Sêşem, 13 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Cella Yildirim ê krîza dil derbas kir li girtîgehê hate vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tehliyeya du girtiyan dîsa hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kariane Westrheim: Çareseriya demokratîk a meseleya Kurd bi kêrî civaka Tirkiyeyê jî tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bavê rojnamevanê girtî Ahmed Polad bang: ‘Ahmed bi tenê nehêlin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskarê Kurd Mehmed Ûzûn li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulsum Elvan: Aştî tenê bi edaletê, rûbirûbûnê û têkoşîna jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ’ê şehîdên Ragihandina Azad Dilîşan Îbiş û Dilovan Gever bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji çiyayên Kurdistanê peyama ji bo Kombûna Jinan a Navneteweyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aynûr Sarica: Divê jin bibin hîmê damezrîner ê pêvajoya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Biçin nava gel, bi gel re bimeşin!
Rojane

Biçin nava gel, bi gel re bimeşin!

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan got, "Serok ev yek got: Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re. Ez yekî welê me ku li her deverê xwe bi rêxistin dikim."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Nîsan 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re vegot.

Gotinên destpêkê yên Omer Ocalan silavên Rêber Apo yên ji bo gel e. Omer Ocalan anî ziman ku Rêber Apo gotiye, “Hûn çûn ku derê silavên min bibêjin” û bi israr destnîşan dike ku ev yek hevdîtineke malbatî ye. Destnîşan dike ku divê weke serdana heyeteke siyasî yan jî parêzeran neyê dîtin, mafê her girtieykî ye û divê malbat karibin bi rêk û pêk hevdîtinê bikin. Diyar dike ku serdana malbatê divê bi sedemên siyasî neyê astengkirin.

Omer Ocalan got, “Di çarçoveya serdana malbatê de hevdîtin 31’ê Adarê pêk hat. Roja duyemîn a cejnê bû.”

BÎRANÎNA BI CEMÎL BAYIK RE

Omer Ocalan qala sohbeteke balkêş a navbera bavê xwe Mehmet Ocalan û apê xwe Rêber Apo kir û got, “Di hevdîtina dawî ya li Îmraliyê de -di çarçoveya hevdîtina malbatê de bû- bavê min beriya bi 50 salî qala bîranînekê kir û Serok jî tevlî vê bîranînê bû. Bi wesîleya 4’ê Nîsanê vegotina vê bîranînê gelekî bi wate û hêja ye. Dibe ku lê rast hat. Bavê min qala bîranîneke destpêka salên 1976-77’an kir û got, ‘Tu û Cemîl Bayik hûn hatibûn malê. Dayika min xwarin ji we re çêkiribû. Dema ku xwarin dixwar bavê min ji ber derî li hundir nihêrî û got, we têkoşîna ji bo komunîzm û sosyalîzmê dimeşand. Niha jî hûn dibêjin ji bo Kurd û Kurdistanê bi rê ketine. Têkoşîna Kurdîtî û Kurdistanê ji têkoşîna komunîzmê hîn girantir e. Hûn ê gelekî biwestin’. Wê demê Serok jî got. Tê bîra min. Bavê min tiştekî bi vî rengî jî got, ‘Hûn ketine doza Kurdîtiyê, Şêx Seîd jî ji vê rêyê debas bû, Şêx Seîd berdêlên gelekî giran da. Eşîra wî hebû, malbat û derdora wî hebû. Kesekî we nîne, eşîra we jî nîne. Hûn ê di vê dozê de zehmetiyê bikişînin’.

Piştî vê gotinê, rastiya gelekî afirî ku gihîştiye bi milyonan mirovî. Eger mirov di şexsê Birêz Ocalan de xwe dibînin, divê ev yek weke jinûve vejîna gelekî ya bi têkoşîna siyasî ya 52 salan bê dîtin. Birêz Ocalan 76 salî ye. Temenê xwe bi berxwedan, bi têkoşînê derbas bû. Ewladê gelekî xizan bû. Ji vir rabû, bi hevalên xwe re, bi koma bi giranî ji nava gel, ji nava gund yan jî bajaran, bi 6 kesan destpê kir û îro veguherî bi milyonan mirovî û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di daxuyaniya 27’ê Sibatê de jî hate dîtin ku Neteweyên Yekbûyî, Emerîka, Ewropa, Rûsya, Çîn erênî nêzî vê pêvajoyê dibin, daxuyaniyên erênî dan. Piştgiriya xwe nîşan dan. Ji bêkesan veguherî bi milyonan mirovî. Perspektîfê pêşkêşî Rojhilata Navîn dike. Modelê pêşkêşî Rojhilata Navîn dike. Li ser tiştên bi vî rengî axivîn.”

DIVÊ HEVDÎTINA BI MALBATÊ RE BI RÊK Û PÊK BÊNE KIRIN

Omer Ocalan li ser derfetên Rêber Apo yên têkildarî şopandina rojevê jî got, “Birêz Ocalan bi kêm derfetan, hin qenalên Tirk dişopîne. Li wê derê hin tiştan dixwîne, dinirxîne. Hevdîtina me ya malbatê derdora saet û nîvekê dewam kir. Serdaneke malbatî bû. Li gel serdana malbatî jî bû li ser gelek tiştan axaftin hate kirin. Ji ber ku hûn bi Birêz Ocalan re hevdîtinê dikin. Serdana malbatê girîng e. Em dixwazin hiqûqa malbatê bê parastin. Di mewzûat, qanûn, destûra bingehîn, qanûna înfazê ya Tirkiyeyê de çi tê ferzkirin, hem ji bo Birêz Ocalan he jî ji bo Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar ên li gel wî ye, divê hiqûqa wan bê parastin. Ji xwe parêzer têne astengkirin. Bi salan hevdîtin nehate kirin. Qet nebe di cejnê de yan jî hevdîtina malbatî yıa 15 rojan carekê ya di mewzûatê de heye, divê bi rêk û pêk were kirin.”

MASEYA ÎMRALIYÊ LI SER PIYAN E

Omer Ocalan têkildarî nirxandinên siyasî yên Rêber Apo got, “Paradîgmaya ku Birêz Ocalan destnîşan kir, xwedî perspektîfeke welê ye ku sed salî dikare bi rê ve bibe. Divê her kes bi vê perspektîfê lê binihêre. Bêguman di siyasetê de li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê siyaset li ser tevlîheviyê tê meşandin. Cihêkariya etnîkî û baweriyê tê kirin û mirov ji ber nasname û baweriya xwe di nava kategoriyan de têne cihê kirin. Birêz Ocalan van nêzîkatiyan datîne aliyekî. Sîstemeke nû ya cîhanê, sîstemeke nû ya rêveberiyê pêşkêş dike. Yanî Elewî çawa dikare bi Sûnî re bijî, Suryanî çawa bi Ermenî re, Ermenî çawa bi Misilman re, Kurd çawa bi Tirk re, Ereb çawa bi Fars re dikare bi rengekî mirovane bijîn? Paradîgmaya vê destnîşan dike. Formula van hemûyan ji aliyê Birêz Ocalan ve hatiye nivîsandin. Divê dewlet, desthilatdarî û rayedar bi vê cidiyetê nêzîk bibin. Afirandina çareseriyê, avakirina aştiyê û danîna têkiliyê girîng e. Em dibînin ku ev mase li Îmraliyê li ser piyan e. Me bi çavên xwe dît ku di pozîsyoneke welê de ye ku gava pêwîstî pê hebe helwesta xwe nîşan dide, dema pêwîstî pê hebe gelekî nerm nêzîk dibe. Rastiya Rojhilata Navîn analîz kir. Bûyerên li Sûriye, Iraq, Îranê ji nêz ve dişopîne. Van hemûyan bi berfirehî dişopîne.”

QALA HEVALÊN XWE YÊN ZAROKATIYÊ KIR

Omer Ocalan diyar kir ku Rêber Apo hem qala hevalên xwe yên li gundê nêzî hem jî hevalên xwe yên zarokatiyê kir, silavên xwe yên taybet ji hinek ji wan re şand û got, “Birêz Ocalan lîderekî welê ye ku girîngiyê dide manewiyatê. Qala hevalên xwe yên li dibistanê û yên li gund kir. Silav ji gelek hevalên xwe re şand. Gundê Cîbînê gundekî Tirkmen e, Birêz Ocalan pênc salan li dibistana seretayî li wir xwend. Li wî gundê heft-heyşt hevalên Serok hebûn. Qala wan kir, qala malbatên wan kir. Qala kulîlkên zer kir, qala çivîkan, bazan kir. Qala gundê Erahê kir, qala Aram kir. Ji Hîlwanê heta Mêrdînê qalê kir. Yanî qala bîranînên xwe kir. Hin silavên xwe hebû, me ev silav ji hevalên pêwendîdar re ragihand yan jî ji muxataban re ragihand.”

PEYAMA SIYASETA DEMOKRATÎK

Omer Ocalan destnîşan kir ku peyamên girîng ên Rêber Apo li ser siyaseta demokratîk hebû û got, “Ji aliyekî ve aliyê xwe yê hestewarî gelekî xurt e, li aliyê din jî li ser rojevê gelekî serwer e û rojevê dişopîne. Di vir de divê mekanîzmaya dewletê bi vê cidiyetê nêzî pêvajoyê bibe. Xerakirin hêsan e, avakirin zehmet e. Serok got, ‘Sosyalîstbûn tê wateya civakîbûnê, civakîbûn jî tê wateya meşa bi gel re, karkirina bi gel re. Divê ev yek bê afirandin. Di siyasetê de cihê valahiyê nîne’. Em hêvîdar in ku wê aştî bê vê erdnîgariyê ku bi salan e bi hesreta wê ye. Em ê bi hev re jiyanê ava bikin. Jiyana demokratîk, civaka demokratîk ava bikin. Ev rê zehmet e. Dibe ku demeke dirêj dewam bike. Di vir de em ê bi qasî ji me tê tevkariyê bikin.”

GEL DI FIKAR Û GUMANA XWE DE MAFDAR E

Omer Ocalan destnîşan kir ku Rêber Apo bersiv da fikarên gel ên têkildarî pêvajoyê û got, “Me jê re ev yek ragihand. Baweriya gelê Kurd a bi we gelekî zelal e. Di vir de pirsgirêk nîne, lê belê hin fikarên xwe hene. Ev fikar ji ber we nîne. Ev fikar ji ber bûyerên di pêvajoya çareseriyê ya 2015’an, di bûyerên 2009’an de rû dan, di bûyerên 93’an de rû dan. Fikar li ser dewlet û desthilatdariyê ye. Têkildarî vê yekê jî got, ‘Gel mafdar e, rast e, rast difikire, bi vî rengî ye, lê belê ez hêviya xwe diparêzim. Ji bo ev pêvajo bi rê ve biçe çi ji destê min tê ez ê bikim’.”

XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Omer Ocalan herî dawî anî ziman ku Rêber Apo girîngiya rêxistiniyê destnîşan kir û got, “Serok got, ‘Ez yekî welê me ku biçim ku derê xwe bi rêxistin dikim. Ji zarokatiyê ve xwe bi rêxistin dikim. Ez zarok bûm komeke min an nimêjê hebû, li dibistanê komeke ji hevalên min hebû’. Anî ziman ku ew girîngiyeke mezin dide rêxistiniyê. Diyar kir ku li her deverê derdora wî hebû, hewl dida bixebite, birêxistin bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Piştî banga Rêber Apo ya ji bo aştiyê, dewleta Tirk ti gav neavêtine’
Nûçeya Pişt re Tê gotin, DYE’yê çeka xwe ya veşartî li Îsraîlê bi cih kiriye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Ji KJK’ê deklarasyona ‘rêxistinî, xweparastin û seferberiyê’

KJK’ê got, tundiya li ser jinan bi rêya polîtîkayên dewletê bi rêk û pêk tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon çû Îmraliyê

Endamên Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê ava bû, ji bo hevdîtinê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 14’Ê NÎSANA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Fransayê çalakiyên xwendekaran: Ji sedî 90’ê zanîgehan girtî ne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Civîna gel: ‘Divê Abdullah Ocalan bi beşên cuda yên civakê re hevdîtin bike’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Tulay Hatîmogûllari: Desteya Aştî û Siyasîbûnê divê dest bi kar bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?