Ji bo binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Îzmîrê ya li Alîagayê bi dawî bibin, li ber girtîgehê daxuyanî hate dayîn.
Di çalakiyê de pankarta “bila demildest pêkanînên kêfî û derhiqûqî bi dawî bibin” hate vekirin. Hevseroka Şaxa Îzmîrê ya OHD’ê Fatma Demîrer daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li pêkanînên kêfî girtiyekî dest bi greva birçîbûnê kiriye û hate ragihandin ku têkildarî vê meseleye hevdîtin bi îdareya girtîgehê û dozgeriyê re hate kirin, lê encam nehate girtin. Hate destnîşankirin ku divê binpêkirinên mafan bi dawî bibin û hate diyarkirin ku wê têkoşîna li dijî van binpêkirinan bidome.

