Komek Bijîşkên dildar li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya çalakiyên ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ku rê ji bo wan bê peydakirin ku biçin Rojavayê Kurdistanê.
Bijîşkekî ciwan yê bi navê Elend Mihemed diyar kir ku ew amade ne bi dildarî biçin Rojavayê Kurdistanê û di warê tenduristî de alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên li Rojava.
Elend Mihemd anî ziman ku komek bijîşk hene ku dixwazin biçin Rojavayê Kurdistanê û got: “Pir girînge ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî piştgiriya me bike û rêyek peyda bikin ku em derbasî Rojava bibin.”
Bijîşkekî din yê bi navê Belên Necmeîd jî got: “Pêwîste em bi hemû alî ve havkariyê bidin Rojava. Bi taybet di warê tenduristî de alîkar bin. Ji ber ku niha li Rojava gelek kes birîndar bûne. Xwîna ku di demarê xwişk û birayên me yên li Rojava de diherike heman xwîne di demarê de de jî diherike. Daxwwaza me ewe ku hevalên me yên biçin bên parastin û alîkar bin.”

