Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê şeva Çarşemê daxuyaniyek da û ragihand ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 2 hezar û 574 û 12 hezar kes jî birîndar bûne.
Bi tenê roja Çarşemê 28 kesan jiyana xwe ji dest da û 139 kes jî birîndar bûn: Li Lubnana Başûr 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 42 kes jî birîndar bûn; li Nebatiyeyê 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 68 kes birîndar bûn; li Bekaayê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn; li Baalbek-Hermelê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn û kesek jî li Çiyayê Lubnanê bîrîndar bû.