîst de yekparebûna Îranê hebû. Osmanî parçe dibû, hîn Tirkiye tine bû. Lewma bi îhtimaleke mezin wê zextê li ser rejîma Îranê bikin û bi vî rengî bikin ku di nava sîstemê de bihêlin. Lê belê wê Tirkiyeyê jinûve dîzayn bikin; pêvajo ber bi wê derê ve diçe. Dibe ku ev pêvajo dereng dikeve, rola bingehîn a derengketinê jî ji ber hebûna PKK’ê ye. Hîn jî ji ber hebûna PKK’ê xwe nadin ber hewldanên pêwîst ên li hemberî Tirkiyeyê. Ji ber wê yekê piştgirî dan dewleta Tirk ku êrîşên dagirkeriyê bike. PDK jî tevlî vê kirin, niha Iraq jî tevlî kirin. Ev hemû ji aliyê sîstema kapîtalîst a global ve tê meşandin. Ji bo PKK’ê lawaz bikin vê dikin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo PKK’ê lawaz bike salekê dirêj kir. Dema ku PKK xurt be, ditirsin ku destwerdanekê li Tirkiyeyê bikin. Mînaka vê li Rûsyayê hebû. Di nava sîstemê de valahiyek çêbû; komek ji Bolşevîkan rêveberî bi dest xistin. Niha ditirsin ku eger li Tirkiyeyê şer rû bide wê PKK gelekî xurt bibe û Tirkiyeyê bi dest bixe. Hewl didin PKK’ê lawaz bikin, li Rojava jî bikişînin ser lihevkirinê. Eger di vir de encamê bi dest bixe wê şer li Tirkiyeyê belav bikin. Wê operasyonê li Tirkiyeyê bikin. Piştre jî wê çi bi Tirkiyeyê bê, wê çi bi Kurdan bê, ew ne diyar e.
Alternatîfa vê ‘Tirkiyeya Demokratîk, Rojhilata Navîn a Demokratîk’ bû ku xwe dispêre azadiya Kurdan. Ev formulasyon ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin. Got, ‘Kurdistana Azad, Rojhilata Navîn a Demokratîk’. Piştre jî bi gotina ‘Konfederalîzma Rojhilata Navîn a Demokratîk’ pênase kir. Ya ku êrîşên serweriyê yên modernîteya kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn, şerê berjewendî û parvekirinê asteng bike, Rojhilata Navîn azad, demokratîk û biratiya gelan biafirîne, projeya Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk bû. Nehiştin ku Rêber Apo vê bixe meriyetê. Tirkiye xistini rewşeke welê ku bi Rêber Apo û PKK’ê re şer bike. ‘Plana têkbirinê’ ne tenê plana AKP-MHP’ê bû, di heman demê de plana wan hêzan bû ku qirkirina Kurdan dikin. Divê bi vî rengî bê dîtin. Lewma rewş gelekî krîtîk e. Her ku êrîş li ser Rêbertî û tevgerê tê kirin, belê me di astekê de berxwedan meşand, lê belê nekarîn bandora wê yekê biafirînin ku van êrîşan bişikînin. Eger rêveberiya AKP-MHP’ê zû karîbûya bihata hilweşandin, hişmendiya modernîteya demokratîk, rêxistiniya wê li Rojhilata Navîn hîn bêhtir bihate belavkirin, wê karîbûya pêşî li vê yekê bihata girtin. Lê belê ev bi ser neket. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hîn li ser desthilatdariyê ne û projeyên xwe dewam dikin. Qaşo xwe weke dijberê sîstemê nîşan didin lê belê parçeyek ji sîstemê ne. Bi Rûsya û hin hêzên din re têkiliyê datînin jî li derveyî sîstemê nînin. Lewma ji aliyê bicihanîna planên hêzên kapîtalîst ên global ve di ser Îsraîlê re bandorekê dikin. Piştî Lubnanê wê di pêvajoya Qibrisê de DYE bikeve dewrê; DYE’yê bi Qibris a Başûr re peymana ewlekariyê mohr kir, Îsraîlê jî peyman mohr kir, tetbîqatên leşkerî yên hevpar kirin; ji bo bazirganiyê hin bendergeh ava kirin. DYE û hin hêz wê hingî yekser bikevin dewrê.
Xuya ye em di pêvajoyeke gelekî girîng de ne. Rewşa şerê li Kurdistanê bi vî rengî ye. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi vî rengî li Rojhilatê Derya Spî belav dibe. Bûyerên li Lubnanê vê rewşê nîşan didin. Ev wê heta Îranê belav bibe yan na; hinek vê dinirxînin; ev gelekî zehmet e. Ji bo Lubnanê jî me digot bi vî rengî nabe, lê belê ya ku me digot pêk nehat. Ji ber ku sorkirin û provokasyon hatin kirin. Divê mirov ji sedî sed nebêjin wê bi vî rengî bibe, lê belê meyla li Îranê bi wî rengî ye ku dixwaze bi sîstemê re li hev bike û li derveyî şer bimîne. Lê belê divê em îhtimala rûdana şer bibînin; îhtimala dervemayîna li şer jî bibînin. Divê em rewşa li Sûriyeyê bişopînin. Eger dor bê Tirkiyeyê divê çi bibe, ji bo em karibin têkoşîna xwe hîn bi xurtî bimeşînin divê em kar bikin.
Di rewşeke bi vî rengî de weke Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hûn difikirin çi bikin?
Bêguman me nekarî xeta xwe bi bandor, têrkerî û di asta serketinê de bi cih bînin. Wan xwestin me îmha bikin; belê me pêşbîniya îmhayê kirin lê belê nekarîn bandoreke welê jî bikin ku planên aliyê dijber têk bibin. Niha dixwazin me bi temamî lawaz bikin, mîna Hîzbûllah û Hamasê li me bikin û li ser Kurdistanê bi temamî serwer bibin. Eger em karibin vê bi temamî têk bibin hingî rewşa ku Rêber Apo weke ‘çareseriyên navberê’ pênase dike dikare bikeve rojevê. Rewşa li Rojava bi vî rengî dikare belav bibe. Divê em ji vê yekê re amade bin. Divê em hem pratîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê baş binirxînin, bi rengekî hîn rast binirxînin. Bi rengekî hîn plankirî û bi bandor bimeşînin. Divê mirov xwe zêde bi hin deveran ve girê nedin, lê belê rewşa xwe ya rastî jî bibîne û nebêje ku tenê bi hêza xwe em ê bi tena serê xwe karibin li wir bimînin. Ya tu yê vê yekê li derdorê belav bike; li Kurdistanê li her deverên din ên Rojhilata Navîn hêza gelan û demokrasiyê derxîne holê, xwe bispêre wê, yan jî tu yê di nava lihevkirinê de be. Naxwe bi rengê din tu nikare li ser piyan bimîne. Lewma nêzîkatiyên serîtewandinê jî şaş in, nêzîkatiyên dûrî ji rastiyan jî şaş in. Divê em nekevin vê rewşê. Lewma divê em vê rastiyê bibînin, li gorî vê jî hîn bi plan, rêxistinî, lihevkirin û tifaqan hîn baş bibînin û bimeşînin. Divê mirov wan ji holê ranekin, tine nekin; bi wî rengî jî şaş e.
Divê têkoşîn hîn bêhtir bi bandor bibe, li ser bingeha pêngava azadiyê ya navneteweyî li herêmê û cîhanê hîn bêhtir belav bikin; li hemberî serweriya sîstema modernîteya kapîtalîst a global, divê em alternatîfa modernîteya demokratîk bi pêş ve bibin. Derfet û firsendên vê hene, divê rast bêne fêhmkirin, bi rêxistinî û rêbazeke afirîner têkoşîn bê meşandin. Bi qasî ku me ev pêk anî em ê bi ser bikevin. Komplo pêvajoyeke ku bi şerê cîhanê re ketiye nava hev. Dikare bi rengekî hîn cuda jî bê nirxandin. Ji bo têkoşîna li dijî komployê bi rengekî serketî bê meşandin, bûyerên vê demê bêne fêhmkirin, divê rastiya şerê cîhanê yê bi komployê re ketiye nava hev rast bê fêhmkirin.
Wê demê serketin bi têkoşînê bi dest dikeve; gelek planên komployê hatin têkbirin. Gelek caran hate têkbirin. Niha jî Pêngava Azadiyê ya Global fînala vê ye. Ji bo parçekirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê ye, ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye; ev dikare bê pêkanîn. Dersên têkoşînê yên 26 salan vê yekê nîşanî me dide. Di nava têkoşîna 26 salan de planên êrîşê yên komploya navneteweyî hatin têkbirin, ev yek nîşan dide ku komplo bi temamî dikare bê parçekirin û tinekirin. Wê demê eger têkoşîn bi rengekî rast û bi bandor bê meşandin hingî encam dikare bê bidestxistin. Em gihîştine vê astê. Divê em vê rastiyê bibînin. Ji ber wê di têkoşînê de divê em hîn bi bawer û bi hêvî bin. Divê em hîn bi plan û rêxistinê tevbigerin. Divê em hîn afirîner bin; hîn wêrek û fedakar bin. Bi rastî jî em gihîştine asta encamwergirtinê. Divê em vê encamê bibîne û zanibin ku dikarin encamê bi dest bixin, ji vê bawer bikin û ji bo pêkanîna vê jî bikevin nava çalakiyan.