Duşem, 30 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 30’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga rêxistinên rojnamegeran: Bila rojnamegerên girtî serbest werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Yekîtiya Neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK’ê êrişa li ser mala Nêçirvan Barzanî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Çîna karker êdî bi propagandayên mîlîtarîst ên desthilatdariyê yên li dijî Kurdan naxape’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbata wî sê kes li benda ‘mafê hêviyê’ ye: Bila biryarên DMME’yê bi cih bêne anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    CPT-Amerîka: Li Kurdistanê di mehekî de 474 êrîş pêk hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê nûnertiya YE’yê bû armanc, li Xurmatu baregeheke Haşdî Şabî hate bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hevserokê Meclîsa Gel a Şengalê peyama entegrasyonê

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrişên li ser Başûr şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Bîranîn û mîrata şoreşgerî ya Riza Altun dê têkoşînê ronî bike’
Kurdistan

‘Bîranîn û mîrata şoreşgerî ya Riza Altun dê têkoşînê ronî bike’

Metîn Aslan, yek ji kesayetên pêşeng ê PKK’ê Riza Altun di 6’emîn salvegera şehadeta wî de bibîr anî û got, “Dilsoziya ji bo Riza Altun dilsoziya ji bo şoreşê ye, dilsoziya ji bo têkoşîna şoreşgerî ye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Yek ji pêşengên damezrîner ên PKK’ê Riza Altun, di 25’ê Îlona 2019’an de di êrîşeke dewleta Tirk de şehîd bibû. Di 6’emîn salvegera şehadeta wî de hevalê wî Metîn Aslan, diyar kir ku Altun di tevahiya jiyana xwe de şoreşgerekî wêrek û bêtirs bû.

 

Aslan got, “Rêber Apo berê ji Riza Altun re digot ‘endamekî rastîn ê PKK’ê’. Riza yek ji hevalên ku Rêbertî pêbawer dikir bû. Windakirina wî di vê demê de êş dide. Ji ber ku me kesek ku dikarî vê pêvajoyê bi rengekî bi bandortir xebat bimeşîne winda kir.”

Metîn Aslan, da zanîn ku ew di 9-10 saliya xwe de Riza Altun naskiriye û got, “Pêşî nasîna me ne bi rengek baş bû. Malbata wî nû hatibû taxê. Cil û bergên wan ji yên me cudatir bûn. Digotin ku Kurd in. Weke zarokên taxê me henekên xwe bi wan dikir. Tê bîra min carekê ji caran Hatîce ana da pey me. Lê ev rewş dirêj nekir. Dayikên me bi taybet me hişyar kirin. Gotin ew jî mîna me ne, ji me ne. Yanî Elewî ne.”

LI SÎNEMAYÊ FÎLMÊN YILMAZ GUNEY TEMAŞE DIKIRIN

Aslan, diyar kir ku li ser Riza Altun re karîne bi malbatê re têkilî danin û got ku Riza di temenê xwe yê biçûk de taybetmendiyên girêdana civakî û hevgirtinê pêş xist Aslan got, “Riza zû bi zarokên taxê re têkilî danî. Em di betlaneyên dibistanê de diçûn bazara sebzeyan a li Enqerê. Pereyên ku me qezenc dikir, ji bo sînemayê me xerc dikirin, bi piranî me fîlmên Yilmaz Gûney temaşe dikirin. Di vê serdemê de, Riza xwedî karakterek berpirsiyar, kedkar û afirîner bû.”

Aslan, anî ziman ku Riza Altun, ku ji temenê ciwaniyê ve li hember têkoşîna şoreşgerî meraqa wî pêş ket, ji aliyê tevgerên civakî û siyasî yên wê demê ve bandor bû û wiha domand, “Dema ku Denîz hate darvekirin, Riza pir bandor bû. Me di temenê ciwaniyê de hişmendiyek bi dest xist. Riza bi rêya komeleyên ku li Tuzluçayir, Enqerê û derdora wê hatine damezrandin, bi derdorên şoreşger re têkilî danî û xebatên xwe yên di vî warî de pêş xist. Kemal Pîr di sala 1975’an de hat taxa me. Me xwest em sosyalîzma zanistî hîn bibin û rêya xwe diyar bikin.”

Aslan, diyar kir ku taybetmendiyên yekgirtî û rêxistinker ên Riza Altun di ciwaniya wî de jî xwe dabûn der û wiha got, “Piştî mirina Alî Dogan Yildirim, Riza berpirsiyariya koma Enqerê girt ser xwe. Ew xwedî şiyanek mezin bû ku mirovan li dora xwe kom bike û rêxistin bike. Ew zû difikirî û biryar dida. Van taybetmendiyan wî kir rêber û pratîsyenek îdeal ji bo xebata şoreşgerî.

Wêrekî û jîrbûna stratejîk a Altun di ciwaniya wî de di gelek çalakiyên wî de xwe nîşan da. Ew li dijî êrîşên faşîst tedbîr digirt û însiyatîf pêş dixist. Di sala 1976’an de, ew çû Dîlokê, îdeolojiya xwe kûrtir kir û ji perwerdehiya Heqî Karer gelek sûd wergirt. Vê pêvajoyê jêhatîbûna wî ya siyasî û rêxistinî xurt bû.”

Aslan, da zanîn ku taybetmendiya Riza Altun a berbiçav meraqa wî ya hînbûn û xwendinê bû û wiha berdewam kir, “Ew kurmê pirtûkan bû; ew di dîroka mirovahiyê û dîroka Rojhilata Navîn de xwedî agahiyên mezin bû. Ew hêzên Rojhilata Navîn û aktorên herêmê pir baş dizanibû. Ev dewlemendiya zanînê wî ne tenê di nav PKK’ê de, di heman demê de di xebatên herêmî de jî kir hebûneke stratejîk a sereke.”

Metîn Aslan, anî ziman ku kesayetiya şoreşger a Altun bi renxe û rexnedayînê derket pêş û ev tişt gotin, “Dema ku wî şaşiya xwe fêm kiriba, dîsa heman şaşiyê nedikir. Ew kesek bû ku dizanibû çawa ji kêmasiyên dersan derxe û xurt bibe.

Metîn Aslan, destnîşan kir ku windakirina Riza Altun ne tenê ji bo PKK’ê, di heman demê de ji bo pêvajoyên siyasî yên herêmî jî valahiyek mezin çêkir û wiha domand, “Perspektîfa piralî ya Riza, nêzîkatiya afirîner û zanîna wî ya aktorên herêmî nirxa wî zêde kir. Vegera wî ji Ewropayê û rola wî ya çalak di têkiliyên derve û plansaziya stratejîk de bandora Altun li herêmê xurt kir.

Kesayetî û têgihîştina Altun a ji bo têkoşînê ne tenê li ser rêxistinê, di heman demê de li ser hevrêyên wî û hemû gel bandorek kûr çêkir. Riza her tim xelekek li dora xwe ava dikir, bi bandor bû û îlham dida her kesî ku bixebite. Ev taybetmendî pir biqîmet e.”

Metîn Aslan, diyar kir ku bîranîn û mîrata şoreşgerî ya Riza Altun dê têkoşînê ronî bike û got, “Dilsoziya ji bo Riza Altun dilsoziya ji bo şoreşê ye, dilsoziya ji bo têkoşîna şoreşgerî ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gursel Tekîn wekî qeyûm wê erkê xwe bidomîne
Nûçeya Pişt re Neteweyên Yekbûyî: Zextên li ser parêzvanên mafên mirovan zêde dibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê komxebatek hevpar lidar xist

YPJ û Meclisa Jinan a PYD’ê bi navê ‘di bin ala Yekîneyên Parastina Jin de…

Ji aliyê Stêrk TV

Fûat Kav: Beşeke di nava dewletê de naxwaze pirsgirêk çareser bibe

Fûat kav diyar kir ku têkildarî pêvajo û diyalogê beşeke di nava dewletê de qanih…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya têkildarî hilbijartinê: Şam siyaseta xwe ya înkarê rewa dike

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûn nîşanî hilbijartinên parlamentê da ku hikumeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navê hebûna bi kedê: Harûn Cûdî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîna dagirkirî birîna daran dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?